Xulam Huseyn Saedî - Şîndarên Bayelê
E’zadaranê Bayel (عزاداران بیل), Weşanên Negah Pub, r. 88-91
Wergera Ji Farisî: Xeca Mamo
Jina Hecî Hesen wextê derket derve hîn nû sibeh zelal bibû. Îslam gerdêleya xwe anîbû ber devê pengavê, li benda Muxtar bû ku wê bi hev re biçûna Xatûnabadê, bo xitma xwîşka Hecî Enayet. Muxtar çûbû mala Xalê Hecî, dixwest ew jî bi wan re were. Lê Xalê Hecî xwe dibir û dianî. Ne bona ku Hecî Enayet jê re nebaş bû, hema hewl dida bi awayekî ji destê Muxtar bifilite, nişka dengê girîyên jina Hecî Hesen ji alîyê pengavê bilind bû.
Muxtar pirsî: “Ew kî ye digirî?”
Xalê Hecî got. “Erê, yek digirî!”
Xalê Hecî zûzka çû ser nerdîwana, serê xwe ji qulika dîharê derî dirêj kir û nihêrî. Dît ku jina Hecî Hesen, çarşefa reş li stûyê şidandî, ber devê avê xwe di nav xwelîyê de pehn kiriye, hema kulman li serê xwe dide û digirî. Îslam çend gav dûrê jina Hecî Hesen disekîne û matmayî lê dinihêre.
Muxtar pirsî: “Çi bûye?”
Xalê Hecî got: “Jina Hecî Hesen hatiyê ber pengâvê, li xwe dixe û digirî.”
Muxtar pirsî: “Çira?”
Xalê Hecî got: “Ez çi’zanim, dibe ku tiştek hatibe serê Hecî Hesen.”
Muxtar got: “Hecî Hesen ne li gund e, çûye Seyîdabadê bo paletîyê.”
Muxtar serê xwe rast kir û guh bel kir. Jina Hecî Hesen wisa dikir hawar û zarînek wisa jê diçû ku Muxtar îdare nekir xwe avêt derve. Xalê Hecî li ser nerdîwanê ma, cardin serê xwe ji qulikê re dirêj kir. Muxtar çer gihîşt ber avê Bayelî gişt rahiştin hatin. Şaş û ecêbmayî li jina Hecî Hesen û li rûyê hevdu nihêrîn. Îslam xwe bi ser jinikê de tewandibû, li dû hev dipirsî: “Çi bû? Çi qewimî?”
Jina Hecî Hesen bi zarîn got: “Wey bavo, wey bavo, wey bavo, xwelî li serê’m werbû! Xwelî li serê’m werbû!”
Ewil Pîrika Hurmet û Muxtar, paşê hemû Bayelî nêzîk hatin û lê dor girtin. Termê çivîkekê bi rûyê avê re diçû, masî li dorê çerx vedidan û misqalên donê wê ku bi ser avê ketibûn dadiqurtandin. Pîrika Hurmet hat li rûberûyê jina Hecî Hesen rûnişt û pirsî: “Hecî Tûba, Hecî Tûba, çi bûye xwengê? Ka hela bêje.”
Jina Hecî Hesen ku çav li cimaetê ket li erdê dirêj bû. Sûret lê qermiçî, serê poz şewitî û du rişteyên hêstir ji çavên wê herikîn. Muxtar xwe xûz kir û pirsî: “Pîrika Hurmet, mesele çi ye? Ha? Tiştek bi Hecî Hesen hatîye?”
Pîrika Hurmet got: “Nikare qise’ke, halê wê xerab e, mêr bila wêda herin, wêda herin, ka pînekî kevn bişewitînin bidin min.” Jina Ebbas pînekî şewitand û dayê. Pîrika Hurmet pîne girt û li hev pêça. Çirûskên agir tê de fetisîn û dûkî reş jê kişîya. Mêr çûn di binê dara bîyê de kom bûn. Jin hatin li dor Hecî Tûba bûn xelek.
Pîrika Hurmet got: “Destê wê bigirin, bihejînin.”
Du jin rûniştin, destên jina Hecî Hesen girtin û hejandin. Pîrika Hurmet pîne anî danî ber pozê wê. Lehzekî şûn de Hecî Tûba çavê xwe vekir, xwe rast kir, li derdorê xwe nihêrî û yekser girîyê pê girt, kûr kûr nalîya: “Wey bavo, wey bavo, wey bavo, xwelî li serê min bû.” Mêr nêziktir hatin, Muxtar jî hat, li nik Pîrika Hurmet sekinî û pirsî: “Ca pirs’ke, gelo belakî hatîye serê Hecî Hesen?”
Pîrika Hurmet got: “Hela qurçek av bidinê, avê nexwe nikare qise’ke.”
Muxtar nêzîktir hat û ji Hecî Tûba pirsî: “Xwîşkê ca binêr, Hecî Hesen sax û silamet e?”
Ji jinan yekî kasikek av anî, Pîrika Hurmet kasik girt û got: “Avê bixwe, avê bixwe da bikaribî qise’kî.”
Jina Hecî Hesen hinek xwe da hev û got: “Avê nexwim jî dikarim bêjim. Dikarim bêjim. Dikarim bêjim ku xwelî li serê min bû.”
Îslam ji mêran re got: “Teqez belakî hatîye serê Hecî Hesen.”
Mêran serê xwe hejandin. Pîrika Hurmet kasikê da destê xwişka Ebbas û şaşmayî got: “Avê nexwe jî dikare bêje? Avê nexwe çawa dikare bêje?”
Mêr li paş û jin li pêş nêziktir hatin, li dora jina Hecî Hesen kom bûn û bendewar sekinîn.
Xalê Hecî ji qulika dîharê derî bang kir: “Hecî Îslam, Hecî Îslam, xeber heye? Îslam bi destê xwe got huş. Hemû xwe xûz kirin. Jina Hecî Hesen bi goşê çarşefa xwe hêstirên xwe paqij kir û got: “Çêlek! Çêlek!”
Îslam pirsî: “Çêlek? Çi bûye bi çêlekê?”
Jina Hecî Hesen Got: “Bişev, bişev, çêleka Hecî Hesen bişev mirîye.”
Mêr metelmayî zivirîn li hevdu nihêrîn. Pîrika hurmet nişka ji ciyê xwe qil bû: “Çi? Te go çi?”
Jina Hecî Hesen got: “Serê sibê çûm ku av bidimê, dît li erdê dirêjkirî ye, nig ji ber çûye, dev tije xûn e.”
Mêr tev zivirîn li mala Hecî Hesen nihêrîn. Jin kirin pistepist, dayîka Fatime got: “Ya îmamê zeman!”
Têbîniya wergêr: Li vê gundê pir feqîr, Hecî Hesen çêleka xwe ji her tiştî, ji jina xwe jî pirtir hez dike. Piştî ku çêlek dimire Hecî Hesen “vediguhere” û dikeve şûna çêleka xwe. Xulam Huseyn Saedî bi zimanekî “hêsan”, realîzmê û “realîzma efsûnî” li kêleka hev dihûne. Haveynê xwe ji Kafka û Sadiq Hîdayet hildide. Mezelê wî li nik mezelê Sadiq Hîdayet e.[1]