Navê pirtûkê: Pırsa Kurdan (1891-1917)
Navê nivîskar: M. S. Lazarev
Navê wergêr: Têmûrê Xelîl
Wergera ji ziman: rûsî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stockholm
Navê çapxaneyê: Roja nû
Sala çapê: 1999
[1]
Lêkolina çavkaniyên ji deste pêşın bûye bingeha vê xebatê. Dokûmentên Wezireta Karên Der ya Rûsiya qeyserî ji bona me yên here gıranbûha ne. Ewana dı Arşîva Siyaseta Der ya Rûsiyayê (ASDR) da hene. Di fondên ASDR da gelek malûmatiyên giranbûha hene derheqa hal û demên Kurdistanê û navçeyên cinar da, ewana herwaha ali wê yekê dıkın, ku rola pirsa kurda di peywendiyên navnetewi da, siyaseta dewletan lı Rohilata Nêzik da binıne ber çava.
Malûmatiyên derheqa siyaseta hundur ya wan welata da, di nav nıvisarên wan konsûlên rûsa da hene, yên ku di navhendên rohilata Imparatoriya Osmanî û roava Iranê da kar dıkırın, wek nimûne, li Erzurumê, Wanê, Bitlisê, Bazidê, Bexdayê, Mûsilê, Tewrêzê, Ûrmiyayê (Rizayi), Xoyê, Soucbûlakê (Mehebad], Kêrmanşahê. Ew malûmeti pirani dı van fonda da hene: Balyoz xana lı Konstantinopolê, Textê Tirkiyê yê nû, Textê lranê yê B, Arşiva siyasi, Nivisxana wezireta karên der. Ew nıvisarên konsûla serkaniyên.