Nesim Sönmez
Kurte
Li Tirkiyeyê cara yekemin, di 10’ê meha Berfanbarê ya sala 2009’an de li Mêrdînê, di Zanîngeha Artukluyê de bi navê Enstîtuya Zimanên Zindî enstîtuyek hat avakirin û li vê enstîtuyê xebatên perwerdehiya zimanê kurdî dest pêkir. Li dû vê enstîtuyê, li hinek bajarên herêmê wek Mûş, Wan û Bîngolê jî enstîtu hatin vekirin. Avakirina van saziyên perwerdehiyê, ji bo Gelê Kurd tiştekî gelek girîng bû lewra van avakirinan kelecanek zêde zêde da hemwelatiyên herêmê û yên Tirkiyê. Dema ku ji bo serlêdanên xwendekarên lîsansa bilind îlan hatin dayîn bi sedan kes, bi kelecanek gewre, serî li azmûnan dan. Hinek ji wan di van azmûnan de bi ser ketin û dest bi perwerde ya xwe kirin. Wezîrê perwerdehiyê û Serokê Lijneya Hindekariya Bilind di serî de ji bo vê bernameyê digot ku: “Ên vê bernameyê xilas bikin dikarin bibin mamosteyê zimanê kurdî”. Bi sedan kesî ev bername xilas kirin lê mixabin ji wan tenê 28 kes bûne mamoste. Dîsa ji bo peydakirina mamosteyên ku di zanîngehan de dersan bidin, hewcedariyek mezin bi qadroyan hene. Ev jî pirsgirêkek gelek mezin e û li benda çareseriyê ye. Di hin zanîngehan de di bin banê Fakulteya Edebiyatê de, beşên Ziman û Edebiyata Kurdî hatine vekirin û hinek jî hêj li benda vekirinê ne. Di vî warî de jî gelek astengî hene û hewce ye werin çareserkirin. Ji bo çand û edebiyata kurdî beş hatine vekirin lê mixabin em dikarin bibêjin di warê cih, pirtûkxane, salonên xebat û konferansan, materyalên perwerdehiyê û hwd. de gelek kêmasî û pêdivî hene, hewce ye ev bên dîtin û bi lez bêne çareserkirin. Em di vê gotara xwe de dixwazin li ser van pirsgirêkan bisekinin û ji bo çareseriya wan hinek pêşniyazan bînin zimên. Heke ev pirsgirêkên ku di warê çand û zimên de hene, werin çareserkirin, em di vê baweriyê de ne ku; ji bo pêvajoya aştî û biratiyê wê îmkanên zor baş derkevin holê û bibin sedema biratî û aştiyê ji bo gelan.