Nesim Sönmez
Baba Tahir di navbera salên 937-1010’an de li derdora Loristan û Hemedanê jiyaye. Kevntir pirtûka ku behsa Baba Tahir dike ya bi navê “Rahetu’s-Sudûr we Ayetu’s-Surûr der Tarixê Alê Selçûq”e. Ev pirtûk di sala 599/1202’yan de ji aliyê Rawendî (Mihmedê Kurê Elî Silêmanê Rawendî) ve hatiye nivîsandin. Helbestên Baba Tahir di sedsala 19’an şûn de bal kişandine û lêkolînerên mîna; Clement Huart, Heron Allen, L. Leszcynski, K. Hadank, E.G. Browne, Edward-Brenton, Elızabeth Curtıs, Minorsky, li ser wî lêkolîn kirine. Baba Tahir, yekem helbestvanê Îranê ye û ew bingeha edebiyata Farisan e. Ew wekî yekem helbestvanê Kurd tê pejirandin. Herçiqas pêla edebiyata klasîk di cîhanê de li pişt wî bi sedsalan şûnde destpê kiribe jî, berhemên wî taybetiyên edebiyata klasîk dihindurînin. Ji ber vê yekê ew bingeha edebiyata klasîk ya Kurd û Farisan e. Helbestên Baba Tahir bi resenên xwe nemane û guherîn li ser wan de hatine. Ev rewş jî pirsgirêka zimanê helbestên wî derxistiye der. Li gorî baweriya lêkolîneran, zimanê helbestên wî bi zaravayê Lorî ye. Zimanê helbestên wî wekî Fehlewiyat jî hatiye navandin. Kevintir helbestên wî ji aliyê Bahauddîn Qûmî ve di sala 848/1444’an de hatine nivîsîn. Ev jî diyar dike ku helbestên wî yên ku herî kevn ên hatine nivîsîn û gihîştine destê me 434 sal li pişt mirina Baba Tahir hatine nivîsîn. Ev rewş jî pirsgrêka reseniya helbestan derxistiye der. Dibe ku beriya Qûmî helbestên wî hatibin nivîsîn lê belge û agahiyeke wisa niha li dest tune. Baba Tahir eşqeke dilsoz jiyaye û di nav wî eşqê de şewitiye. Çiyayê Elwendê sitargeha wî ye. Demên dur û dirêj li wir borandiye û ew der e cihê ku nêziktirinê yara xwe bûye. Li wir ji dilberê re helbestan rêzkiriye û ew her tim nalî ye. Ew di heyama xwe de mirovekî arif, navdar û xwedî keramet bûye. Her tim laşê wî derdkêş, dilê wî hesretkêş, ji ber xerîbiyê, bêriya yar û war kiriye û ji ber vê singa wî agirkêş bûye. Ew her demê xwe di nav êş û xemginiyê de borandiye û dermanê wî gihîştin û fena ne. Ew li her ku nêhêriye ji balabejna yarê nîşaneyek dîtiye. Herwiha gotiye ku ez dil û dilberê tevlihev dibînim ku ev gotinên wî ên di dubeytiyên wî de derbas dibin, eşqa wî ya Xwedayî û ramana wî ya wehdetê wicûdê radixin li ber çavan. Baba Tahir çawa ponijiye û çi hîs kiriye wisa jî jiyaye. Ew helbestvanê tesewifê ye. Xwe wekî rind û derwêş daye nasîn. Di dîrokê de cara yekem wî ji xwe re gotiye qelender.