Romana Dîrokî Wek Projeksiyona Daxwaz û Endîşeyên Îroyî: Xwendineke Muqayeseyî li ser Hawarê Dîcleyê û 3 Gav û 3darek Fexrîya Adsay
Destpêk
Bi awayekî giştî, pêşketina zanista dîrokê bi modernîzm û qewimînên siyasî ve eleqedar e. Tiştê ku mirovan sewqî rabirdûyê dike guherînên mezin û radîkal ên serdema wan e. Dema bi guherînên mezin re gelek tişt li bin guhê hevdû dikevin, rabirdû jî tê rojevê. Sedsalên 18 û 19an jî wisa ne. Lewre ew sedsalên guherînên civakî, aborî û siyasî ne. Taybetî di destpêka sedsala 19an de Ewrûpa ji aliyê siyasî ve serobin dibû û “şerên Napolyonî kîşwer kiribû yekperçe, dewra serxwebûna netewî vebûbû û her neteweyek ji xwe re ketibû pê rabirdûyeke îlhamdar û watedar” (Türkeş, 2011: 90). Ger dîrok mifteya têgihîştina guherîn an pêşketinan be, ji aliyekî ve dibe amûrê meşrûkirina guherîn an (pêş)ketinan jî. Mirov dikare bibêje ku dîrok ne tenê zanista zanîna rabirdûyê ye, ew zanista têgihiştina îro an tayînkirina dahatûyê ye jî. Romana dîrokî jî di encama hewcedariyek wisa de peyda bûye û di avakirina hişmendiya îroyî de xwediyê rolekê ye.
[1]
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,487 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!