Navê pirtûkê: Hikyatêd cimaeta Kurdîyê II
Navê nivîskar: Ji zarbêja nivîsî û hazir kir: HECÎYÊ CINDI
Cihê çapkirina pirtûkê: EREVAN
Navê çapxaneyê: Издательстоо АН Армянской ССР
Sala çapê: 1962
Lêkolîner û bispor û hostayê zargotina kurdî; Hecîyê Cindî (1908-1990), hem li Erîwanê û hem jî li tevahîya Sovyetê di warê zargotina kurdan de kesekî naskirî ye. Di vî warî de nêzîkî sed berhemên wî hene. Hikyatêd Cimaeta Kurdîyê jî ji wan berheman e ku salên sîyî hatine berhevkirin, lê ji sala 1961an heta 90î peyderpey li dû hev wek 6 berg bi tîpên kirîlî li Erîwanê hatine çapkirin . Weşanên Rûpelê jî her mîna çapa orîjînal a kirîlî, ew ê li ser şeş bergan çap bike. Her şeş berg li ser hev nêzîkî hezar û pênc sed rûpel in. Di her şeş bergan de nêzîkî 240 çîrok û serpêhatî hene, wek: Mîrze Meheme, Keçelok, Gulbarî, Dawid Pêxember, Silqo, Silêman Pêxember, Şemo, Keçika Famdar, Çîroka Teyrê Sîmir, Çilkezî û hîn gelekên din. Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr ew ji bo Weşanên Rûpelê ji kirîlî veguhestin ser tîpên latînî. Ev tekstên ku Hecîyê Cindî 70-80 sal berê, gund bi gund geryaye û ji nav xelkê berhev kirine, li gel xweşîya çîrokan, her weha fikr û ramana civata kurdan a wê demê jî derdixe holê û rewşa kurdî ya wê demê jî radixe ber çavan. Araştırmacı ve Kürt folklorunun usta yazarlarından Hecîyê Cindî (1908-1990), Erivan'da olduğu kadar Sovyetlerde de Kürt folkloru konusunda tanınan bir kişiydi. Folklor, halk bilimi ve Kürt folkloruyla ilgili 100'e yakın eseri vardır. Bu araştırma ve derlemelerinin bir kesimini oluşturan Hikyatêd Cimaeta Kurda 1930'lu yıllarda derlenip, 1961'den 1990'a kadar peyderpey 6 cilt halinde Kiril alfabesiyle Erivan'da yayınlanmıştır. Rûpel yayınları da toplam 1500 sayfaya yakın olan bu eserleri orijinaline uygun olarak Latin alfabesiyle 6 cilt halinde yayınlamayı planlamıştır. Tüm ciltlerinde toplam olarak 240 masal vr hikaye yer almaktadır. Mîrze Meheme, Keçelok, Gulbarî, Dawid Pêxember, Silqo, Silêman Pêxember, Şemo, Keçika Famdar, Çîroka Teyrê Sîmir, Çilkezî ve daha bir çok hikaye kitapta yer almaktadır. 70-80 yıl önce köy köy dolaşıp derlediği bu hikaye, masal vb. eserler o dönemin toplumsal yapısını, toplumun bir çok konudaki düşüncelerini, o dönemin Kürtçesini araştırmak için önemli bir kaynak niteliğindedir.[1]