PEXŞAN Û CERIBANDIN DI EDEBIYATA KURDÎ DE
Kenan Subaşı
Di edebiyatê de têgehên mîna pexşan û ceribandinê gelek caran tên bikaranîn. Helbet her yek ji van têgehan pênaseyeke xwe û di edebiyatê de temsîliyeteke xwe heye. Di vê gotarê de armanc ew e ku di edebiyata kurdî de wek binavkirina têgehî cudahiya di navbera pexşan û ceribandinê de çi yeDîrokçeya wan her du cureyan digihîje heya kîjan serdemê? Taybetiyên wan çi ne? Mînakên wan ên şênber çi ne û nivîskarên ku di vê qadê de nivîsîne kî ne . bide zanîn. Di serî de me ev her du cure pênase kirin û da zanîn ku pexşan nivîsandina bê riste ye û nivîsarên bêriste dikevin vê kategoriyê û her wiha ceribandin jî ew cureyeke edebî ye ku wek rêbaza pexşankî tê nivîsandin, lê belê li gor cureya xwe xwemaliyên xwe yên edebî hene. Ji ber ku mesele zelatir be me hin mînakên her du cureyan hem ji edebiyata cîhanê hem jî ji edebiyata kurdî nîşan da. Me di dawiya vê gotarê de jî li ser çend ceribandinên kurdî nirxandinek pêk anî û em gihiştin wê encamê ku ceribandin wek warekî serbixwe di edebiyata kurdî de cihekî qedîm û xurt digire. Bêjeyên Sereke: Edebiyat, Kurdî, Pexşan.[1]
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,131 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!