Navê pirtûkê: Konferansa Xebatên Kurdî
Navê nivîskar: Weqfa Îsmaîl Beşîkçî
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Ronî
Sala çapê: 2013
[1]
Hevalno, li gor bîst sal, sîh sal berê îro em rehettir dikarin li ser pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bipeyvin û gengeşî bikin. Ev, yek ji serencamên herî girîng ên îro ye. Bêguman ji bo vê yekê heta îro gelek bedel hatin dayîn. Him nivîskaran, him tevgera gerîlla û têkoşîna sext a Kurdan a beriya tevgera gerîlla gelek bedel da û piştî van bedelan îro em bi awayekî rehettir û azadtir li ser vê pirsgirêkê dipeyvin û gengeşî dikin. Bi baweriya min ev tespîteke girîng e.
Hevalno serokwezîr du sal berî niha di mijara Dersimê de, di mijara jenosîda ku li Dersimê pêk hatiye de bêguman bêyî ku peyva jenosîdê bi lêv bike.