ANALÎZA KURMANCIYA DEREGEZA XORASANÊ LI GOR HÊMANÊN ZIMANNASIYÊ
Mehdi Jafarzadeh
Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê
Mêrdîn, 2017
Dema mirov bala xwe dide ser zimanê kurdî, şêweyên cihêreng û diyalektên curbicur tên bihîstin. Li her welatekî ku kurd lê dijîn zimanê wan jî ketiye bin tesîra zimanê wî welatî. Ji ber nebûna sîstema perwerdehiyê zimanê kurdî li gelek herêman pêş neketiye û biroj (update) nebûye. Gelek caran dema kurd li ser mijareke modern diaxivin, di zimanê xwe de kêmasiyê dibînin û bi zimanê ku pê perwerdehî dîtine rahettir dikarin xwe derbibirin. Ev mesele ji ber gelek sedeman rojbiroj kûrtir jî dibe. Li Xorasanê jî gelek kurd, ji zimanê xwe dûr ketine û êdî zarokên kurd bi zimanekî din diaxivin. Dayîk û bavên kurd jî helbet li ber vê meseleyê xemsar in û nediyar e gelo ayendeya kurmanciya herêma Xorasanê dê çi bibe. Kurdên Xorasanê piranî kurmancîaxêv in û devoka wan kurdiya bakur ango kurmanciya jorîn e. Li gor dîrokê, niha çend sede ji koçkirina wan ber bi Xorasanê ve, derbas dibe. Li gor amarên nefermî zêdetirî milyonekê kurd li Xorasanê dijîn ku hîn piraniya kesên mezintir ji 20 salan, kurdî diaxivin yan jî fam dikin. Ev lêkolîn hewldaneke biçûk e ku dixwaze behsa zimanê kurdiya kurmanî ya herêma Deregeza Xorasanê bike û kurmanciya wê herêmê wesf bike. [1]