HEVPEYVÎNA AMÎDA KURDÊ BI MAMOSTA EZÎZ Ê CEWO RA 1-4
Amida Kurd: Mamoste, careke dinê dem baş!
Ezîz ê Cewo: Dem baş, slavên min ji we û xwendevanên we r’a!
Amida Kurd: Wek mijar, me bi te re pirsgirêkên êzdîtîyê di tevahîya xwe de nirxandin, mamoste. Spas ji bo keda te di vî warî de – ji gotarên te yên zanistî yên balkêş û pirtûka te ya hêja ya “Êzdîtî: divê mirov rastîya wê li ku bigere”, heya bê-derê vê hevpeyvîna me ya bi te re! Bi rastî, me digot, qey bi xeleka berî vê re, (ya V) emê vê hevpeyvîna xwe bidawî bikin... Lê, wek ku di nav gel de tê gotin: “Tivdîra malê di bazarê da deerbaz nabe!” Xwendevanên me qala terefekî vê pirsgirêkê yê dinê jî dikin. Ew dipirsin, ka gelo çima, ew êzdîyên ji ber tevkujîyên dagerkeran û îslamîyên fanatîk filitîbûn û demekê di Komarên Kafkasîyayê yên Sovêtê de êzdîtîya xwe parastibûn û pêş diketin, bi berekê va dest ji ola kal û bavan berdidin û didin dû terîqetên xirîstyanîyê yên wek Govanîya Yahova û yên dinê... Û di vî warî de bi taybet rola Komara Ermenîstanê ya neyînî destnîşan dikin..
Ezîz ê Cewo: ... Belê, wisan e, ew jî beşekî vê pirsgirêka giştî yê girîng e! Û mirovê nikaribe bibêje, ku hemû t’erefên vê pirsgirêkê hatin nirxandin, eger r’ewşa êzdîyên Sovêta ber li ber ç’avan neyê girtin. Wek ku tê zanin, evê civaka gelê me di p’arastina çanda net’ewî da r’ola xwe ya girîng lîstye, lê îro di nava alozîyekê da jîyan dike... Hûn jî, xwendevan jî mafdar in – divê ew r’ewş, a ku îro êzdîxaneya vê herêmê têda dijî bê nirxandin..
Lê berî ku em destbi nirxandina vê r’ewşê bikin, çend pirsên xwendevan hene, bi destûra we, em bersîva wan bidin, paşê vê mijara govtûgoya me bi nirxandina r’ewşa êzdîxneyê û êzdîtîyê di Sovêta berê da bi dawî bikin..
Weha, Şengul Sefer ji Îzmîrê vê carê jî dipirse: “... Mamoste, di nivîsên te de em dixwînin, ku di dema xwe da bi Şêx Adî re êzîdîyên sofî yên misulman jî hatine nava êzdîyan, û di nava wan de wisa jî yên ereb hebûne. Wisa jî tu dibêjî, ku beşekî wana bi demê re ji hêla zimên ve helyane, lê wanaa sofîtîya xwe parastine... Mînakek jî balkêş e, ku hinekan ji wan heya îro jî “erebîya xwe ya şamê” parastin e û zarokên wan hê jî bi wî zimanî diaxivin... Ev hemû heya radeyekê tê fêmkirin, lê tiştek nakeve heşê min – ma êzdîyan çwa ew di nava xwe de bi rengê wan ê îslamî qebûl kirine û heya di bin bandora wan de hemû bingehên ola xwe ya kevnar, a ku hîç pêwendîya xwe bi îslamê û sofîtîya wê re nîne, guhartine?... Û pirsa dinê jî, ew a ku Pîr Dîma dibêje, ku “... ezditi ne tene bawerya kurmaciaxevan bu, le bele gelek erebiaxev u aramiaxev ji bune ezdi...”, naha mirov evê çawa tê bigihîje, gotina wî di derbarê êzdîyan da ye, an di derbarê êzîdîyên sofî da? ...”
Û, bi r’astî jî, evana pirsne balk’êş in, û bersîvên wan ên heşmendî jî hene!
Em bên ser beşê yekem ê pirsa Şengula hêja: “... ma êzdîyan çwa ew di nava xwe de bi rengê wan ê îslamî qebûl kirine û heya di bin bandora wan de hemû bingehên ola xwe ya kevnar, a ku hîç pêwendîya xwe bi îslamê re nîne, guharine? ..
Eger mirov evê pirsê bi dîrokî binirxîne, divê ji r’ewşa êzdîyan a wê demê destpê bike. Ma wê demê êzdîyên di nava dorpêç’a îslamîyan da, di bin metirsîya êrîş û fişaran da, çi ji destê wan dihat û çi dikaribûn bikirana?... Û, lewra jî, ya yekem, êzdîyên di wê r’ewşa xwe ya bêç’are ya wê demê da ew êzîdîyên sofî-îslamî heya r’adeyekê ji xwe r’a kirin wek sîwanekê, ji bo ku di bin wî navî da heya demekê xwe ji t’unekirina fîzîkî bip’arêzin... Lê ew, a ku wana hêvî dikir, ku dê her heya demekê bidome, p’ir’ dieêj k’işand û di bin metirsîy kuştin û t’alanê û êrîşên ji der û hindur’ va da, derfet çêbûn, ji bo ku êzîdîyên sofî-îslamî di nava civaka êzdîyan da bawerîya xwe (sofîtîya îslamî) bidin pêş... Û, dema wan êdî r’engê xwe yê sofîtîyê bi r’êya sîstêma Şêx Adî (Mala Adîya!) dan êzdîtîyê, ew di nava civakê da bûn serdest. Û piştr’a, dema di navbera wan (êzîdîyên sofî) û t’erîqetên dinê yên îslamê da şer’ derdik’etin, êzdî jî dibûn gorîyên waan şer’ên wan ên navxweyî... Ji bilî vê, ya duyem, di nav êzdîyan da êdî bi hatina Şêx Adî r’a hewayeke nerm a bê berxwedan hatibû amadekirin... Dibe ku hinek bipirsin, ma êzdîyan nizanibûn, k’a Şêx Adî k’î ye? – Belê, helbet, dizanibûne, lêbelê,... “ eger p’êwendîyên Şêx Adî hê di dema zar’otîya wî da bi civaka êzdîyan r’a nînbûna, êzdîyan ew nas nekiribûna, û ev jî nebûya sedem, ku ew bi hêsane ji hêla wan va wek “mirovê xwe” bê p’ejirandin,[5] û bi zarê xwe yê şêrîn ewî xwe nekiribûya dilê wana (pêşîyên me gotine: “Bi zarê şêrîn maran ji qulê derdixin! ”), û, ya here sereke, r’ewşa êzdîyan a giran û bêç’are nînbûya, û, eger ew jî weke yên berî xwe bi şûr û sotin li ser êzdîyan da hatibûya, êzdîyan dê berxwebidana, wê xwe bidana kuştin, lê S’targeha ola xwe ya navendî wê nespartana wî û dê îro jî ne di vê r’ewşê da bûna.. ” .
[1]