Di Şerê Taybet De Şerê Derûnî Neqle Mêjiyê Pêk Tîne
Şerê taybet dema kuli hemberî gel şerê derûnî daye meşandin, piştgiriya eşîr û avahiya hevkaran girtiye. Hatiye xwestin ku taybetmendiya azadiya netewî ya Têkoşîna #Azadi#ya #Kurd# bin sihê de were hiştin, bi Kurdên hevkar re ev armanc were şilokirin. Nexwe hêzên çete-cerdewan, avabûnên weke PDK’ê bi daxuyaniyên ku li ser vê esasê dane xwestine enî û zanista netewî parçe bikin, hîn bi awayekê hîn rasttir, li gor vê armanca şerê taybet tevgeriyane. Di encam de niha PDK’ê weke provakasyona herî mezin a ku li ser netewbûna Kurd tê ferzkirin û astengiya herî mezin a li pêşiya netewbûna Kurd rîsta xwe berdewam dike, pratîkekî ku li gor armanca afirandina wî ye dimeşîne.
Bi vê awayê şerê taybet, bi şerê derûnî yê ku pêşdixe hewil dide ku gerîla, gel û beşên ne alîgir ên li gor xwe li holê dibîne bixe bin bandora xwe.
Li aliyekî ev tên jiyankirin, li aliyê din jî li hemberî tevgera gelê Kurd û serhildanên ku pêş dikeve hewil dide di nav gelê Tirkiyê de şovenîzmê pêş bixe. Bi vê awayê, bi rêka şovenîzmê hatiye xwestin ku faşîzm li Tirkiyê bi gerdûnî bibe, Tirk derkevin pêşberî Kurdan û ji bo Kurd in însana kirine dijmin. Hatiye xwestin ku Tirkên ku Kurdan weke dijmin dibînin, bibin hêzekî ku li hemberî wî şer dike. Di encama tehrîkên ku hatne kirin de, li gelek deverên cûda yên Tirkiyê de, êrişên li ser taxên Kurdan pêk hatiye. Di salên 90’î de ji ber ku Kurd in gelek kes hatin lînçkirin, mal û cihên kar hatin şewitandin, talankirin û koçberî li ser gelek kesan hat ferzkirin. Li Çanakkale, Entalya, navçeyên Mugla, Mersîn, îzmîr’ê bûyerên bi vê rengê hatiye jiyîn. Partî hatine girtin, parlementer hatine girtin. Rojname hatine bombebarandin, kovar hatine girtin. Ev hemu jî bûne şêweyên şerê taybet ên piştî salên 1990’an li hemberî Kurdan hatiye pêşxistin. Bi vê şêwazê pêşxistina şerê taybet, li ser hîmên cûda nîqaşkirina şerê taybet jî bi xwe re aniye. Bi taybet jî di pêvajoyên Doxan Gureş, Tansu Çiller, Mehmer Ağar de şerê taybet, di berfirahiya ku me daye diyarkirin de weke şerê topekun hatiye bidestgirtin.
Di pêvajoyekî ku Kurd bi gerîlayên xwe, bi serhildanên ku pêşxistine bi giştî tînin ser ziman ku vejîn bi temam bû, dirûşmeya ‘Dora Rizgariyê Ye’ xistine rojevê; TC bi dijmin nîşandan Kurdan, şerê taybet topyekun kiriye. Ev tê wateya êrişên aborî, siyasî, birdozî û çandî, ango êrîşên di hemu qadên jiyanê de tê pêşxistin. Bi taybet, şerê taybet ê ku piştî pêvajoya 1990’an hatiye meşandin, pêvajoyekî ku hîn bi awayekê profesyonel hatiye meşandin, stratejîk hatiye bidestgirtin û bi sepanan hatiye pêşxistin e. Ango heyanî hûrguliyên zirav ên gerîla girtine dest û ji wê derê li gor xwe encaman derxistine. Li gor vê pirsa ‘divê li hemberî gerîla çi were kirin’ ji xwe pirskirine, peyîtan derxistine. Weke encamekî vê jî biryar dane ku ‘Artêşa Taybet’ pêş bixin. Di vê xalê de ji bo avakirina artêşa profesyonel, taybet biryaran girtine. Dîtine ku dema bi hêzên mezin êrişî li ser gerîla dikin, encam bidestxistin zehmet e. Ji vê yekê gihiştine encamên ku ‘divê tevgerên taybet werin avakirin’. Piştre ji aliyê hêzên operasyonê yên ku navê ‘tevgera yekîneyên firoker’ lê kirine, li ser vê bingehê di salên 1997-1998’an de êrişên xwe zêde kirine. Li #Kurdistan#ê bihêzkirina mekanîzmayên şerê taybet û zêdebûna sûcên şer, rastiya bûyîna çete-dewletê hîn diyarker kiriye. Dewletê ku di nav xwe de çeteyên sûcê ava kiriye, her ku çûye bi van çeteyê sûcê re di nav yekbûnekî de veguheriye pêkhateyekî. Parçekirina cenazeyên gerîlayan, di dawiya panzeran de girêdan û xirikandina wan, pêkanînên hov bi qasî belavkirina tirsê, tirsonekbûna ku ji ber sûcên hatiye pêkanîn dexistiye holê, hemu avahiyên dewletê dorpêç kiriye. Amurên şerê taybet berhemê kesên ku wî bikar tîne ye, lê xwedî qabîleya ku bikaribe wî kesî bikşîne asta ku neyê venêrînkirin. Erdoxanê faşîst ê ku bi tegihên Îlama nerm, dilnizm derket rê, niha ji derveyî sepanên çete yên ku xwe dispêre vê ti rastiyê penase nake. Di derfetên niha yên dewletê de bûyîna desthilatdar, bi bûyîna çeteyên tam temam re weke hev e.
Bi awayekê topyekun şêwegirtina şerê taybet jî, hatiye wateya di yek qenalê de komkirina artêş, polîs, hêzên kontra partî, meclîs, beşên faşîst ên piştgiriyê jê digre ango bi giştî her tiştê êrişkarên ku Dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd pêşxistiye û tê wateya di çarçoveya mutabaqata netewî de bidestgirtin û berdewamkirina vê. Şerê taybet ê ku piştî salên 1990’an şêweyekî bi vê rengê girtiye, bi desthilatdariya faşîst a AKP re bi şêweyekî nû xwe derxistiye holê. Ji ber vê ye ku, ji desthilatdariya AKP re ‘hikumeta şerê taybet’ tê gotin. Bi vê pêvajoyê re AKP berpirsiyariya siyasî ya şerê taybet hilgirtiye. Di merheleya niha de jî şerê taybet, di bin berpirsiyartiya AKP’ê de tê meşandin. Ji vê merheleyê şûnde jî dê şêweyên nû yên şerê taybet çêbibin. Ji ber vê niha rejîma şerê taybet li ser nîqaş dike ku wê çawa li hemberî PKK’ê şer bike, têkoşîna me çawa bisekinê ango dê çawa bitepisîne û biryarên nû digre. Artêşa profesyonel a taybet jî ji ber vê yekê nîqaş dike. Dîsa di asta hejmarî de biçûkkirina artêşa Tirk anîne rojevê. Ketina nav lêgerînên pêşxistina modelek nû ya ku xwe dispêre beşekî uşak ê ku Kurd bûna xwe înkar dike. Wisa ku, bi şixulandina heftê parlementerê Kurd ê di nav AKP de; heyanî gotina ‘partiya herî mezin a Kurd ez im’ hewil dana ku biçin.
AKP dixwaze vê şerê taybet ê berpirsiyariya wî ya siyasî hilgirtiye bi hîmên leşkerî, îstîxbaratî, derûnî bimeşîne. Îro bi dehan rojname û qenalên televîzyonan xistiye bin xizmeta xwe de û bikar tîne. Heya roja me ya îro şixuladina amûrên ragihandin-çapameniyê ti caran ewqasî di bin yekdestiyê de kom nebûbû. Di vê mijarê de qomîsyon û komên şerê taybet ê derûnî tên avakirin. Bi spartina projeyên ku ev kom pêş dixin jî, hewil tê dayîn ku civak were rêvebirin. Heta bi vê jî têr nabin, bi rêbazên zirav sîxur tên bikar anîn û tê xwestin ku aliyên muxalîf were rêvebirin, helandin û bêbandorkirin. Di encama hilbijartinên heremî û giştî de ev bi awayekê pir zelal hatiye jiyîn. Di vê mijarê de belgeyên ku ji raya giştî re hat belavkirin çêbû. Di wan belgeyan de deret holê ku AKP’ê û kesên ku piştgiriya AKP’ê dikin çi kirine.
Ev hemu jî dibin şêweyên şerê taybet ên di derfetên roja me de. Em dikarin bi hîmên civakî, siyasî, leşkerî sepanên şerê taybet bi vê awayê derbixin holê. Li vê derê tişta ku divê were fêmkirin ew e ku di derfetên niha de hîmê herî berfireh û herî xeter ê şerê taybet, hîmê leşkerî nîne. Di merheleya niha de ev hatiye derbaskirin. Sedemê ewqas li ser 12’ê Îlonê sekinandina me ev yek e. Di qada aborî de berê xwe dide, di qada civakî de berê xwe dide, di qadên çandî û birdozî de berê xwe dide. Yek bi yek heyanî kesan civakê parçe dike, wê çawa ci cewherê xwe dûr bike û bixwe bin bandora xwe li gor vê polîtîqayan pêş dixe û wisa berê xwe dide. Di roja me de şerê taybet ev e. Mînak em televîzyonê temaşe dikin. Televîzyona ku em temaşe dikin heyanî dawiyê amûrekî şerê taybet e. Ji bombeya atomê hîn xetertir e. Bombeya atomê, dibe ku li cihê lê dikeve bi qasî hecmê xwe xirab dike. Lê tegîha ku jê re tê gotin televîzyon heman demê de dikeve milyonan malan û li her malê bandora bombe dike. Rê dide fêrbûnên civakê, li ser şêwegirtina kesayetan, axiftina wan, cil û bergê wan bandor dike. Bi vê awayê civakê dike bin bandora xwe. Şerê taybet bi şixûlandina şerê derûnî neqle mêjiyê pêk tîne.
Weke ku di serhildan û berxwedaniyên Kurd de jî pêk hatiye, sepanên şerê taybet ji dîrokê hey roja me her tim di meriyetê de ye. Kontgerîla, xiyanet, teşhîr, qomplo, hevkarî û her wekê din rêbazên mîna van tenê çend ji van rêbazan e. Dewleta Tirk ê ku serhildanan bi rêberên berxwedanê pêkutiye, manîfestoya xwe ya şerê taybet di 24’ê Îlona 1925’an de bi navê Zagona Şar Islahat derxistiye. Ev plan di roja me de bi Plana Çok Tewandinê re weke hev e. Kûrtasya planê jî weke koçberkirin, perwerdekirin û îmha hatye formulekirin. Weke ku ji navê van planan jî tê fêmkirin, armanc bi perwerdekirina gelê Kurd çok tewandina wê ye. Bi belgeya ku di sala 1925’an de hatiye weşandin, qomplo hatiye pêkanîn. Ji qomploya Tirk ê Spî şûnde, her cûre nav û mîrateya girêdayî Kurd, Kurdistan û Kurdbûnê carekî de hatiye qedexekirin, hatye xwestin ku ji têgîhbûnê were derxistin.
Di roja me de şerê taybet wisa tê meşandin. Bi derfetên ku pêşkeşî civakê dike, bi televîzyonan û bernameyên ku li ser televîzyonan tê weşandin vêya dike. Ev çi ye? Mînak li ser televîzyonê rêzefîlmek heye. Pêyven ku tîp, aktorên ku di van rêzefîlman de diliyzin, roja din di nav devê piraniya civakê de ye.Wisa ye ku wê însan ji çi re bikenin, çi bo çi wê bigrin, wê bi kîjan pêyvan biaxifin, dîsa bi kîjan zerawayê wê biaxifin, wêçi li xwe bikin ev hemu û jê zêdetir jî bi rêya telvîzyonan tên diyarkirin. Ev hemû jî plansaziyên şerê taybet ên li ser civakê ne. Ji ber vê yekê divê şerê taybet, tene weke şerekî di qada leşkerî de neyê fêmkirin û wisa neyê nirxandin.
Navê wî şer e. Têginekî leşkerî ye, lê di roja me de şerekî ku hêzên desthilatdar, dagirker, ji bo mayîndekirina desthilatdariyên xwe li hemberî hemu civakê, di hemu qadan de dişxulîne ye.
Armanca şerê derûnî ev e. Herikandina zanebûna însan e, rêvebirina zanebûnê ye, şikandin û dîlgirtina vînê ye, bandorkirin e, anîna rewş û şêweya ku tê xwestin e. Ev li hemberî civakê bi awayekê pir belavî tê meşandin.[1]