Serdema perwerdehiyê dest pê dike ku li Rojava jî #Zanîngeha Rojava# dest bi qeydkirina xwendekaran kir. Va ye rewşa nû:
Li Rojava, di bin banê Zanîngeha Rojava de 10 fakulte hene.
DEM HETA 22’YÊ MEHÊ YE
Peymangehên Pêwendî, Mekatronîk, Komputer û Endezyarî jî bûne fakulte. Îsal beşa Biokîmya jî li fakulteyan zêde bûye.
Serdema perwerdehiyê ya sala 2022-2023’yan li Rojava jî li benda dest pê kirinê ye. Niha Zanîngeha Rojava dest pê kiriye xwendekaran qeyd dike. Xwendekar heta 22’yê mehê dikarin xwe li zanîngehê qeyd bikin.
EZMÛN RABÛN
Serokê Navenda Hevyazbariyê ya Zanîngeha Rojava, Mihemed Şêxmûs ji bo Ajansa Hawarê gotiye ku mufadeleya îsal, ji sala bihurî cudatir e, ji ber ku sala bihurî berî ku xwendekar bikevin fakulteyê, di ezmûnan re derbas dibûn, lê îsal ew ezmûn hat rakirin.
DÎTINA XWENDEKARAN
Du xwendekaran jî ji bo ajansê wisa gotiye:
- Xwendekar Mehmûd Mihemed ji Hesekê ye, dibêje, “Em ji bo tomarkirina mûfadeleyê hatine. Ev sala xwendinê hêsan bû, pileya min ji sedî 93 ye. Min navê xwe li beşa hiqûqê da tomarkirin, îsal tu pirsgirek di mufadeleyê de tine bûn û ev sal gelekî baş bû.
- Xwendekar Merwa Silêman ji bajarê Qamişlo ye, ew dibêje, “Min navê xwe di beşa Endeziyariya Çandiniyê de tomar kir. Îsal tomarkirina mûfadelê baş bû, pileya min ji sedî 83 ye.[1]