Komîna Fîlm a Rojava bi hevkariya bi Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê re fîlma #Kobanê# li hola Çand û Hunerê ya bajêr pêşan da.
Bi dehan şêniyên Minbic, endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Minbic, nûnerên ji partiyên siyasî li hola çand û hunerê ya bajêr kom bûn ku li fîlma Kobanê temaşe bikin.
Naveroka fîlmê li ser destena lehengane û bûyerên dîrokî yên şerê Kobanê li dijî çeteyên #DAIŞ#’ê ku di 2014’an û 2015’an de rû daye. Di wî şerî de yek car DAIŞ hate şikandin û ew çirûska destpêkê ya bidawîbûna DAIŞ’ê li herêmê bû.
Cara yekemîn, fîlm Kobanê li Kobanê hate pêşandan, piştre li Tebqa. [1]
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,813 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!