ÇEND TÊBÎNÎ DI DERBARÊ PIRSÊN R'ASTNIVÎSÎN Û R'ASTAXAVTINÊ DA
Aziz Mamoyan.
Her zimanek qanûnên xwe yên hindur’în hene, û anegorî wan qanûnan jî t’evaya sazîya zimên, wek sîstêmekê, ava dibe. Anegorî wan qanûnan awaz, p’eyv, p’eyverêz û hevok tên hevhûnandin, û axavtin pêk tê…
Ji bo ku ew qanûnan bên naskirin, têgihîştin û bi zanistî bên tomarkirin, sedsal bihurîne… Û, dema nivîs p’eyda bûne, hinek kesên xwendî r’aman û zanînên pêwîst hewl dane wan qanûnên hindur’în ên zimên tê bigihîjin, derxin zanebûnê û bi sîstemî t’omar bikin, ji bo ku mirov bikaribin bi zimanê xwe bê şaşî û kêmasî biaxivin û binivîsin. Û di encamê da r’êziman p’eyda bûye, wek t’omarîya qanûn û r’êzikên zimanê konkrêt. Hema ev jî bûye bingeh û hêman, ku mirov bikaribe hem r’ast biaxive û binivîse, hem jî r’esenî, paqijî û ahengîya hindur’în a zimanê xwe dip’arêze. Di nava wan qanûnan da, ji bo encama dawîyê ya pêkanîna axavtina zarkî an nivîskî ya r’ast û durust, qanûna r’astnivîsîn û r’astaxavtinê (orthography & orthoepy) cîyê xwe yê t’aybet heye. Ango, ew, k’a mirov p’eyvan çawa dinivêsin, çawa bi wana hevokan dihûnin û paşê jî çawa dixwînin, p’ir’ girîng e… [1]