Dahûrîna Romana Kurdê Rêwî Ya Sehîdê Îbo.
mehmet yıldırımçakar.
Kürd Araştırmaları Dergisi, 2021.
Romana Sehîdê Îbo -Kurdê Rêwî- li gundekî Qersê, gundê Qereqoyînê, di destpêka sedsala bîstem de derbas dibe. Naveroka romanê li ser jiyana rojane ya êleke kurdên êzdî, êla Ortiliya ye. Roman bi awayekî berfireh behsa ‘urf, edet û baweriyên êlê dike, rewşa sosyo-polîtîk a serdemê radixe ber çavan. Bi awayekî kronolojîk behsa şerê cihanê yê yekem, Şoreşa Cotmehê, vekişîna leşkerên rûs a ji bajarê Qersê, koça kurdên Êzdî -li ber zilma Romê - ya ber bi Kavkazê ve dike. Roman li ser îdeolojiya realîzma sosyalîst ava bûye. Ji aliyekê ve qala xirabiyên feodalîzmê dike ji aliyê din ve jî mizgîniya Şoreşa Cotmehê dide. Jiyana rastîn a gundiyên kurd û ermenan, zulm û zordariya axa, pîr û giregiran a li ser wan gundî, pale, xulam û kesên ‘kesîv’ bi awayekî rasterast radixe ber çavan. Roman teşkîlatkirina fikrê Marksîzmê, belavbûna wê ya bi zor û zehmet û bi awayekî veşarî [dizîka] ya li nav gel dide nîşan. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=440190&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between= Ji bo xwendina gotarê bikirtînin: Dahûrîna Romana Kurdê Rêwî Ya Sehîdê Îbo=KTML_Link_External_End=