Pêşîyên #Kurd#an ji bo berhemên pîroz “kitêb”, ji bo yên din “#pirtûk#” gotine. Ez ê jî di vê nivîsê de gotina “kitêb”ê bi kar bînim.
Di dîroka mirovahîyê de gelek metn û pirtûk rasterast wek kitêbên muqedes (pirtûkên pîroz) hatine dîtin û bi hezar salan bandoreke mezin li civak û miletan kirine. Tewrat, Zebûr, Incîl, Quran, Vîda, Trîpîtaka, Wou Kîng, #Avesta#, Mushefa Reş, Serencamname hinek ji wan in.
Peyva pîrozbûnê bi xwe pêşbiryarekê pêk tîne û gelek derî û paceyan li ber têgihîştinê digire. Xwendina kitêbên muqedes pirî caran mirovan ji rastîyê dûr dixe. Lê bi mêzîna eql û zanistê, bersiva gelek pirsan jî di xwe de dihewînin.
Roja yekê ya Remezana 2022yan min Kitêba Muqedes girt destê xwe û tê de derketim rêwîtîyekê. Li gor bawerîya misilmanan Quran di Remezanê de daketîye. Lewma misilman herî zêde di Remezanê de Quranê dixwînin. Lê çi xwendin! Li vê rasthatinê bişirîm. Ji ber ku bi salan e min di Remezanan de Quran xwendibû! Vê carê kitêbeke din li ber destê min e. Navê wê Kitêba Muqedes e; lê helbet ez ê weke bawermendekî nexwînim.
Kitêba Muqedes ji Tewrat, Zebûr û Incîlê pêk tê. Ji bo herduyên pêşî Peymana Kevn, ji bo Incîlê jî Peymana Nû tê gotin. Peymana Kevn, kitêba muqedes ya Cihûyan e. Bi Ibranî û Aramî hatîye nivîsîn. Ji 3 beşan pêk tê: Pirtûkên qanûnê (5 kitêbên Mûsa), Pêxember û pirtûkên dîrokê, mezmûr. Peymana Nû (Incîl) bi Grekî hatîye nivîsîn û bi giştî ji jîyannameya Îsa û peyrewên wî pêk tê. Fille, herdu peymanan jî muqedes dibînin.
Dema mirov Kitêba Muqedes bigire destê xwe, divê ne li benda pirtûkeke weke Quranê be. Ne bi şêwaz, ne bi naverok. Tenê Zebûr ji ber helbestkî ye, dişibihê. Naxwazim danberheva Quranê û Kitêba Muqedes bikim. Lê cudahîya herî dîyar ev e: Qur’an bi zimanê xwedê diaxive û metnekî krîstalîze ye. Kitêba Muqedes bi zimanê mirovan e. Bi qencî û xirabîyên xwe li hemberî me dîmenekî mirovî heye. Xwedê jî antropomorfîk e. Hinek caran Mûsa qehra wî aş dike… Pêxember mirov in; ne milyaket. Guneh û sûc û qusûrên wan hene. Dawid dema Bat-Şeva dibîne dil dikevîyê, mêrê wê Ûrîya dişîne sengerên şer yên mirinê, piştî di şer de dimire, bi jina wî re dizewice û ji vê zewacê Silêman çêdibe. Çîrokên bi vî awayî pir in.
Di rûpelên destpêkê yên Tewratê de Afirandin heye. Çîroka afirandina mirovî. Gelek balkêş e. Xwedê Adem ji axê diafirîne, henaseya jîyanê pif dike pozê wî. Wî datîne Adenê, ku li rojhilat e. Çar çem tê de diherikin: Pîşon, Gîhon, Dîcle, Ferat. Dara zanîna başî û xirabîyê, lê qedexe ye. Ji bo tenêtîyê nekişîne, wek alîkar jin tê afirandin. Erê! Di hemî kitêbê de ziman û awir, pederşahî û patrîarkal e. Ji bo ji wê darê bixwin, çavê wan vebe, qencî û xirabîyê ji hev derxin, mar wan dixapîne. Jin dixwe, dide mêrê xwe û çavê wan vedibe. Serpêhatî bi vî awayî dest pê dike. Têra xwe hûrgilî hene.
Tewrat tim weke beşên destpêkê ne fantastîk e. Ji ber ku kitêbeke neteweyî ye. Weke kronîka Cihûyan e. Dîrok û dara êl û eşîrên wan e. Yahûdî (Cihû) neteweya bijarte ya xwedê ne. Dema mirov Tewratê dixwîne çêtir fêm dike bê Cihû çawa di nav wan pêl û bobelatên dijwar ên dîrokê de hebûna xwe parastine û winda nebûne.
Piştî qanûnên cizayên kuştinê, hişkî û tundîya Tewratê, mirov di rewanîya Mezmûran de hinekî bêhna xwe vedide: “Bextewar e yê gihaye zanayîyê / Yê hiş dîtiye / … / Zanayî dara hebûnê ye, bextewar in yên xwe pêgirtine.” Pesnê aqil û zanatîyê tê dayîn, ji ber ku “Reb bingeha cîhanê li ser zanayîyê danîye”. (Pendên Silêman, 3/13, 18, 19)
Îcar beşa Neşîdeya Neşîdeyan (Newaya newayan) bi her awayî helbesteke erotîk e. Jin wiha hesreta yarê xwe dikêşe: “Bila min bi lêvên xwe ramûse heta dikare / Lewra hezkirina te ji meye şîrîntir e.” Sermestî heye di vê beşê de: “Ax, çiqas delal î, hezkirîya min, ax, çiqas delal / Her çavekî te weke kevokekê!” (Zebûr, Newaya Newayan, 2, 15)
Incîl ji yên din bêtir kitêba dilovanî, dilsozî û dîn e. Îsa tim şîretên xwe bi şibandinên balkêş dike. Derî ji hiş re vedike. Yehyayê Mêrûnker (Waftizvan) berya Îsa derketîye û nav daye. Keyê herêmê Hîrodes bi daxwaza Hîroda ya jina Fîlîpûsê birayê xwe, Yehya dide girtin. Di pîrozbahîyên rojbûna Hîrodes de keça Hîrodîya wek xelata reqsa xwe sere Yehya dixwaze û sere wî tê jêkirin. Çîrokên wisa balkêş hene.
Îsa, mafê mirovan di ser îbadetan re digire. Li hember dînfiroşan têdikoşe: “Ez vê ji we re bejim: heya rastîya we melleyan û Ferîsîyan derbas neke, hûn nikarin bikevin serdestîya asîmanan.” (Matta, 20)
Di Incîlê de Matta, Markos, Luka û Yûhanna bi giştî dûbareya heman çîrokê ne. Her yek bi şêwaza xwe. “Destpêkê gotin hebû” hevoka yekem ya Yuhanna ye. Û bi ya min di Incîlê de beşa herî xweş jî ev e.
Tewrat netewe û dîrok e, Zebûr hest û helbest e, Incîl heqîqet û irfan e. Di her sêyan de jî çêja muqedesîyê heye. Yan ji ber pêşbiryarê, yan ji ber Reb diaxive, yan jî ji ber metnên hezar salan in. Lê heye. Herî zede di Incîlê de.
Mirov li pir gotin û vegotinên Quranê û yên misilmanan rast tê. Ji ber ku çavkanî yek in û dîn eklektik in. Mînak: “Sedeqeya deste we yê rastê dide, bila deste we yê çepê pê nehise.” (Matta, 6/3)
Di Kitêba Muqedes beşa Yeşaya de pêşîyên Kurdan Medî wek neteweyeke ku “Qedir nadin zîvî, ji zêran hez nakin” tên nasandin û tê gotin ku xwedê bi deste wan dixwaze “quretîya Kildanîyan ya bilind, keyatîya herî delal Babîlê” birûxîne.
Dema mirov kitêbên muqedes dixwîne, rewş û refleksên civakan çêtir têdigihê. Bi taybet şaristanîya rojava û cîhana misilmanan. Pêwîstîya misilmanan bi daketina erdê heye, ya Fille û Cihûyan bi derketina asîmanan. Lê ew bi balafiran pêdivîyên xwe dibinin; divê misilman bibin mirov.
Nexwe em vegerin destpêka afirandinê. Belkî çar çemên li Adenê mîtolojî, dîn, felsefe û zanist bin. Herduyên pêşî xewn û xeyal (şev), herduyên din hiş û hebûn (roj). Hev temam dikin. Me ji serpêhatîya mirovahîyê agahdar dikin. Mirovahî çawa amûran diafirîne, bi wan pêwîstîya xwe û pêşîya xwe dibîne. Lê dîsa bi heman amûran mêjîyê xwe dixitimîne, jîyanê difetisîne. Rast e: “Kesek heta ji nû ve newelide nikare serdestîya xwedê bibîne.” (Yuhanna)[1]