Muhemed Şerîf Cilînî
Wargeha kevnar ya darên Zerdelo welatê Çînê bû, li çiyayên Pekînê bi çolîtî şîn dibû, ji du hezar sal beriya Zayînê li wê derê hatibû naskirin û paşê ji wê derê çandiniya wê li cîhanê belav bûye.
Kurdistan bi gelemperî, û bi taybetî Bakurê Kurdistanê, bi çandina darên Zerdeloyan navdar e, nemaze li parêzgeha “Meletî”yê, ji ber ku jimara daran tê de heye derdora (12) mîlyon in, ji (17) mîlyon darên li Tirkiya îroyî heye, ji ber vê yekê nêzîkî (40) hezar karker di demsala Zerdeloyan de di vî warî de dixebitin, ku piraniya wan ji parêzgehên din ên Kurdistanê ne, ji ber ku berhema wê ya ji Zerdeloyên zuha kirîn (85%) ji tevahiya berhema cîhanî pêk tîne. Ji ber vê sedemê, Meletî tê zanîn li seranserê cîhanê wekî paytextea Zerdelo ye, Pêvajoya zuhakirina Zerdeloyan yek ji kelepûrên Kurdistanê ye, ji ber ku di zivistanê de li malan Xoşav ji Zedeloyên zuhakirî tê amadekirin.
Mixabin, tevî lêkolîn û lêgerînê, min nekarîbû hejmara darên Zerdeloyan li beşên din ên Kurdistanê bizanibim, ji ber nebûna ageh û belgeyên fermî bi çandiniya van beşan, lê ez bawer im ku hejmara darên wan ne kêmî (50%) ji hejmara darên li parêzgeha Meletiyê ne.
Pîşesaziya Bastîqa Zerdelo, ku li welatên Şamê û welatên Erebî yên din, bi navê “Qamar-Dîn” tê binav kirin, bi gelemperî tête diyar kirin, çi weke herkîneke tîr be, çi jî demetên zuhakirî be, ku ew ne girêdaye bi cureyên Zerdelo, tenê bi nermbûna berê Zerdelo yên buhirîn e, bi kêrî warina bi tezîtî nayê, û ew ber xwe ve ji darê dikeve.
Gavên pêşesazî di kargehên nûjen de:
Yekemîn: amadekirina hevîrokê Zerdelo
Şûştina zerdeloyan çend caran bi ava sar.
Dagirtina berên Zerdelo di tûrên Pembûyî û noqkirina tûran di ava germ bi pila (90C), divê noqkirin bêtirî xulekê direj nebe, lê çêtir e ji noqkirin di ava germ de, Zerdeloyan bên hilimandin bi keldûmana avê ya pila wê (90C), ji bo beşek ji şekirê zerdelo wenda ne be di ava germ de a nermijandinê.
Zerdeloyên nermjandî bi lez tê veguheztin amûra derxistina dendikan û vebirajtina telûkan, û dûv re di amûra strandinê Zerdelo tê strandin bê ku av tevlî bikin, û hevîrokê Zeldeloya yê zelal çê dibe.
Piştî ku hevîr çêbibe, ew di bermîlê rapêçayên bi tûrên pilastîk de têne kom kirin û bi xurtî têne girtin, ev gav pêk tê heger neyê veguheztin bo gavên jêrîn û hevîr di pila (18 C) de tê hilanîn
Duyemîn – Çêkirina Bastêqa (Qamar El Din) herkînera tîr:
Amadekirina aveke têr şekir
Ava têr şekir tevlî hevîrê Zerdeloya dibe û bi hevre ji (15-20) xulekan li ser hilma serşoka ava germ, bi tevlihevkirinê tê germ kirin heya ku rêjeya guvaşê dadikeve (40-42%), bi amûrek piçûk a destan ya bi navê refraktometer rêje tête pîvandin û yekîneya pîvanê Briks e.
Xwêya sorbatê ya potasyumê wekî parastvanek bi rêjeya (0,1%) tevlî dibe û tevlihevkirin çend xulekên din bi rêve diçe, paşê piçek Karboksî Mîtîl Sîloloz (CMC) di navbêna (0,2-0,3%) de, tevlî dibe bi tevlihevkirin, ji bo tevneke hevgirtî bide.
Guvaşoka tîr bi germî tê dagirtin di şûşeyên cam û bi xurtî şûşe têne qapaxkirin, paşê şûşe di qutiyên karton de têne dagirtin beriya daketina bazarê.
Bastîqa herkîne ya Zerdeloyan (Qemer El-Din) hilbereke bi taybetmendiya ku dikare di her demê salê de wekî vexwarineke xwezayî were bikar anîn, bi ruhîkirin bi avê ve, bêyî divêtiya şekir tevlî bibe.
Sêyemîn – Çêkirina Bastîqa Zerdelo ya zuha (Qamer El -Din):
Ronkirina hevîrê Zerdeloyan bi avê heya pila tîrbûna xwezayî ya ava guvaşa Zerdeloyan ya li der dora (12.5) Briksê ye.
Tevlîkirina şekir bi av guvaşa Zerdeloyan re bi rêjeya (5%).
Tevlîkirina Metabisulfîta sodyûmê bi rêjeya gramekê ji bo lîtrek avguvaşê, ji bo ku bi demê reng neyê guhertin, û dibe Ascorbic asîd wekî antioxidant bi rêjeya (0.5%) tevlî bibe.
Sêniyên zuwakirinê têne zeytkirin bi zeyta zeytûna (ne pêwist e ku zeyta zeytûn ji cureyê herî bilind be, ji hêla asîtbûn an peroksîdê ve), dûv re avguvaşa Zerdeloyan tê rijandin di sêniyan de bi qalindbûna (3-4) mm, û bi cawên ji pembû) têne nuxumandin.
Sêniyên Bastîqê sê rojan li ber tîrêjên rojkê (rojê) dimînin û dûv re têne veguheztin bo sersiyê, heya zuhakirin pêk dibe.
Pelên zuhabûyî yê her sêniyekê bi awayê çargoşe têne pêçandin, bi kaxezê selovanê rengîn têne pêçandin û heya daxin bazarê têne hilanîn li germahiyek (6-8 ° C).
Ji her (4.5- 5) kîlo Zerdeloyên teze yek kîlo bastîqa zuha tê hilberandin.
Riataza[1]