Pirtûka ku çapa ewil di 2021an de li Ewropa derketibû careke din ji aliyê weşanxaneya me ve çap bû. Helbêsta Mizgîn Hesko dengê balindeyê foneks û Sîmirê sih reng e, ji Zagrosan ber bi esmanê xwedavendan ve fîxara kurdî bilind dike. Xwe jinûve Ji xweliya welatê xwe diafirîne û ji xerîbiyê gazî dike divêje;
Hîn li wir im
Balendeyê Fonîks im
Ji nav xweliya xwe radibim
Û ber bi jor ve
Ber bi asoyê ve
Baskên
Ji nuh diferidînim.
Helbesteka kibar e; naxwaze biazirîne giyanê bêdengiyê;
Hêdî, hêdî
Find û şemalokan
Vêxînin
Dibe…
Ku xirecir
Giyanê wê bêdengiya bê hempa
Bi’azirîne
Di himêza axê de
Dilên…
Hîn sincirî hene.
Her rê û rêwîti helbestvanê ber welat ve dibe loma;
Hîn…
Ji heman rêyan
Pir hez dikim
Her ku
Rê bi dawî dibin
Şopikên…
Ber bi lalezarên
Ku li ser sînga te heşîn bûyî
Destpê dikin.
Gotiye! Ristên wê weka keriyên xezalên nû çav li jiyanê vekirine.
Têm…
Û li rasta
Keriyê xezalên
Nûzayî têm
Ask û xifşikên
Xweşkok û bêgneh
Bi çavên matmayî
Û dagirtî pirs
Li min
Dinehêrin?!
Em wek weşanxane kêfxweşin ku ev helbestên pişta xwe dane xweza,evîn, tekoşînê digihînin xwendevanên kurdî.
Mizgîn Hesko
Helbestvan û nivîskar. Li gunê Şelhûmiyê, di 20.11.-1973’an de jidayik bûye. Xwendina xwe heya amadeyî (lîse) li Tirbespiyê qedandiye. Di destpêkê de bi Erebî helbest nivîsandin û paşê bi Kurdî û wiha ta îro berdewam e. Yekemîn helbesta wê di Gelawêjê de, di sala 1988’an de hatiye belavkirin. Ji sala 1996‘an ve li Almanya dimîne. Li Almanya Floristîk xwendiye û di 2004‘an de dîploma wergirtiye. Ji sala 2015‘an ji desteya birêvebir a Pênûsa nû ye. Ji mêj ve ew Endama Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamavanên Kurd li Sûryê ye.
Berhemên Wê
Tîpên Evînê (helbest) Avdar 2007, Çapxana Bafet
Asoyekî Tijî Endeko (helbest) Tîrmeh 2008, Weşanên Han
Di Nav Henasên Kovanan de (helbest) Avdar 2010, Weşanên Han
Li Ber Pala Welatekî Birîndar Diherikîm (helbest) Avdar 2012 Weşanên Han. Çapa duyem 2020, Weşanên Sersera
Ristek Lal e (helbest) Êlûn 2013, Weşanên Han
Ber Bi werzê Hezkirinê ve (helbest) Mijdar 2015, Weşanên Han. Çapa duyem 2020, Weşanên Sersera
Rêgehên Keskîn (helbest) Gulan 2019, Weşanên Sersera
Ji Bexçika Jiyanê (Hin nerîn û dîtin û hin ji çîrokên rasteqîn ên jiyanê) Mijdar 2020, Weşanên Sersera
Nexşeya Rewanê Bêdengiyê (helbest) Çapa Ewil Avdar 2021, Weşanên Sersera
Nexşeya Rewanê Bêdengiyê (helbest) Çapa Duyem 2022, Weşanên Na
Nexşeya Rewanê Bêdengiyê
Helbest
Nivîskar:Mizgîn Hesko
Pirtûk ji 85 helbestan pêk tên
Sal:2022
65 rûpel
Weşanxane Na[1]