Rojbîn Zagros/#Amûdê#
62 sal di ser #şewata Sînamaya Amûdê# re de derbas dibin hê jî hurgiliyên bûyerê di hişê şahid û welatiyên bajêr de ye. Mihemed Emîn Ebduselam ku ew jî di komkujiyê de hazir bû got, hê jî êşa wê rojê weke roja îro di dilê me de ye, lewra nifşek ji paşroja Amûdê hat tinekirin.
Li Amûdê 13ê Mijdara 1960î, ji bo piştgiriya şoreşa Cezayirê 500 xwendakarên dibistana Xezalî ya seretayî berê xwe dan Sînema Şehrezad. Li wê deverê agirê ku di dîroka Amûdê de deng veda hat pêxistin û şewateke mezin çêbû. Tê de gelek zarokêb bajarê Amûdê bûn hedef. Tevî ku 62 sal di ser komkujiya şewata sînemayê re derbas bûn, hê jî hûrgiliyên wê di hişê welatiyên herêmê de zindî ye. Di encama vê komkujiyê de zêdtirî 280 zarokên navçeyê jiyana xwe ji dest da.
Di wê roja reş de seranserê Amûdê reş girê dabû. Qîrînên dayîkan ezman dihejandin. Lê ew qîrîn ji erdnîgariya Amûdê derbas nebûn. 62 sal di ser wê êşa giran re derbas dibin. Gelo Ereban, yan jî Cezayira ku 500 zarokên Kurd ji bo piştgiriya wê çûn sînemayê û ji wan 283 firîşte şehîd bûn û yên din jî birîndar bûn, navê Amûdê bihîstine?
Derbarê salvegera şewata Sînamaya Amûdê Mihemed Emîn Ebduselam ku ew jî di komkujiiyê de amade bû ji me behsa hurgiliyên wê rojê kir.
`Me nizanîbû ku bûyerek bi êş li pêşiya me heye`
Mihemed Emîn Ebduselam (74) yek ji şahidên komkujiyê ye ku wê demê 12 salî bû, ji me re behsa hurguliyên komkujiyê kir û got: “Sala 1960î ez xwendekarê refa şeşan bûm. Ji bo piştgiriya şoreşa Cezayirê berpirsê dibistanê alîkarî ji me xwest û got, emê tev biçin sînamayê. Em tev zarokên kurd bûn. Wê rojê xwendekar tev hatibûn û me tev berê xwe da sînamayê. Lê me nizanîbû ku bûyerek bi êş li pêşiya me heye.”
Mihemed got, Sînema xaniyekî ji axê û bêkursî bû. Her çend zarokan li ser maseyekê rûniştibûn, yên mezin jî li erdê bûn. Herwiha dikeke ji dar û depan hebû. Derdora sînemayê jî tev bi çewalên boyaxkirî hatibû pêçan.
`Ji nişka ve dengê qîrana zarokan hat`
Mihemed da zanîn ku piştî derbasî sînamayê bûn bi nîv saetê bûyera şewatê çêbû û axaftina xwe wiha domand: “Ew nîv saet bû fîlm dest pê kiribû, Ji nişka ve dengê qîran hat digotin, agir bi sînemayê ket. Her kes ber bi derî ve çû. Lê derî hatibû girtin, ti kesî nikarî veke. Di hundir de dikanek hebû, min û gelek hevalên xwe di wir de xwe veşart. Bi gurbûna agir re ban hilweşiya. Derî jî hinekî vebû. Hevalekî min baz da xwe xilas kir. Min jî da dûv. Di wê navê de ez ketim. Dest û lingê min bi giranî şewitîn û ji ser hişê xwe çûm. Ji ber şewatê heta du heyvan êşiyam. Ji ber ku agir mezin bû laşê me tev şewitî, heta hestiyê lingê min xuya dikir.”
`Bûyereke bi êş û zehmet bû`
Mihemed Emîn bal kişand ser êş û azarên wê rojê û wiha pê da çû: ” 62 sal derbas bûn hê jî êşa wê rojê weke roja îro di dilê me de ye. Mirov nikare wê rojê bîne ziman. Zarokekî bi şewatê were ber mirinê pir zor e. Me bi çavê xwe didît ka çawa agir bi bedena zarokêm hevalên me dikeve. Bûyereke bi êş û zehmet bû. Çiqas me hewl dida em zarokên bi xwe re xilas bikin, Lê mixabin me nikarî, di dawiyê de ban bi ser gelek kesan de hilweşiya û kesên ku di hindir de man bûn şehîdê Sînamayê.”
`Nifşek ji paşroja Amûdê hat tinekirin`
Mihemed bi pêmana wê rojê sersaxiyê ji mabatên qurbanan û gelê herêmê re xwest. Herwiha got, nifşek ji paşroja amûdê hat tinekirin. Eger ewqas kes şehîd nebûna wê niha amûdeke din bi qasî amûda niha hebûya. Wê şewatê gelek nirxên me tine kirin. Gelek ji wan zarokan wê niha bijîşk, mamoste û parêzer bûna. Paşroja Amûdê li ber çavê şêniyên wê şewitî. Lê mixabin qedera zarokên Amûdê bû ku bibin qurbanê vê rojê.
Mihemed Emîn Ebduselam di dawiya axaftina xwe de got, Kesî me Kurdan nine, em û hêza xwe ne. Ji bo em parastina xwe bikin û nehêlin careke din bûyereke wiha were serê me, dive em yekîtiya xwe ya neteweyî çêkin.[1]