Enstîtuya Lemkin êrişên dewleta Tirk a dagirker wek parçeyekî siyaseteke berfirehtir a #qirkirina Kurd# û Suryanan bi nav kir.
Enstîtuya Lemkin a Pêşîgirtina #Jenosîd#ê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan û pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û #Başûrê Kurdistanê# daxuyaniyeke nivîskî weşand û hişyarî kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk der barê teqîna li Stenbolê de hêzên Kurd tawanbar dike lê tu rêxistinekê berpirsiyariya êrişê negirtiye ser xwe û PKK jî destnîşan kiriye ku ew bi tu awayî sivîlan nakin hedef.
Di berdewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tevî vê rastiyê jî dewleta Tirk êrişî “herêmên Kurdan ên bakurê Iraqê û bakurê Sûriyeyê” kiriye û cihên wekî #Kobanê#, Til Rifet û Şengalê ku gelek koçber û pêkhateyên din jî hene, kirine hedef.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk ji dema têkçûyîna DAIŞ`ê (2019) ve êrişî herêmê dike, di encama van êrişan de komkujî pêk anîne û koçberî çêbûye.
Êrişên domdar di daxuyaniya enstîtuyê de wekî “parçeyek ji siyaseta berfireh a qirkirina Kurd û Suryanan” hat binavkirin û komkujiyên ku di navbera salên 1915-23`yan de li dijî Ermen, Asurî û Yewnaniyan hatine pêkanîn, hatin bibîrxistin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêz û civaka navneteweyî hat kirin ku li dijî siyaseta qirker a dewleta Tirk a li dijî gelan pêk tîne helwest nîşan bidin, tedbîran bigirin û pêşî li komkujiyan bigirin.[1]