ِ$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Arîn Mîtan
Nav paşnav: Îslîm Hiso
Cihê jidayikbûnê: #Kobanê#
Dayik-Bav: Rojher-Mahmûd
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Kanûna 2022 / Metîna
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Arîn ji nava malbateke ji eşîra Kêtikî ya welatparêz a Kobanê, ku bi berxwedana xwe bû hêviya azadiyê ji tevahiya mirovahiyê re, ji dayik bû. Ji ber ku xizmên xwe tevlî nava refên gerîla bûn û derdora wê welatparêz bû, hevrêya me Arîn di temenê biçûkanî de partiya me #PKK# nas kir. Nêzîkatiya gerîlayên ku dema biçûk bû diçûn mala wan, hurmet û samîmiyeta gerîla ya ji bo her kesî, hîn wê demê bala hevrêya me Arîn kişandibû. Bi çîrokên lehengiyê yên gerîla zarokatiya xwe derbas kir û armanca wê ya herî mezin jî ew bû ku bibe yek ji lehengên van çîrokan. Hevrêya me Arîn her roj ev xeyala xwe mezin kir û ji salên destpêkê yên Şoreşa Azadiyê ya Rojava û pê ve xwest ku cihê xwe di nava refên têkoşînê de bigire. Ji ber ku fikrên Rêber Apo bingeha Şoreşa Azadiyê ya Rojava ye, hîn bêhtir bi Rêbertî û partiay me ve hate girêdan, li ser vê bingehê sala 2013'an berê xwe da #çiyayên Kurdistanê# û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Arîn piştî ku tevlî nava refên gerîla bû û perwerdeya şervanên nû qedand, partiya me baştir nas kir û bi taybetî kete bin bandora berxwedana zindana Amedê ya bi pêşengiya kadroyên pêşeng ên partiya me Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek. Her wiha zor û zehmetiyên salên destpêkê yên damezrandina partiya me bandoreke mezin lê kir. Tevlîbûna li nava partiyeke bi vî rengî ku bi kedeke mezin û berdêlên giran ava bû û îro veguheriye temînata azadiyê ya mirovahiyê, ji bo xwe weke serbilindiyê dît. Hevrêya me Arîn gihîşt wê baweriyê ku divê xwe li ser îdeolojiya Rêbertî kûrtir bike, bibe milîtaneke pêşeng, ji bo vê yekê jî kete nava hewldaneke berfireh. Hevrêya me Arîn ku bi daxwaz û kelecaneke mezin tevlî nava refên gerîla bû, di jiyana gerîla û çiyê de zehmetî nekişand. Samîmiyeta têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla û jiyana komunal kir ku hevrêya me Arîn hîn bi xurtî bi jiyana çiyê û gerîla re bibe yek, deriyê jiyaneke azad û nû vekir. Bi perwerdeya li nava refên gerîla xwe hîn baştir nas kir û taybetmendiyên xwe yên kesayetiyê baştir analîz kir, her roj guhertin di kesayetiya xwe de çêkir û di pîvanên jin a azad de xwe kûr kir. Jİ bo hêjayî xeta jinê ya azad a PAJK'ê bibe, ji bo Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêberê me fêhm bike û bike bingeha jiyana xwe, gelekî hewl da. Ji xwe re kir karekî esasî ku ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bibe, ji bo bibe milîtaneke YJA Starê ya pêşeng xwe perwerde kir. Hevrêya me Arîn diyar kir ku weke jinekê herî zêde dikare di nava refên PKK'ê de xwe biparêze û li ser vê bingehê perwerdeya hunera lêdanê ya nêz û dibistana operasyonê wergirt û xwe di hunera leşkerî de kûr kir. Hevrêya me Arîn ku timî li ser taktîkên şer ê gerîla kûr bû, her tim dixwest li qadên herî giran ê şer cih bigire. Li ser vê bingehê demekê tevlî nava şerê li dijî DAÎŞ'ê bû, bi sekn û tevlîbûna xwe ya li vê têkoşînê bû milîtaneke jin a mînak. Dema ku #dewleta Tirk# a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrîşên dagirkeriyê kir, berê xwe careke din da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêya me Arîn piştî ku gihîşt çiyê, yekser xwest ku cihê xwe li gel hevrêyên xwe yên di çeperan de bigire û di demeke kurt de xwe di taktîkên dema nû yên gerîla de kûr kir. Piştî ku ji aliyê leşkerî ve xwe amade dît, derbasî herêma Metînayê bû û tevlî nava Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û fedakar a li pêvajoya pêngavê bû milîtaneke YJA Starê ya mînak û bi erka pêşengiyê rabû. Di êrîşa dijmin de ya li ser Tepê Ortê, bi rengekî fedaî bi ser dijmin ve çû, di cezakirina gelek leşkerên dijmin de pêşengî kir. Heta nefesa xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Bi kesayetiya xwe ya sade û durust wê her tim bê bîranîn.[1]