$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Mazlûm Berxwedan
Nav paşnav: Hasan Salîm Selmo
Cihê jidayikbûnê: #Qamişlo#
Dayik-Bav: Medîne-Salîm
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Gulana 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Ewladê leheng ê gelê me yê Ereb hevrêyê me Mazlûm ku bi xaka xwe re dilsoz bû, li bajarê serhildanê yê Rojavayê Kurdistanê li Qamişloyê ji dayik bû. Hevrêyê me Mazlûm bi bandora xeta enternasyonalîst a partiya me #PKK#'ê û bicihbûna feraseta neteweya demokratîk a Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê, ji nêz ve şahidî ji lehengî û têkoşîna li dijî DAÎŞ 'ê û dûvikên wê re kir. Hevrêyê me Mazlûm ku şahidî ji berdêlên ji bo jiyana hevpar a azad a gelan re kir, biryar da ku divê ew jî tevlî nava vê têkoşînê bibe. Hevrêyê me Mazlûm pê hesiya ku feraseta neteweya demokratîk a Rêber Apo ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn pêwîst e û îdeolojiya Rêbertî pejirand, bi vî rengî biryara tevlîbûnê da. Di demekê de ku şer giran bû, bi wêrekiyeke mezin li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir. Hevrêyê me Mazlûm ku di serketina hêzên azadiyê de ya li dijî DAÎŞ'ê xwedî kedeke mezin bû, tehma azadiyê kir û biryar da ku têkoşîna xwe mezintir bike. Li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.
Hevrêyê me Mazlûm bi kesayetiya we ya têkoşer û rûkeniya xwe hîn ji rojên destpêkê ve bala hevrêyên xwe kişand. Destpêkê ji bo hînbûna jiyana li çiyê zehmetî kişandibe jî bi kesayetyia xwe ya têkoşer û alîkariya hevrêyên xwe di demeke kurt de hîn bû. Tecrûbeya xwe ya leşkerî ku di şerê dijî çeteyan de bi dest xist, ji hevrêyên xwe re ragihand û xwe ji aliyê îdeolojîk ve bi pêş ve bir, hewl da bi felsefeya Rêbertî bibe gerîlayekî azadiyê yê şareza.
Hevrêyê me Mazlûm israr kir ku biçe herema Zapê ku şer lê giran bû. Hevrêyê me Mazlûm li qada dijwar a Zapê hevrêtî ji nêz ve hîs kir û careke din kete bin bandora têkiliyên hevrêtiyê yên PKK'ê. Bi hemû hêza xwe tevlî nava kar bû. Bi daxwaza xwe ya di karê pratîkî de bandor li hevrêyên xwe kir. Bi qasî fedakariya xwe ya li nava jiyanê bi wêrekiya xwe ya di nava şer de jî dihate naskirin û li Zapê pêşengî ji gelek çalakiyan re kir ku derbên giran li dagirkeran hate xistin. Hevrêyê me Mazlûm bêşik bi ser dijmin ve diçû, bi wêrekiyeke mezin şer dikir û ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya wêrekî û moralê.
Hevrêyê me Mazlûm bi tevlîbûna xwe ya ji dil û bê hesab li qadên lê ma, ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin, bû cihê hurmetê û bû nîşaneya herî mezin a serketin û mezinkirina têkoşînê. Hevrêyê me Mazlûm ku ji Rojavayê Kurdistanê li cihê ku feraseta neteweya demokratîk a Rêber Apo lê şênber bû xwe gihand çiyayên azad ên Kurdistanê, bi meşa xwe ya şoreşê bû yek ji mînakên herî şênber ên xwişk û biratiya gelên Kurd û Ereb ku bi hezaran sal in bi hev re dijîn.[1]