$Kurtejiyan:$
Hunermed û şêwekarê Kurd di sala 25.05.1971'an de li navçeya Bilbilê ya girêdayî #Efrîn#a ser bi Rojavayê Kurdistanê de ji dayîk bûye û di sala 1990'î de bawernameya bekeloriya bazirganiyê li Şamê wergirtiye. Her wiha bawernameya rûmetê ya hunerê jî ji aliyê sandîkaya mammosteyan li Şamê wergirtiye û beşdarî gelek pêşangehên tekane û komî bûye.
Piştî ku wî erşa xwe ya leşkeriyê bi dawî kir, ji ber şert û mercên jiyanê berê xwe da Lubnanê û gelek di aliyê huner û şêwekariyê de xebat kir. Her wiha li rex vê yekê ew xwedî navendeke fêrkirinê bû û li rex vê yekê di hunera kofêriya jinan û ya deqan (Tetû), heneya neqişandina li ser laş de jî kar kiriye û di sala 2004'an de jî bawernameya kofêriyê li Lubnanê wergirtiye.
Erdelan Birahîm di heyama li Lubnanê û maweya 28 salan de beşdarî gelek pêşangehên tekane komî bûye û bi awayê saetî mamostetiya hunera pratîkî kiriye û li rex vê di warê dîzayn û dîkorên mal û qesran de xebitiye. Her wiha di bernameyên tevezyonî de bi maweya mehekê potreyên bi lez yên hunermend û navdaran çêdikir, tiştê balkêş ew e ku dikaribû her potreyekê di hundirê de deh xulekan de bi dawî bike. Û bi gelek derhênerên televîzyonan re li gel kampaniya Merwa Xirûb re kar kiriye ji bo amadekirina dîkorên rêzefilmên televizyonî û vidyonkilîbên ji hinek hunermendan re.
Piştî qutbûna hema 25 salan ji sûriyayê ji nû ve vegeriya warê xwe efrînê û dest bi projeya yekem kir ku tê de taployeke mezin li ser çiyayê Bilbilê bi qasî 120 metreyan ji rêber Abdullah Ocelan re çêkir û paşê bi hevkariya du hevalên xwe xwe li navenda Efrînê dest bi çêkirina peykerê Kawayê Hesinkar kir. Her wiha bi rêveberiya Erdelan Birahîm sandîkaya mamosteyan ava kir û di heman demê de ew ji yek endamên yekîtiya rewşenbîrên Efrînê ye.
Piştî şerê Efrînê koçberî Şehbayê bû û ji nû ve yekîtiya rewşenbîran ava kir, û bi gelek projeyên hunerî rabûn. Yek ji wan beşdariya pêşangeha hunera şêwekariyê di bin navnîşana ''Ji bo Efrînê'' li Şehbayê, Heleb û çar herêmên Cizîrê. Û beşdarî supozyîma hunermenên Kobanî, Cizîr û tebqayê bûye. Û tiştê herî balkêş jî dest bi projeyeke mezin kiriye û tê de taployeke mezin bi qasî 500 metrî ji bo zarokan li kampa Serdem ava kiriye û tê de derdora 200 zarokî beşdarî resimkirinê bûne.
Her wiha beşdarî komîna wênexêziyê li Şehbayê ava kiriye û di mîhrecana Mîtan a bi serpereştiya navenda çand û hunerê ya li Şehbayê beşdarî şanoya stranî ya Derwêşê Evdî û Edûlê bûye.[1]