SERKAN Birûsk
Heger em hest û ramanên ku li pişt her cure berhemdariyên hunerî hene, bidin aliyekî û em berê xwe bi wêjeya nivîskî teng û bisînor bikin, ew ê ji bo me baş zelal bibe ku di hemû cure berhemên wêjeyî de ziman bixwe û her welê jî, awa û xweseriya bikaranîna wê hevîr û xerca meseleyê ye. Ji ber ku avahiya berhemên wêjeyî bi peyvê hîmdanî dibe û bi hevokan bi laş û gewde dibe û wek berhemeke zimanî sûdemende dibe. Loma jî mirov bi hêsanî dikare bibeje, ziman mifteya deriyê wêjeyê ye û miletên ku bi zimanê xwe wêjeya xwe neafirînin, ew ê di nava demê de hemû pirên xwe yên dîrokî bi destê xwe hilweşînin.
Jixwe, li ser giringiya bikaranîna ziman di hemû warên jiyanê de ev demek e ku di nava raya giştî de hewa û kêşeyeke şên û hêvîdar heye. Partiyên Kurd pirsgirêka ziman êdî di ser berjewendiyên xwe yên partîtiyê re digirin û di vê meseleyê de jî li hevkirineke baş heye. Hemfikrîbûna partiyan a ku #zimanê Kurdî# bikin zimanê fermî divê ji aliyê nivîskar, hunermend, weşanger û mamosteyan ve wek hewldaneke biçûk û hayelahî neyê dîtin. Ez bixwe destavêtina partiyên Kurdan a ku dixwazin zimanê Kurdî bikin zimanê fermî xebateke derengmayî lê çê dibînim û dixwazim dewam bike. Ez bawer dikim ku hemû kesên ku xwendin û nivîsandina Kurdî ji bo wan girîng e, vê helwêsta partiyan bi başî pêşwazî dikin. Ji bilî çend kesên ku ji xwe pê ve çavkorê her kesî û her xebatê ne û xwe ji xebatekên hevgirtî û rêxistinê dûr didin.
Rola siyasetê di mesela huner û rewşenbîriyê de heta ciyekî jî ha ev e. Amadekirina derfetan e. Ew hêza xwe ya fizîkî ji bo peydakirina derfetan dixebitîne û dema ku li vê meydanê kozik bidest xistin jî, êdî van destketiyan radestî xwediyê wan dike ango rewşenbîr û hunermendan. Siyaset dikare di warê birêvebirina dezgehan de çarçoveyên birêvebiriyê dayine, lê divê xwe ji naverok û awayê afirandina berhemdariyan dûr bigire.
Lê heger siyaset ji wilo zêdetir bixwaze nivîskar û berhemdariya wan têxe bin baskê xwe, wan li gorî bîr û baweriyên xwe yên siyaseta rojane birêve bibe, ev ê ji bo her cure berhemdariyên hunerî nebixêr be û ji alîkariyê zêdetir bibe astengî. Hewldaneke wisa ne bikêrî siyasetê tê û ne jî bikêrî wêje û hunerî tê. Ew ê tenê bibe sedema ji hevdûrketin û hevfêmnekirinê.
Siyaseta ku derfetên azad ên xebatê ji bo nivîskar û hunermendan diafirîne dikare mohra xwe li demê bide û birastiyên jiyanê guncaw bi pêş bi keve. Bi vê rêyê dikare zemînekî bi xêr û bêr ji bo nivîskar û rewşenbîran jî bixuliqîne. Di rewşa miletên bindest de yekane hêza ku bi ked, xwêdan û xwînê destketiyan diafirîne hêza siyasî ye. Di rojên dijwar de ew û endamên xwe bizêdeyî di nava agir de dimînin û ji her aliyî ve tîrên agirî li bedena wan dibarin. Hejmareke zêde kadroyên wan ên pêşeng di temenekî ciwan de şehîd dikevin ku li şûna wan peydakirina kadroyên nû û gihandina wan ne karê rojekê ye.
Heger peydekirin û perwerdekirina kadroyên birêvebiriyê ewqas zehmet û dijwar be, îca çêbûna rêber û serokan çendî zehmet e? Em dizanin ku ji nava miletên li ber qirrkirinê rêber û serokên xwedî bîr û baweriyên pêşerojeke azad û demokrat hema wisa ji nişkê ve û bi asanî dernakevin. Ew ji nava gewdê kuştin û mirinê şîn dibin. Li êşkencexaneyên polîsan û qereqolên eskeran ji dayik dibin, di nava têkoşîna li dijî van hêzan de helwêstzelal dibin, li sirgûn û himbêza çiyan xewnên siberojên azad dihûnin… Piyekî wan li jiyanê yê din li mirinê, ew di nava her cure agir û pêtan re derbas dibin. Loma jî, hesinê vîna wan bi agirê hêtûn û volkanan li qalib dikeve û dibe pola. Her wisa jî, ew temenekî ji jan û êşê dijîn, li ser rêya pêkanîna jiyaneke ji xweşiyên nejiyayî mişt.
Sedem ev e ku li hemberî şaşnêzîkbûna biçûktirîn destketiyan ew gelek hesas û bi hişkî tevdigerin. Parastina her cure destketiyan ji bo wan parastina şoreşê ye. Ew bêhnfirehî û sebra hunerî wek tiralî û xwenedana ber barê giran û dijwar ê şoreşê dibînin…
Di nivîsa bê de em ê hewl bidin li ser derfet, erk, berhemdarî yên rewşenbîriyê jî bi firehî rawestin.[1]