Yûnis Şêx Nasan
Bê gûman her mirovek di hundir welatekî de, her wiha di hundir zimanekî de gava daxive di riya devoka xwe tê naskirin ku ew ji kîjan herêmê û ji kîjan xaknîgariyê ye. Devoka #Efrîn#î yek ji devokên kurmancî ye, ango ji kurmanciya jêrîn e.
Her kes ji Efrînê bi hêsanî dikare zanibe mirovekî din ji Efrînê ye yan na, ji ber ku ew li Efrînê bûye û mezin bûye û bi devoka kurmanciya Efrînî deng kiriye û daye û standiye. Lê belê, heger mirovek ne ji Efrînê be û bi carekê bi xelkê Efrînê re ne da be û ne jî standibe gelo wê çawa zanibe ku mirovekî din ji Efrînê ye yan na, di riya axiftinê re?!
Bi rastî, devoka Efrînî bi gelek şan, nîşan û taybetmendiyan tên naskirin, gelo ev taybetmendiyên giştî yên kurmanciya Efrînî di warê zimanzanî de çi ne?
1-Diyardeya tewangê bi şêweyekî asayî di devoka Efrînî de ron û diyar e, wate, ew di jiyana rojane de ji berê paş da ji alî şênîyên Efrînê tê bikaranîn û bi taybetî tewanga zayenda nêr ya li Efrînê neçar e û li gelek herêmên din de nayê bikaranîn wek :
A- Dew birê mêst e. (mast )
B- Nezanî vehesiya cên e. (can)
C- Ka nanî bi min de. Kanî nên bi min de. (nan)
Ç- Ew ji welêt hatiye. (welat)
D- Mû li ser zimên hat. (ziman)
E- Bi kêrê nikanê dibezê kurtên. (kurtan)
2- Hin peyv û şêweyên taybet bi devoka Efrînî hene çi resen dibin û çi jî herêmî dibin wek : hewal (xeber) , kanê (dikare), mila (bila), xêncî/ji te derbas bê (ji bilî) , qiçik (zarok), xwek (xweşik), birak (bira), dêk (dayîk), bavik (bav), çiwe/çoyî (çawa yî /çonî), çêl /çel (40), çêrê dike (qal /behs dike ), hukarî ( bandor), êjdil (rast), zebirand (desteser kir /zep kir /kontrol kir), şênî (xelk/milet), şû (heft e : ji şûyê heta şûyê), dehf, teht, peht, reht, pir, şehf, kîngo (kengî), xêli bû /qeherî (xeyidî), derdan (der da /da der / biser neket), ecer (nû /nuh), naka (noke /niha), diho (duh), mera/merî (mirov/ însan) , rind (xweş / baş) ... hwd. Bê gûman hin peyvên di nav kevanekê de jî tên bikaranîn li hin deveran.
3- Ketin û xistina dengê/ h/ bi taybetî ji nav û dawiya peyvan di kurmanciya Efrînî ron û zelal e, helbet, ew diyarde ji bo sivikkirin û bilêvkirina peyvan rû dide wek : dêlê (dihêle), nêlê (nahêle), şe kir (şeh kir), se kir (seh kir), miri (mirih /mirî), zindi (zindih /zindî), ri (rih), tiri (tirih /tirî),şuji(şujî), rovi(rovî) ... hwd.
4- Rewaya fermanî bi qertafa (me) despê dike ne (ne) wek : bixwe /mexwe, here /mere, rûne /rûmene, binire /menire, bike/meke, bibe /mebe, were /mere, here /mere, vexwe /vemexwe ... hwd.
5- Di dema niha de lêker bi gelemperî qertafa kesane bi kesê sêyem re bi ( - ê) tê bilêvkirin tevî ku li hin deveran mîna deşta Cûmê û navçeya Şêrewa û li ba kurdên koçer û êzîdî şêweya resen mayî ye mîna (-e ) tê bilêvkirin wek : derê/dere, dikê /dike, dibê /dibe, dixwê /dixwe, dibînê /dibîne,... hwd.
6- Hin tîpên dengdar ji nav û dawiya peyvan li Efrînê bi giştî hatine xistin wek:
Ço /çov, ben/ bend, şiket, şikeft, dû/dûv, desmal /destmal, ro /roj, go/got.
7- Wateyên hin peyvan teng bûne û wateyên neyînî birine wek :
pirç (por), gidî (stuxawr û çavpehn). Li Efrînê peyva pirç bi giştî nayê bikaranîn, tenê bi wateya porê laşê mirov wek pirçê lingan yan pirçê sîng, her wiha, tenê di bi wêjeyekê de mayî mîna : Pirçê serê mera radibe. Dîsa, peyva gidî jî wateyek neyînî biriye.
Wek : Ew merîkî gidî ye. (çavpehn /stuxawr)
8- Paşdaçek bi şêweyê resen wek xwe mane mîna (di/li/ji/bi) ...... da /de, ra/re, va / ve, ra /re)
Mînak : A- Ew bi min ra çû.
B- Ew di mal da mir.
C- Ew ji duh va li vir e.
Ç- Min ji Hêvînê ra got.
D- Ez bi ser da çûm.
E- Ez di Efrînê ra derbas bûm.
9- Qertafa peyaya rajorîn li şûna - tirîn tevî yan tewrî tê bikaranîn wek:
A- Ew birakî tewrî /tevî mezin e.
B- Ew ê tevî çê ye !
10- Qertafa tewangê ya pirjimar - an sivik û kurt bûye ; tîpa/ n/ hatiye avêtin û tenê - a tê bikaranîn wek :
A- Ez ê zêra ji te ra bikirim. (zêran)
B- Ew î derê nav dara. (daran)
C- Ez ê kinca bişom.
11- Veqetandekên binavkirî yên yekjimar zayenda nêr û mê (-ê /- a) li Efrînê (-î / - ê) ne, her wiha, veqetandeka binavkirî ya pirjimar
(- êd) şêweya kevn parastiye yan (-ê) ya sivik bûye li şûna (-ên) wek :
A- Bavkî min merîkî cotarî ye.
B- Dêkê (diya /dayîka) min ji min pir hez dikê.
C- çavêd te wek kêran e.
Ç- Çavê min dêşin.
D- Qelemêd qiçika nemane.
E- Kincêd birakî min kevn bûne.
F- Kincê min bişo.
12- Veqetandekên nebinavkirî ( - ek) bûye
(-ik) wek :
A- Min sêvik xwar.
B- Darik me hişk bû.
13- Cinavkên şanîdanê yên xwerû (ev/ew) li Efrînê şêweyên resen parastiye û tîpa / h/ hîn mayî, her wiha, cudahiya di navbera yekjimar û pirjimar de hîn heye wek hev /heva, hew/ hewa, hevna /hewna. Helbet, li Sêrewa û deşta Cûmê evene tê bikaranîn.
Mînak :
A- Hev/Heva çi ye?! = Ev çi ye?
B- Hew/Hewa çi ye? = Ew çi ye?
C- Hevna çi ne? = Ev çi ne?
D- Hewna çi ne?! = Ew çi ne?!
Wekî din civakên şanîdanê yên tewandî wek zimanê nivîskî ne (vî/ vê, wî/ wê, van /wan).
14- Qertafa kesane ya kesê duyem yekjimar
(-î) li ba piraniya Efrîniyan bûye (-e/- ê), her wiha, qertafa kesane ya kesê sêyem (- e ) bûye (-ê) li gel ku li hin gundan wek xwe mayî ye wek :
A- Tu çi dikê? = Tu çi dikî ?
B- Tu dixwînê. = Tu dixwînî.
C- Tu rind e. = Tu rind î.
Ç- Tu merî ye? = Tu merî yî ?
D- Ew nên dixwê = Ew nên dixwe.
E- Gulê dikê nakê ew narê.
15- Dengê /û/ li ba piraniya xelkê Efrînê wek dengê /ü / yê tirkî yan fransî tê bilêvkirin her çend şêweyê resen li navçeya Şêrewa û deşta Cûmê hatiye parastin wek :
çû /dû /mû /rû/gû /bû / zû/tû /hûr /kûr /dûr /sûr /tûj.
16- Gelek peyvên ên dengdêra /a/ di nav xwe de hildigire bi derbasbûna demê û di bin bandora sîstema dengsaziya erebî de hatiye guhartin û bûye tîpa /ع/ eyin tevî ku li hin gundan şêweya resen parastiye wek :
A- m'er /mar
B- Pe'n /pehn /pan
C- be'r be'r /bar bar
Ç- Ke'r /kar (biçûkê biznan)
D- Ke'ni /kanî kehnî
E- Te't /tat /teht
Ê- ce'n /çehn /çan
F- ce'nî /cehnî /canî (biçûkê mehînan)
G- me'în /mehîn
H- şe'ni /şehnî (sizi û nexweşî)
İ- re't /reht /rat (westiyayî)
Î- pe't /peht /pat (bihêz û mekin)
J- de'f /dehf (derbas bike)
K- re'st /rast
L- şe'f /şehf (kevirên biçûk dikevin ber kevirên dîwaran yan dibin bingeh ji avahî û malan re.
M- be'îf /behîf
N- te'l /tehl/ tal
O- se'rînc /sarinc
P- pe'le /pale
Q- ze'r /zehr / zar (zarxweş /zimanxweş)
R- qe'rî /qehrî/qexerî (xeyidî û dilgiran bû)
S- çe'v /çav
Ş- Be'dîna /Bahdînan (navê gundekî ye)
17- Dengê /h/ di destpêka gelek peyvan de wek tîpa / ح/ ya erebî tê bilêvkirin mîna :
A- Hez/ hezkirin ( Hezê min li gund natê).
B- herî (axa şil)
C- her (Her derê ew bi nav dike ve)
Ç- hişk/i'şk
D- harîkirin (harîkarî /alîkarî)
E- hukarî (bandor)
Ê- Hêlik/ hêlkirin (hêlan)
F- Hêr ( hêrî zeytûna /erdê zeytûnan)
18- Hin cînavkên pirsîyariyê li Efrînê taybetin wek :
A- ço (çon / çawa) :Tu ço çû gund?
B- Kîçax/kîngo (kengî /çi wextî)
C-Çira (çima) : Herdu tên bikaranîn.
19- Lêkera alîkar kirin (dike) di dema bê de bûye
(Kê) bi hemû cînavkên kesane wek :
A- Ez kê (dikim) herim gund.
B- Ew kê (dike) herê mal.
C- Em kê (dikin) herin dewatê.
Ç- Hûn kê herin serî çê.
D- Ew kê (dikin)herin mal.
20- Hin peyvên ên dengdêra /o/ di nav xwe de hildigire wek tîpa /ع/ eyna erebî tê bilêvkirin wek :
A- ronî : Roniya çavên min kêm e.
B- rovî /rovî : Rovî mirîşkêd me tevda xwarin.
C- rovik : Rovikê wî kul bûye.
Ç- Ron (ne tîr e) : Dew ron e.
21- Hejmar li Efrînê bi şêweyekî cuda û taybet tên bilêvkirin, bikaranîn û jimartin wek hejmarên ji yek heya deh (1- 10): yek, didu, sisê, çar, pênc, şeş, heft, heyşt, nihe, dihe. Her wiha, hejmarên ji yanzde heya nozdeh bi sîstema( 10+1=11) tên bikaranîn mîna dew yek (deh û yek /yanzde), dew dudu (deh û didu/duzdeh) ,... hwd.
22- Di devoka Efrînî de çendîn peyvên tirkî hene bi taybetî di navçeyên çiyayî yên li bakurê Efrînê dikevin li ser sînorê Tirkiyê mîna Şera, Bilbilê, Raco, Şiyê, Cindirêsê û heta Mabeta jî. Bê gûman bandora tirkî ji serdema Osmanîyan de mayî ye. Wekî din li hember gelek peyvên tirkî hin peyvên kurdî jî tên bikaranîn, lê bi şêweyekî teng ne berfereh di biwêjan de mane yan jî di pend û şîretan de mane.
Mînak :
1- qapi (kapı) = derî:, Meke bi deriya werê seriya. G.P
2- qulaq (kulak) = guh : Guh pê de /Guh lê ne.
3- ênişte ( enişte) =zave
4- dûşmûş (düşmüş) = ketiye
5- sax (sağ) =xweş
6- qanciq( kancık) = dêlik
10- alvêr (alver) = danûstandin
11- gûnlûk (günlük) = ro /roj
12- sankî (sanki) = tê bibe
13- gêndi (Kendi) = Ew /wî /wê /wan
14- siqinti (sıkıntı) = tengî
15- siqilmîş( sıkılmış) = tengijî /dilgiran /qeherî
16- alçaq = nizim û kêm
17- Orispi (oruspu) = kûnde
18- yawaş (yavaş) = nermi nermi /hêdî hêdî
19- kêskin (keskin) = pir /zehf
20- yarim (yavrum) = lawî min
23- Zayenda gelek peyvan li Efrînê nêr in û li devokên kurmancî yên din mê ne û berûvajî wê. Ew jî mijarek cihê goftûgoyê ye girêdayî civakê û nirxên wê yê, her wiha ew têkildar e bi nêrîn û bandora civakê li ser zimên.
Mînak :
1- Ez di bin darê zeytûnê rûniştim. (dara)
2- Qîzê apî min dergistî bûye. (qîza)
3- Dêkê min pir ji min hez dikê. (dayîka)
Helbet ev sêmînar bi giştî li ser taybetmendiyên devoka Efrînî ye û yê bi xwe jî zaravaya kurmancî ye. Devoka Efrînî diyar e pir sivik bûye; gelek tîp hatine xistin û hatiye guhartin Ew xalên navborî bi gelemperî li devera Efrînê û li nav xelk û şêniyên Efrînê tên dîtin û bi hev re ciyawaziya devoka herêmê dide nîşankirin tevî ku hin şêwe û dirûvên cuda jî li navçeyên cur bi cur tên dîtin wek ku çawa hatine destnîşankirin. Wekî din, kurmanciya Efrînî ji alî binesazî, peywir û rêziman wek her devokek kurmancî ye.
Pêwîstî û armanca vê sêmînarê gelo çi ye ?!
Bê gûman mirov dikare di riya devoka xwe re hin şêweyên resen, pêşketin û guhertina zimên bibîne gava dide ber zaravayên din. Her wiha, bandor û hukariya zimanên serdest jî mirov dikare balê bikşîne ser wek erebî û tirkî, lewma lêgerîna peyvên resen di devokekê de û bikaranîna wan li şûna bêjeyên biyan dewlemendiyê dide zimanê kurdî bi giştî.
Dîsa, mirov dikane bala xwe bi hin diyardeyên zimanî de wek tewang, kurtkirin û xistina dengdaran. Her wiha, mirov dikare balê bikşîne ser hin cudahiyên di dengsazî û watesaziyê di navbera zaravayên kurdî yên rengîn.
Li dawiyê xala herî girîng ew e ku mirov dikare di riya berhevkirinê re devok û zaravayên din baş nas bike. Ka gelo li dever û di devoka me de çawa ye û çi xalên hevbeş hene û çi taybet in bi herêma me?! Bi vî awayî gelek derî ji sêmînar û lêkolîn li ser zimanê kurdî vedibin, her wisa ziman bêtir nas dibe û pêş dikeve.[1]