$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Devran Riha
Nav û paşnav: Suleyman Aydogdû
Cihê jidayikbûnê: Riha
Navê dê û bav: Anzilha – Davût
Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Gulana 2022’an / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Rêhevalê me Devran li Rihayê ji dayik bû. Rêhevalê me Devran ku malbat û derdora wî welatparêz e, mîna gelek ciwanên Kurd ên birûmet li hemberî pirsgirêka hebûna gelê me bê xem nema. Haya wî ji statûya qirkirinê a ku gelê me tê de ye hebû û qet nexwendibû. Ji ber vê yekê her tim li hemberî dijmin hêrs dibû û li rêya têkoşînê digeriya. Di encama van lêgerînan de sala 2019’an tevlî nava refên gerîla bû û ji bo gelê me rêbaza herî rast a têkoşînê hilbijart. Rêhevalê me Devran bi vê helwesta xwe rêbaza herî rast a têkoşînê nîşanî bi hezaran ciwanên Kurd ên ku di bin zexta dijmin de ne da. Hevrêyê me Devran ê ku bi kesayeta xwe ya kurt û paqij di demeke kin de xwe adapteyî jiyana gerîla kir, piştî ku tevlî gerîla bû, bi rastiya şerê dijwar a ku em tê de dijîn, di warê leşkerî de xwe pêş xist. Di taktîk û şêwazê gerîlayên serdema nû de ti zehmetî nejî û di vê wateyê de karîbû bibe gerîlayekî Modernîteya Demokratîk a mînak. Piştî perwerdeya ku dît, timî pêşniyara çûyîna qadên şer kir û berê xwe da herêma Zapê. Di her hawîrdora ku li qada Zapê de bû, bi saya rêhevaltiya xwe ya ji dil, bû hevalek delal. Rêhevalê me Devran ku bi tevlêbûna xwe ya rast, bi berpirsyarî û ji dil bû mîlîtaneke Apoyî ya mînak, li gelek qadên Zapê pratîkeke serkeftî nîşan da. Bi helwesta xwe ya bi biryar a li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ji sala 2021’an ve ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê û bi beşdarbûna di gelek çalakiyan de rola xwe ya pêşengtiyê bi serkeftî bi cih anî. Li herêma Kurojahro ya ku herî dawî lê bû, tevî hemû meylên dijmin ên li dijî mirovahiyê tawîz neda ji îradeya xwe ya Apoyî û berdêla wê çi dibe bila bibe, ji bo têkbirina dijmin bi hemû hêzê canê xwe şer kir. Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana dîrokî ya rêhevalên me, hevrê Devran jî di nav de bû, weke her carê dîsa çekên kîmyewî bikar anîn. Em soz didin ku em ê bibin rêhevalekî baş ê heval Devran ê ku piştî êrîşa çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da û em ê xeyalên wî pêk bînin.”[1]