$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Dîdar Harûn
Nav paşnav: Gulistan Akgol
Cihê jidayikbûnê: Elmanya
Dayik-Bav: Halîme-Resûl
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Hezîrana 2022 / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Dîdar Harûn ku bi eslê xwe ji Mîdyat a Mêrdînê ye, li Elmanyayê ji dayik bû û mezin bû. Ji ber ku li nava malbateke welê mezin bû, ku tevlîbûn û şehîd jê hebû, timî hewl dida rastiya partiyê fêhm bike, bi çanda partiyê bijî û xwe li ser vê bingehê bi pêş ve bibe. Hevrêya me Dîdar hîna biçûk bû, kete bin bandora tevlîbûna kekê xwe Şehîd Harûn Torî ya li nava refên partiya me PKK'ê û sal bi sal têgihişt ku çima tevlî bûye û çima çiyayên azad tercîh kiriye. Hevrêya me tevî ku li Ewropayê mezin bû, ku qaşo sîstema kapîtalîst azadiya şexsî bi rengekî bêsînor pêşkêş dike û navenda lîberalîzmê ye, weke jineke Kurd a berxwedêr ti carî ji rastiya Kurd û Kurdistanê qut nebû. Ji ber ku li xaka pîroz a Kurdistanê mezin nebû, ev yek timî ji bo xwe weke kêmasiyekê dît. Hevrêya me tevlî karên ciwanên şoreşger bû û ciwanên gelê me yên neçarî jiyana li sirgûnê hatine hiştin zane kir û ji bo wan tevlî têkoşînê bike gelekî hewl da. Hevrêya me Dîdar weke ciwaneke Kurd a bi rûmet ku serî li ber kapîtalîzmê netewand, her ku têkoşîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê a bi felsefeya Rêber Apo nas kir, hîs kir ku gihîştiye nasnameya xwe ya rasteqîn. Berevajî gelek mirovan jiyana li navenda kapîtalîzmê, derfetên sîstemê weke şoreşgerekê red kir û tercîha xwe li aliyê têkoşîna mirovahiyê ya Rêber Apo danî û sala 2017'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me ku li Elmanya û Emerîkayê di asta zanîngehê de perwerde dît, li zanîngehê beşa felsefeyê xwend û tevî zimanê xwe yê dayikê bi zimanê Elmanî, Îngilîzî, Spanî û Tirkî baş zanî bû. Di demekê de ku gelek mirov mîna ji webayê bireve ji welatê xwe direve, penaber dibe û li ser rêyên penaberiyê perîşan dibin, hevrêya me Dîdar berê xwe ji modernîteya kapîtalîst zîvirand û ber bi welatê xwe û gelê xwe, ber bi çiyayên Kurdistanê bi rê ket. Hevrêya me ku bala xwe gelekî li ser felsefeyê bû, her ku pirtûkên Rêber Apo dixwend, hîn bi xurtî bû xwedî hişmendiyeke dîrokê, felsefeya Apoyî fêhm kir, hem jî têgihişt ku xeta jiyana nû ya ku bi pêşengiya jinê Kurd ji aliyê Rêberê me ve hatiye afirandin yekane rêya rizgariya mirovahiyê ye. Bi vê têgihiştinê bêteredût û bi xurtî tevlî bû.
Hevrêya me Dîdar roja tevlîbûna li nava refên gerîla weke jinûve bûyîna xwe pênase kir û li çiyayên Kurdistanê ku hesreta wê bû her kêlî bi wateyeke mezin derbas kir. Li Botanê gerîlatî kir, bi vî rengî pratîkeke serketî nîşan da û bi kedeke mezin hewl da di şexsê kekê xwe Şehîd Harûn Torî de li ser xeta têkoşînê ya şehîdên nemir xwe kûr bike û di demeke kurt de gelekî bi pêş ket. Hevrêya me Dîdar xeta tevlîbûnê û jiyana bi milîtanî ya PAJK'ê ji xwe re kir esas, li qada leşkerî xwe bi pêş ve bir û ji bo bibe bersiv ji pêwîstiyên demê re bêrawestan kar kir. Bi têkiliyeke xurt bi xeta hevrêtiyê ya PKK'ê re hate girêdan û kedeke mezin da her hevrêyên xwe, bû parêzvan û pratîkvaneke rasteqîn a jiyana bi milîtanî û xeta hevrêtiyê ya pîroz.
Hevrêya me bû şervan û fermandareke mînak a YJA Starê ya gerîlatiay dema ku bi ji aliyê Gerîlatiyên Azad ên Kurdistanê ve bi fedaîtî û geşkirina têkoşînê hatiye afirandin. Hevrêya me kûrbûna xwe zêde kir, xeta fedaîtiyê di şexsê xwe de şênber kir û tevlî karên Hêzên Taybet bû. Hevrêya me Dîdar bandoreke mezin li her hevrêyên xwe kir û bi kesayetiya xwe ya ji dil cihê xwe di dilê hemû hevrêyan de girt. Ji kêliya destpêkê ya êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a mêtinger û pê ve tevî hevrêyên xwe cihê xwe di çeperên şer de girt û bû yek ji wan hevrêyên me ku fîşeka destpêkê li dagirkeran xist. Hêrsa xwe ya li dijî mêtingeran veguherand enerjiya şer û jiyana bi milîtanî û tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dagirkeran hate xistin. Hevrêya me Dîdar weke milîtaneke leheng a felsefeya Rêber Apo bi rengekî fedaî jiya û şer kir û li ser şopa şehîdên pîroz mîrateya şoreşgerî afirand. Mîrateya şoreşgerî ya hevrêya me Dîdar wê di têkoşînê de timî rêya me ronî bike.[1]