$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Egîd Gabar
Nav paşnav: Yasir Mehmûdî Nasirbadî
Cihê jidayikbûnê: Kirmanşan
Dayik-Bav: Zînet-Kerîm
Dem û cihê şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê 04-09-2017
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Egîd jî li bajarê Kirmanşan ê Kurdistanê li nava malbateke dilsozê çanda Yarsanî ji dayik bû, ku ev herêma me bi wê sekna xwe tê naskirin ku têkoşîna me li nava gelê me yê berxwedêr belav bû û di herikîna dîrokê de her tim li dijî dagirkeran şer kir û serî li ber wan netewand. Hevrêyê me Egîd li nava malbateke welatparêz mezin bû ku ji ber polîtîkayên zordar ên sîstemê yên li ser civaka me xizan bû. Hevrêyê me li nava kevneşopiyeke welê mezin bû ku li gel zor û zehmetiyan jî tawîz ji nirxên Kurdistanî û daxwaza azadiyê neda. Hevrêyê me Egîd partiya me PKK û rastiya Rêbertî yekemcar di pêvajoya Komploya Navneteweyî de nas kir. Weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet, ji xwe re kir armanca bingehîn ku li hemberî hêzên komploger têbikoşe û azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger bike. Têgihişt ku ev yek jî bi tevlîbûna li nava refên gerîla dibe. Ji bo vê jî sala 2015'an ku mêtingeran êrîş giran kirin, weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet tevlî nava refên gerîla bû, li ser bingeha parastina hebûna gelê me û misogerkirina azadiya gelê me beşdarî nava karên şoreşê bû.
Hevrêyê me Egîd bi nirxên xwezayî û herî pak ê gelê zû bi eta jiyanê ya têkoşîna me re bû yek, di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza. Li her qadê xwedî li jiyanê derket, bi hevrêyên xwe re têkiliyên xurt danî û ji bo wezîfeyên partiyê bi ser bixîne kedeke mezin da, bi tevlîbûna xwe kelecaneke mezin da hevrêyên xwe hemûyan. Hevrêyê me Egîd da ser şopa fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) û bû fermandar. Bi sekna xwe ya fedaî û tevlîbûna xwe, her tim hewl da hîn bêhtir tevkariyê bike. Hevrêyê me Egîd wezîfeyên xwe hemû bi serketineke mezin bi cih anî û di encama kûrbûnê de ji bo tevlîbûneke xurt bike beşdarî nava Hêzên Taybet bû, pratîka şoreşgerî bi serketî dewam kir. Hevrêyê me li gel qada îdeolojîk li qada leşkerî jî bû gerîlayekî şareza û fermandarekî pêşeng. Lewma bi keda xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmet û hezkirinê. Her kêliya jiyana xwe bêteredût da têkoşîna şoreşê. Em soz didin ku em ê mîrateya berxwedanê ya hevrêyê xwe yê fedaî dewam bikin û armancên wî pêk bînin.[1]