Ji dîroknasên kurd: Şehîd Mihemed Cemîl Rozbiyanî
Dîroknasê Kurd Mihemed Cemîl Rozbiyanî di sala 1913'an de li gundekî ji gundên girêdayî parêzgeha Kerkûkê ji dayîk bûye.
- Di şeş saliya xwe de qurana pîroz xitim kiriye.
- Di sala 1942'an de îcazeta olî li ber destê şêx Riza wergirtiye.
- Ew rastî zîndankirin, şkencekirin, koçberî û derbiriyê hatiye.
- Wî mîna zanyarekî olî di mizgeftan de xebat kiriye.
- Di gelek rojnameyên êraqî de gotarên bi zimanê erebî û kurdî belav kiriye.
- Ew di gelek zimanên mîna kurdî, erebî, farisî û tirkî de zana bûye.
- Di sala 1963'an de bi rêveberiya Mele Mustefa Berzanî tevlî nava şoreşa kurdî dibe û mîna dadgerekî di herêmên rizgarkirî de dixebite.
- Heyameke dirêj di radyoya Tehranê de mîna wergêr bi psporiya zimanê erebî û kurdî dixebite.
- Di sala 1979'an de bi endamtiya civata zanistî ya êraqî wekî desteya kurdî hate erkdarkirin.
- Di sala 1994'an de mêdeliya zêrîn ji yektîtiya dîroknasên ereb werdigire.
- Di sala 1958'an de bi şandeya gelêrî ya êraqî re diçe yektiya sovyetê û hevdîtinê vi seroketiya sovyetê -Xirotoşof- re pêk tînin û li ser mafên gelê kurd goftogo dikin.
- Bi dehan pirtûk û wergêrên wî hene, ji wergerên wî ev in:
1.Dîroka Silêmaniyê û derûberên wê ya Mihemed Emîn Zekî. Gava ew di zîndanê de bû ji kurdî wergerande erebî.
2.Şerefname ya şerefxanê Bidlîsî ku ew jî gava ku ew di zîndanê de bû, ji farisî wergerandiye kurdî.
3.Bîranînên Refîq Hilmî, wergera ji kurdî bo erebî.
- Ji berhemên wî jî ev in:
1.Dewleta El-Hesnewî, bi kurdî
2.Hukmeta Mukriyan, bi kurdî.
3-Çar dewletên kurdî, bi kurdî.
Ew li Bexdadê ji aliyê rêjîma Ba'sê di dîroka 27-03-2001'ê de tê şehîdxistin.
Çavkanî: Kurdîpêdiya
[1]