$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Avaşîn Faraşîn
Nav paşnav: Leyla Urun
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Muzeyyen-Omer
Dem û cihê şehadetê: Xakurkê 13-01-2016
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Avaşîn li navçeya Silopiya ya Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hîn di temenê zarokatiyê de polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û tunekirinê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd dît. Hevrêya me Avaşîn ku bi taybetî bi polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk ên li dijî jin û ciwanan hesiya, serî li ber van polîtîkayan netewand, timî têkoşiya û kete nava lêgerînê. Hevrêya me Avaşîn, pîvana partiya me ya ku bi mezinkirina têkoşînê bersivê dide şehadetê, pejirand û piştî şehadeta xaltîka xwe berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Hevrêya me Avaşîn sala 2011'an tevlî nava refên gerîla bû û ji roja destpêkê ve sekneke bi biryar nîşan da, li ser bingeha Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo her roj hewl da xwe bi pêş bixîne û şareza bibe. Her ku bi pêş ket hîn bêhtir bi potansiyela xwe hesiya û hewl da perwerdeyên îdeolojîk ên wergirtî bixe meriyetê û xwe bike fermandar. Weke gerîlayeke jin, bi sekna xwe ya bi pîvan û durust a li nava jiyanê tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe kir û di dilê her hevrêyên xwe de cih girt.[1]