$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Rêzan Kiçî
Nav paşnav: Çetîn Ebem
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Ayşe-Reşît
Dem û cihê şehadetê: Xakurkê 13-01-2016
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Rêzan li bajarê Şirnexê yê herêma Botanê ku cihê destpêkirina têkoşîna me ya gerîla ye, ji dayik bû û bi hişmendiya welatparêziyê ya malbat û derdora xwe mezin bû. Hevrêyê me Rêzan polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li dijî gelê me ji nêz ve dît, di demekê de ku li dijî mêtingeriyê şerekî bêhempa dihate meşandin li xwe neanî ku di nava sîstema mêtinger de bimîne. Weke ciwanekî Kurd zilma dijmin a li gelê me ti carî qebûl nekir û beşdarî nava refên gerîla bû. Di nava jiyana gerîla de herî zêde ruhê hevrêtiyê ya gerîla bandorê li hevrêyê me Rêzan kir û bi rengekî fedayî tevlî nava jiyanê bû. Ji roja ku beşdarî nava refên gerîla bû û pê ve bi sekna xwe ya fedakar ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û bû cihê hurmetê. Roj bi roj xwe bi pêş xist, di çarçoveya pîvana pêşketinê de her tim hewl da têkoşîna gerîla mezin bike.[1]