Vejandina Gelekî Nexweş
Siddik BOZARSLAN
”Wek ku eşkera eşkera dîyar e, amanc û daxwaza wî mamostayê gewre ”qalkirina xemên dil” bûye; wî xwestîye ku qalkirina wan xemên dilê xwe bike wek çîrokek, wek efsaneyek û li dora çîroka evîna Memê û Zînê wan xeman bîne ber çavan, ragîhîne, bide zanîn. Qet guman tune ku ”qalkirina xemên dil”ê wî mamostayê nemir, afirandina dastaneka neteweyî bûye ku numûneyeka gewre û muhteşem û birqok ji mêjedema neteweyê Kurd bîne ber çavan, raber bike. Mirov dibêje qey mexseda wî ji van malikên jêrîn jî rewşa gelê Kurd bûye:
”Nexweşok û nesax ketine ew yar û evîndar
îro wek hekîmekî jêhatî yê zanyar
Wan derman bikim ez, tedawî bikim
wan bêpiştgiran ji nû ve gîyanî bikim”
Mirov dibêje qey Xanî bi van malikan xwestîye bide zanîn ku gelê Kurd di binê nîrê dagirkirina Osmanîyan û Eceman da nexweşok û nesax ketîye, nîvmirî bûye; wî jî xwestîye bi afirandina dastaneka weha gewre gelê Kurd derman û tedawî bike, wî gelê bêpiştgir vejîne û ji nû ve gîyanî bike, pênasîya wî ya neteweyî bîne bîra wî û pê bide zanîn ku ew jî gelekî kevnar ê xwedîdîrok e û di mêjedema wî da jî bûyerên gelek giring qewimîne.
Jibo ku bawerîya gelê Kurd bi wî, bi pênasîya wî û bi zimanê wî bîne, nefsbiçûkî kirîye û daye zanîn ku welew kêmayî di ”#Mem û Zîn# ”ê da hebin jî, Kurdîbûna wê bes e û divê mirov qîma xwe bi malê xwe bîne; bi wî awayî, pirtûk şibandîye fêkîyek û weha gotîye:
”Ev fêkî welew ku ne gîhîştî û avdar e
Kurdî ye, ev qas bes e û li kar e”
”Kurdî ye, ev qas bes e û li kar e”! Mirov dikare bêje ku her tişt li alîyek, tenê ev peyva têrnaverok bi serê xwe dermanek e ku Xanîyê gewre, wek hekîmekî dilovan, ew daye gelê xwe yê bindest û nexweşok; bi wê jê xwestîye ku xwe binase, bawerîya xwe bi xwe bîne û pênasîya xwe biparêze. Eger mirov bîne bîra xwe ku piranîya rewşenbîrên Kurd di wê dewrê da berê xwe dane zimanên Erebî û Farisî û Tirkîya Osmanî, mirov ji vê peyvê fam dike ku Xanî di heqê pênasîya gelê xwe da çi qas dilsoj û têrbawerî bûye.
Aha bi vê daxwazê û bi vê amancê, Xanîyê nemir babetê dastana xwe jî ji Kurdistanê bijartîye û çîrokeka Kurdî, bûyereka Kurdistanî ji dastana xwe ra kirîye babet; ev jî çîroka evîna Memê û Zînê ye.
Wek ku tê zanîn, di dewrên berê da gelek çîrokên evînê di nava gelên Rojhilat da belav bûne û hozanên ji neteweyên cure cure bi zimanên xwe li ser wan çîrokan pirtûkên evînê nivîsîne; wek çîrokên Yûsuf û Zuleyxayê, Leyla û Mecnûn, Ferhad û Şîrîn û wd.
Eger daxwaza Xanî jî tenê nivîsîna çîrokek bûya, wî jî dikarî li ser yekê ji wan çîrokan pirtûkek binivîsîya. Lê belê yek ji wan çîrokan û bûyeran jî ne Kurdistanî ye. Ji ber ku daxwaza wî nivîsîna dastaneka Kurdî bûye, xwestîye babetê dastana xwe jî ji welatê xwe û ji nava gelê xwe bigire; xwestîye babetê dastana wî jî evîna keç û xortekî Kurd be.
Wek her kes dizane, bûyera evîna Memê û Zînê bûyereka Kurdistanî ye û tenê di nava Kurdan da qala wê tê kirin, tenê Kurd bi wê dizanin û tenê bi Kurdî tê gotin; ji bil Kurdan di nava çu gelek da ev çîrok tune û qala bûyereka wisa jî nayê kirin. Ji alîyekî dî ve, salixê dewleteka Kurdî û komeleka Kurdistanî jî tenê di bûyereka Kurdî û Kurdistanî da tê dayîn. Eşkera ye ku mesela, di çîrokeka wek çîroka Leyla û Mecnûn yan Yûsuf û Zuleyxayê da ne mimkun e ku dewleteka Kurdî û komeleka Kurdistanî bê nasandin û bê salixdan. Lewra ew çîrok ne Kurdistanî ne, babetên wan li hin welatên dî qewimîne.” (eynê eser, r. 29-30),
[1]