$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Felat Ezda
Nav û paşnav: Lokman Ersû
Cihê jidayikbûnê: Riha
Navê dê û bav: Şîrîn – Îlyas
Dîrok û cihê şehadetê: 2018/Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Felat jî li navçeya Wêraşer a Rihayê di nava malbatek welatparêz û pêşengiyê ji civaka xwedî baweriya Êzîdî re dike de, hatiye dinê. Ji ber gelek sedeman malbata wî koçî Ewropayê kiriye û li wir mezin bûye. Hevrêyê me Felat qebûl nekiriye ku ji welatê xwe qut bibe. Hevrêyê me Felat nefret ji lîberalîzmê û tarzê wê yê jiyanê kiriye. Bê navber ketiye nava lêgerînan. Di nava malbatek welatparêz de, bi hezkirin û hesreta welêt mezin bûye. Hevrêyê me Felat Tevgera me ji zarokatiyê ve nas dike û bi eleqeyek mezin Tevgera me û welatê me yê di bin dagirkeriyê de, şopandiye. Bi taybetî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Şengalê, komkujî û firotina jin û zarokên me di bazaran de, di hevrêyê Felat takata xwegirtinê nehişt û veguherî serhildanê. Biryar da ku tevlî Tevgera bibe ku bi têkoşîna li dijî modernîteya kapîtalîst bi berdêlên mezin daye. Hevrêyê me Felat ji jiyana Ewropayê reviya, bi xwestek, coş û kelecanek mezin vedigere çiyayên welatê xwe û tevlî nav refên PKK’ê dibe.
Hevrêyê me Felat tevlîbûna nav refên PKK’ê û car din hatina welatê me, weke ‘ji nû ve zindîbûn’ pênase dike û bi hezkirinek mezin tevlî têkoşînê dibe. Hevrêyê me Felat weke dareke nû hatî çandin, bi tevlîbûna gerîla şîn dibe û fêkî daye. Hevrêyê me Felat bi kelecanek mezin tevlî têkoşînê dibe û enerjiya xwe her xebat meşandiye. Hevrêyê me Felat ji bo ji taybetmendiyên modernîteya kapîtalîst rizgar bibe û tevlîbûna xwe hîn bi zanetir bike, hewl daye ku di îdeolojiya Rêber Apo de xwe kûr bike. Di tarz û tempoya têkoşîna Rêber Apo de xwe pêş xist û li gorî pêdiviyên mîsyona pêşengiyê bûye hêza çareseriya pirsgirêkên gelê me. Hevrêyê me Felat bi baweriya qedîm a Êzidî û îdeolojiya Apoyî sekna mîlîtanek mînak û kadro raber kiriye. Hevrêyê me Felat tevlîbûna xwe ya bi zanebûn, bi îdîa û bi biryar xwe fedayê gelê xwe kiriye û bi şehadeta xwe ji bo me hevrêyên xwe mîrateyeke têkoşînê ya bê hempa hiştiye. Em di şexsê hevrêyê xwe Felat de soz didin ku wê bibin layiqê bîranîn û mîrateya têkoşîna şehîdên xwe û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku xeyalên wî bûn, mîsoger bikin. [1]