$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Hêvîdar Tirbespiyê
Nav paşnav: Ala Xidir Xelef
Cihê jidayikbûnê: Tirbespiyê
Dayik-Bav: Xerma-Xidir
Dem û cihê şehadetê: 10-10-2021 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Hêvîdar li bajarê Tirbespiyê yê Rojava li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Malbata wê, dema ku Rêberê me li Sûriyeyê bû PKK nas kir û bû sempatîzanê partiya me. Ji ber vê yekê jî bû xwedî kevneşopiya welatparêziyeke kûr û di nava têkoşîneke xurt a azadiya welatê me Kurdistanê de mezin bû. Hevrêya me Hêvîdar jî ev kevneşopiya malbata xwe dewam kir û ji ciwantiya xwe ve tevlî nava karên cuda bû. Bi Şoreşa Rojava re firsend dît ku felsefeya Rêbertî û rastiya gerîla bêhtir ji nêz ve nas bike û bi bandoreke mezin sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Hêvîdar tevlîbûna li nava refên gerîla weke 'destpêka jiyaneke nû û azad' pênase kir û bi vê ferasetê tevlî nava jiyana gerîla bû, di kesayetiya xwe de guhertinên girîng pêk anî. Ji bo fêhmkirina sîstema ku serweriya mêr ferz dike gelekî kûr bû û bi encamên ji vê kûrbûnê wergirtî ji bo bibe jineke azad gavên ji xwe bawer avêt. Li gel vê kûrbûnê her wiha di têkiliyên hevrêtiyê de kûr bû û bû hevrêyeke hêja ya hevrêyên xwe. Bi van taybetmendiyên xwe, taybetmendiyên milîtaniya YJA Starê di kesayetiya xwe de temsîl kir. Di qada leşkerî de jî xwe bi pêş xist û bû gerîlayeke azadiyê ya hevgirtî ku bi her awayî dikare şer bike. Piştî ku di têkoşîna xwe ya gerîlatiyê de gelek karên serketî pêk anî derbasî qada Avaşînê bû û bi vê derê re bû yek. Di her gava ku diavêt de hevrêyên ku li vê qadê beriya niha têkoşiyan anî bîra xwe û soz da ku xwedî li bîranîna wan derekve û li ser vê bingehê di xeta fedayîtiyê de tevlî bû. Piştî ku dijmin êrişî qadên berxwedanê yên Werxelê kir, hevrêya me Hêvîdar li refên herî pêş ên berxwedana dîrokî cihê xwe girt, tevlî gelek çalakiyan bû û bû yek ji wan hevrêyên me ku Werxelê kirine Kela Dimdimê ya vê serdemê. Artêşa Tirk a faşîst ku nikare têkçûna xwe ya li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê qebûl bike, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir ku yek ji kiryarên herî hovane yên mirovahiyê ye. Di encama bikaranîna çekên kîmyewî de hevrêya me Hêvîdar şehîd bû û ji bo me hevrêyên xwe bû hinceta têkoşîneke hîn xurtir.[1]