$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Azad Gewda
Nav paşnav: Agît Acar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Adûle-Osman
Dem û cihê şehadetê: 07-09-2021 / Kato Marînos
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Azad li navçeya Elkê ya Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û bi çanda Botanê ya qedîm û welatparêziya kûr a bi pêşengiya partiya me mezin bû. Hevrêyê me Azad ku hîn di zarokatiyê de rûyê faşîzan ê dewleta Tirk a mêtinger nas kir, bi hêrseke mezin a li dijî dijmin mezin bû. Şewitandin û valakirina gundan a bi destê dijminê qirker ku ji bo Kurdistanê bê Kurd bihêle dikir, li mejiyê zarokatiyê yê hevrêyê me Azad bi cih bû û soz da ku rojekê hesabê van kiryaran bipirse.
Ji bo soza xwe bi cih bîne û tola hevrêyên me yên ji bo azadiya gelê me şehîd bûn, di sala 2013'an de tevlî nava refên gerîla bû. Di demeke kurt de hînî çiyayên azad ên Kurdistanê bû ku qet ne xerîbê wê bû û jiyana gerîla pejirand. Piştî ku demekê li qada Garê gerîlatî kir, dema ku faşîzma DAÎŞ'ê êriş bir ser xelkê me yê Êzidî yê li Şengalê, bi hawara xelkê me yê Êzidî ve çû û demeke dirêj li vê derê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir. Di vê pêvajoya şer de ji aliyê gerîlatî û hunera şer ve xwe kir pispor, bû xwedî tecrûbe û fermandarekî bi îdîa. Dema ku li qada Şengalê bû, firsend dît ku rastiya gelê Kurdistanê baştir fêhm bike, bi taybetmendiyên xwe yên gelparêz ji aliyê xelkê me yê Êzidî ve hate hezkirin. Bi biryara partiya me ya sala 2018'an re ji Şengalê vegeriya çiyayên Kurdistanê û li vê derê ji bo karibe di felsefeya Rêber Apo de xwe kûrtir bike û bibe milîtanekî pêşeng ê Apoyî xwe bi her rengî perwerde kir. Bi taybetî ji bo xwe bigihîne pîvanên gerîlatiay modern a serdema nû gelekî ked da û weke gerîlayekî pispor ya ku hîn bû bi hevrêyên xwe re parve kir. Bi dehan hevrêyên xwe ji aliyê teknîkî û îdeolojîk ve perwerde kir û berpirsyariyên xwe yên serdemê bi rengekî serketî bi cih anî. Hevrêyê me Azad ji bo hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk a qirker bixe pratîkê û hesabê êrişên giran ên dijmin ên li ser gelê me bipirse, her tim xwest ku biçe Bakurê Kurdistanê. Ji bo vê daxwaza xwe pêk bîne jî ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve her tim xwe amade kir, her kêliyê bi coşa çûyîna Bakur jiya. Piştî ku rêxistina me ev daxwaz qebûl kir, hevrêyê me Azad weke fermandarekî pêşeng berê xwqe da xaka Botanê cihê lê ji dayik bû. Li vê qada ku zarokatiya wî lê derbas bû gerîlatî kir û ev avantaj baş bi kar anî. Pratîkeke serketî nîşan da û bû yek ji mînakên cewherî yên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk.[1]