Beşîrê Mele Newaf di sala 1956’an de li bajarê Amûdê hatiye dunyayê, ji makbateke kedkar e ku di qonaxa rewşên tarî de ji bakur (Serxetê) bi hezarên malbatan re ji ber zulm û setema cemhoriyeta Tirk, daketine binya xetê, malbata wî jî li bajarê Amûdê bi cî bû.
Di sala 1964’an de dibistana seretayî ya suryniyan a ku di bin serperiştiya kenîsê de bû qedandiye, qonaxa amadeyî jî li bajêr bi dawî kiriye. ew jî yek ji wan kesên ku ji nasnameyê mehrûm bûn, ji lewre derfeta wî ya berdewmkirina xwendina zanîngehê nebû. ji bo debar û pêdiviyên jiyanê ew niha Elktrîksazê dînamoyan e li heman bajarî, bavê çar zarokan e. Ev du sal in wek wanederê waneya şanoyê ye di beşê ziman û wêjeya kurdî de li Zanîngeha Rojava.[1]