KURDAN WEHŞ/BERAZ KEDÎ KIRIN
#Lokman POLAT#
Kurdan wehş/beraz kedî kirin lê tirkên hov kedî nekirin. Rê ji wan re vekirin, berê wan dane rojavayê Anatoliyê, çûn bûn belayê serê ruman, bulgaran, arnawidan, boşnakan, bîzansiyan. Bi alîkariya kurdan paytextê Împaratoriya Bîzansê, Konstantînopolîsê fetih kirin. Dema artêşa Siltan Mehmedê Osmanî ji bo fetihkirinê diavêje ser patytextê Împaratoriya Bîzansê, Konstantînopolîsê/Stenbolê eqilmend û şêwirmendê Siltan Mehmet kurdê ku navê wî Mella Goranî ye û fermandarê/komutanê artêşa wî jî kurdê bi navê Zaxros Paşa ye. Piştê dorpêça 40 rojan Siltan Mehmed aciz dibe û dibêje Konstantînopolîs nayê fetihkirin, em dev jê berdin vegerin herin, lê Mella Goranî û Zaxros Paşa qebûl nakin, bi Siltan didine bawerkirin ku ew ê bajar fetih bikin. Û bajar fetih dikin, Împaratoriya Bîzansê bi saya kurdan hildiweşînin û paşê vêca tirk bûn belayê serê kurdan û gelên rojhilata navîn.
Min xebat û lêkolînên birêz Cemşîd Bender bi baldarî dişopandin. (Niha ew çûye rahmetê, ruhê wî şad be.) Min heta niha hemû pirtûkên wî xwendine. Cemşîd Bender lêkolînerekî hêja bû. Kurdê Anatolia navîn bû.
Di pirtûkên Cemşîd Bender de agahiyên gelek girîng hene. Gelek aliyên nezelal ên dîroka kurdan derdikevin holê. Tez û argumanên wî yên derbarê şaristaniyê de, bi taybetî di erdnîgariya kurdan de, bi giştî têne pejirandin.
Teza dîrokê ya ku Kurd ji cîhên din koç nekirine, li ser axa ku îro her tim li ser dijîn, ji bo min maqûltir xuya dike. Nêrîna ku kurd ji Skandînavyayê koçber bûne û hatine erdnîgariya kurdî ya îroyîn bi dîtina min ne rast e, şaş e.
Ev argumana -ev teza dîrokê ya li ser kurdan- argumaneke ku hinekî di bin bandora teza dîroka tirkan de ye. Dîroknasên tirk bi mecbûrî miletekî ji cihekî koçî cihekî din dikin. Teza wan a dîrokê her tim li ser argumenta ku gel ji cihekî koçî cihekî din dikin esas digire.
Dema ku Kurd li Mezopotamyayê şaristanî pêş dixistin, li Skandînavyayê di bin qeşayê de serdema qeşayê dihat jiyîn. Di dîroka Skandînavyayê de bûyereke dîrokî ya gelê ku ji vir koçî Mezopotamyayê kiriye tune ye. Di çavkaniyên dîrokî yên Swêdiyan de, dî pirtûkên wan ên derbarê dîrokê de jî qet koç kirin, ango ji Skandînavyayê koşê Mezopotamyayê/Kurdistanê tune, tişteke weha nayê qal kirin.
Ji aliyê lêkolîneran ve hatiye piştrastkirin ku koka koma zimanên îndo-ewropî erdnîgariya kurdî ya îroyîn e, kurdistan e, mezra botan e, mezopotamya ye. Kurd neteweyeke otantîk in û her dem li cihê xwe li ser axa welatê xwe jiyane. Ji tu ciheke din nehatine Kurdistanê.
Di rojnama NûRojê de nivîseke gelek girîng a A. Wehab li ser vê mijarê hatiye weşandin. Belkî ev nivîs ji ber ku bi kurdî ye zêde bal nekişandibe. Lê gotarek pir girîng e. Ev gotar argumanên Cemşîd Bender piştrast dike. A. Wehab ku ev gotar nivîsandiye, haya wî ji pirtûkên Cemşîd Bender tune bû.
Min jê re got “Cemşîd Bender berê van nêrînan parast. Dema min got ku ew hê jî wan diparêze û li ser vê mijarê lêkolînên pir girîng kirine”, A. Wehab matmayî ma û got, “wê demê ew dîtinên ku wî parastiye rast in.”
A. Wehab di gotara xwe de dibêje; Koka zimanê indo-ewrûpî ji Kurdistanê, Anatoliyê tê. Ev ziman 9000 (neh hezar) sal berê li Anatoliyê hatiye axaftin. Zimanên Hîtît, Palatî û Lûwî jî şaxên vê yekê ne, lê niha bûne zimanên mirî. Ev teoriya Prof. Colin Renfrei di pirtûka xwe ya “Arkeolojî û Ziman” de nîqaş dike.
Yên ku bi vî zimanî diaxivin cotkarên pêşîn ên cîhanê ne. Bizin xwedî dikirin û genim diçandin. Hin ji van 6500 sal beriya zayînê ji Kurdistanê koçî Greklandê/Yewnanîstanê kirine. Çand û bizinên xwe bi xwe re birin. Li gorî Prof. Colin Renfrew, li Anatolyayê bi hilberîn, çandinî û çandiniyê re ji dayik bûye û ji wir pêşî li Yewnanîstanê û piştre jî li Ewropayê belav bûye.
Li gorî teoriya Prof-Colins, koka zimanê Sanskrîtî yê Hindiyên kevnar Anatolia ye û ji zimanê herî kevn ê Anatoliyê hatiye wergirtin. Ev tê wê wateyê ku zimanê kurdî – kurdî – hem ji farisî hem jî ji sanskrîtî kevntir e. Kurd ji faris û hindiyan zêdetir nêzî Anatolyayê ne.
Koma zimanê hindo-ewrûpa jî ji erdnîgariya ku kurd lê dijîn derketiye û paşê li Îran û Hindistanê belav bûye.
Teza ku koma zimanên Hind-Ewropî ji erdnîgariya Kurdî pêşketiye, teza dîrokê ya ku Naziyan parastiye jî red dike. Naziyan got ku “Zimanê Hindo-Ewrûpa bi zorê ji hêla Aryenên porê blond/porzer û çav şîn ve li seranserê cîhanê belav bû.”
Ev teza dîrokê îro ji aliyê hin dîroknasan ve hatiye pûçkirin.
Li ser van argumanên Prof. Colin Renfrew, bi rehetî mirov dikare bibêje ku; Zimanê Kurdî di cîhanê de yek ji zimanên yekem e.
Niha ez dixwazim werim ser mijara kedîkirina Beraz.
Li gor lêkolînên arkeologan, beraz 10.000 (deh hezar) sal berê li erdnîgariya îroyîn a kurda yekem car hatiye kedîkirin.
Di kolandinê de ku li Hallan Cemiyê (li erdnîgariya kurdî ya îroyîn) hatin kirin, hestiyên berazan hatin derxistin. Heta niha dihat îdiakirin ku heywanên malê yên ewil pez û bizin in. Dîroka kedîbûna wan 8 heta 9 hezar sal berê bû.
Lê hestiyên Berazan diyar dikin ku yekem heywanê kedîkirî beraz bû. Ev bûyera xwemalîkirinê li erdnîgariya kurda ya îroyîn pêk hat. Dibêjin niha jî li çiyayên Kurdistanê gelek beraz hene. Çend roj berê kurê apê min li çiyayê pişt Licê beraz dîtibû.[1]