=KTML_Bold=Piştî du salan..Serêkaniyê û Girê Spî-3=KTML_End=
Piştî du salan ji dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dagirkeriya Tirk ve, êdî ev bajar bûne navendên komên çete û belavkirina fikrê tundraw. Li wan herdu bajaran çeteyên DAIŞ’ê hene. Ruxmî sûc û terora li wan deveran bertekên şêniyan li dijî dagirkerî û çeteyên wê roj bi roj zêdetir dibin. Gelo çarenûsa van herêmên dagirkirî çi ye? dê gelê Sûriyê çawa karibe wan herêman vegerînin?
Serêkaniyê û Girê Spî.. bûne navendên çeteyan û belavkirina fikrê tundraw
Piştî ku dagirkeriya Tirk malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên iraqî, efgan û hwd li Serêkaniyê bi cih kirin, dewleta Tirk bi rêya rêxistin û komeleyên ku fikrê tundraw belav dikin, hewl dide demografiya herêmê biguherîne.
Dagirkeriya Tirk di 25’ê Hezîrana 2021’an de di bin perdeya komeleyên xêrxwaziyê de komeleyên ji Çeçenistanê derbasî Serêkaniyê kirin û navendek bi navê komeleya xêrxwaziyê ya Qefqasyayê vekir.
Li ser malperên medya dijîtal wêneyên vekirina komeleya ji Çeçenistanê ya bi navê Komeleya Xêrxwaziyê ya Qafqasyayê li Serêkaniyê yê dagikirî hatin belavkirin. Ew komele bi piştevaniya dewleta Tirk a dagirker hat vekirin da ku tundrawiyê li herêmê belav bike.
Li kêlek wê jî di xwepêşanda welatiyan a 25’ê Cotmeha 2020’an de ku banga boykotkirina kelûpelên Fransayê kiribûn, alên çeteyên DAIŞ’ê derketin. Ev yek jî teqez dike ku çeteyên DAIŞ’ê li Serêkaniyê hene.
=KTML_Bold=NAKOK Û ŞERÊ DI NAVBERA ÇETEYAN DE=KTML_End=
Ji wê zêdetir, di navbera komên çeteyan yên li Serêkaniyê û Girê Spî de şer û pevçûn çêdibin û li wan herêman teqîn rû didin.
Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid wiha got: Ev tevliheviya di nava çeteyên dewleta Tirk de ji ber parvekirina tiştên tên dizîn û fidyeyên li şêniyan ferz dikin, pêk tê. Li aliyekî din jî ji ber neyekbûna fikirê di nava komên radîkal de jî pevçûn û şer çêdibin. Ev kom piranî ji bermahiyên DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra yên terorîst in û bi fermana yekser a dewleta Tirk dixebitin. Ev çete ne û bo pereyan dixebitin û dema Erdogan ew şandin Lîbya û Qerebaxê da ku şer bikin û dolaran wergirin, çetetiya xwe eşkere kirin.
Têkildarî êriş û teqînên her tim li herêmê çêdibin, El-Ebid wiha anî ziman: Ev teqîn di nava komên radîkal de çêdibin, bi zana bûn in, da ku hevdu tesfiye bikin, aloziyê çêkin û şêniyên resen bidin koçberkirin. Çeteyan bi bihaneya avakirina nuqteyên leşkerî, şêniyên piranî gundan dan koçberkirin. Lê piştî wê malbatên xwe ji Idlib û herêmên din ên Sûriyê anîn, ev yek heta niha berdewam e. Li rex wê jî bi rêya revandina rûspî û şêxên hin eşîran muzaîka civakî derbe dikin, wan biçûk dixin û neçar dikin bi dagirkeriyê razî bibin û fişarê li wan dikin da ku Girê Spî û Serêkaniyê vala bikin.
=KTML_Bold=ZÊDEBÛNA SÛCAN HÊRSA GEL RAKIR=KTML_End=
Sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî şêniyan rojane zêde dibin, wê jî hişt şêniyên herêmên dagirkirî tevî tirsa ku çete li ser wan didin meşandin, hêrsa xwe nîşan bidin.
Di 23’yê Tebaxa 2020’an de polîsên leşkerî yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi ser maleke li Girê Spî de ku li texa Şelal e girt û dizîn, her wiha îşkence li jinekê da û piştre malbatê ew jin rakir nexweşxaneyê.
Piştî wê bûyerê, gel li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlan derket.
Di 22’yê Tebaxê de, dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe ku meclisa herêmî li Serêkaniyê bi rê ve dibin, bi bihaneya bazirganiyê di taxa El-Ebre re ber bi navenda Serêkaniyê ve deriyek vekir. Lê dewleta Tirk û çeteyên wê gelek malên şêniyekî herêmê wêran kirin, erdê wan malan desteser kir û ew derî vekir. Wê yekê hêrsa gel li bajêr rakir.
Ji ber wê yekê xwepêşandan û bertekên şêniyan li dijî siyasetên dewleta Tirk û çeteyên wê derketin.
Her wiha li gundên Elî Baceliyê, Silûkê, Kormazat, Xirbet El-Riz û Hemam Tirkmen ên girêdyî Girê Spî gelek xwepêşandan li dar ketin û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rêbazên çewisandinê yên hovane ji revandina jinan, mêran, birçîkirina gel û mehrûmkirina ji hîmanên jiyanên yên sereke, bi kar anîn.
Hemîd El-Ebid destnîşan kir ku piştî herêm hatin dagirkirin, dagirkeriya Tirk şêniyên resen bi darê zorê koçber kirin û hîna jî bi rêya astengiyan li dijî şêniyan koçberkirin berdewam e, armanca wê valakirina herêmê ye.
El-Ebid wiha li gotina xwe zêde kir: Tevî sûcên bêserûber ên li dijî şêniyên me, ew bi xaka xwe ve girêdayî ne û bi rêya rêxistina navneteweyî banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk, derxistina çeteyan û vegera ewle ya koçberan dikin.
El-Ebid bang li civaka navneteweyî kir ku wekî çeteyên Ehrar El-Şerqiyê tevahî komên çete yên li Serêkaniyê û Girê Spî bixe lîsteya terorê ya navneteweyî û wiha domand: Divê gelê me nekeve xefka propogandayên dewleta Tirk ku ew rizgarker in û ne dagirker in. Lê belê armanca vê yekê ajandeyên xwe yên mêtîngeriyê pêk bînin daku xwepêşadanan li dijî dagirkeriyê li dar nexin.
=KTML_Bold=RÊBAZÊN BIDAWÎKIRINA DAGIRKERIYÊ=KTML_End=
Têkildarî rêbazên bidawîkirina dagirkeriya Tirk li xaka Sûriyê, muxalifê sûrî û endamê Komîteya Têkiliyan a MSD’ê Elî Rehmon wiha got: Divê xebat bi tevahî aliyên Sûriyê re were kirin ku fişarê bikin, da ku dagirkeriya Tirk bi dawî bibe û piştre xebata vegera şêniyan li warê wan were kirin.
Elî Rehmon tevahî aliyên têkildarî dosyaya Sûriyê berpirsê van sûcan nîşan dan û wiha dawî li gotina xwe anî: Divê em bi hev re xebata li ser sûcên bênavber ên li dijî şêniyên li tevahî Sûriyê bikin, bi yekitiyê û fişara li ser civaka navneteweyî ku çareya siyasî li Sûriyê li gorî biryara navneteweyî û Cinêvê ya 2118 û ya NY’yê 2254 pêk bîne, em ê dagirkeriyê bi dawî bikin.[1]