$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Dogan Alas
Nasnav: Qehreman Gîap
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Kanîa-Vadettîn
Dem û cihê şehadetê:07-03-2023/ Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Çawa ku Mêrdîn yek ji navendên girîng ên welatparêzî û kevneşopiya serhildana Kurdistanê ye, di destpêka têkoşîna me de jî roleke pêşeng lîstiye û îro jî hem bi hezaran zarokên ku şand nava refên gerîla û hem jî bi baweriya xwe ya bê dudilî ya di xeta berxwedanê ya partiya me PKK'ê de pêşengî kir. Gelê me yê Merdînê ku li dijî zilm û komkujiya dijmin berdêlên giran da, bi vê helwesta xwe ne tenê bersiva herî watedar da dijmin, her wiha destnîşan kir ku hêviya gelê me ya azadiyê dê her tim zindî bimîne.
Hevrêyê me Qehreman ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di malbateke welatparêz de ji dayik bû jî di vê kevneşopiya berxwedanê ya gelê Mêrdînê de mezin bû. Ji ber taybetmendiyên welatparêziya malbatê û derdora ku lê jiyaye, ji biçûkatiya xwe de Têkoşîna me ya Azadiya Kurdistanê nas kir. Hevrêyê me yê ku gerîlayên ku ji bo gelê me her cure fedekarî dikin û berdêlên giran didin nas dike, bi çîrokên lehengiyê mezin bû. Ji ber vê yekê xeyala xwe ya tevlîbûna gerîla bi xwe re mezin kir. Hevrêyê me Qehreman ku rastiya dijmin ji nêz ve dît û di ciwaniya xwe de bû şahidê polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me, mîna her ciwanên Kurd ên bi rûmet bi hilbijartina refên têkoşînê beşdarî xebatan bû. Di nava xebatên ciwanan de ji bo ku ciwanên Kurd rastiyê dijmin nas bike û tevlî refên têkoşînê bike kedek mezin daye. Di vê pêvajoya xebatê de tevlîbûna xizmên wî yên nêz li nava refên gerîla, êrîşên dijmin ên li tevahiya welatê me Kurdistanê bi pêş ket û şehadetên di van êrîşan de pêk hat, bandoreke kûr li hevrêyê me Qehreman kir. Hevrêyê me Qehreman bi baweriya ku tenê bi serxistina têkoşîna şehîdên me dikare layiqî xeta berxwedanê ya şehîdên me bibe, di sala 2019’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Qehreman ku sedema tevlîbûna nav refên gerîla ew bû ku azadiya welatê me û gelê me misoger bike, di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de dilsozê vê armancê ma û bû xwedî meşeke şoreşgerî ya serketî. Piştî tevlîbûna nava refên gerîla têkliyên hevrêtiya gerîla û şêwaza jiyana sosyalist a ku xwe dispêre felsefeya wekhevî, parvekirin û azadiyê balê wî kişand. Hevrêyê me yê ku piştî atmosfera azadiyê ya di nava refên gerîla de dît ku sîstema kapîtalîst gel ji nirxên wan ên bingehîn qut kiriye û kiriye meta, bi hemû milên xwe jiyanê hembêz kiriye. Ji destpêka jiyana xwe ya gerîlatiyê ve tevlîbûneke bi coş û bi kelecan hebû. Dixwest di hemû qadên jiyanê de xwe pêşde bibe û ji bo vê jî kedeke bêhempa da. Hevrêyê me Qehreman ku di însiyatîf girtinê de ti carî paş ve gav neavêt, bi saya vê taybetmendiya xwe di demeke kin de bûye gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me yê ku piştî perwerdehiya Şervanên Nû ku dît, li qada Qendîlê tevlî xebatan bû, li vir pêşketina xwe domand. Hevrêyê me Qehreman ku dizane weke milîtanekî Apoyî divê bersivê bide êrîşên tasfiyeyê yên dijmin ên 8 salên dawî li dijî gelê me û Tevgera me kir û pê zane ku ji bo vê yekê divê xwe bi şêweyê şer ê serdema nû xurt bike. Li ser vê bingehê hem di şerê tunelan de û hem jî di şêwaya şerê gerîla yê bi tevger de xwestiye xwe pêş bixe. Bi perwerdeyên ku dîtî re di vê wateyê de asteke pêşketinê bi dest xist û amade bû biçe herêmên ku şer lê dijwar bû. Lê belê hevrêyê me Qehreman ku baş dizane tenê jêhatiya leşkerî wê pêdiviyên şêwazê şer ên îroyîn pêk neyne, dizane ku leşkeriya ku ji bîrdoziyê qut be wê bi ser nekeve. Li ser vê bingehê xwest îdeolojiya sosyalîst a demokratîk a Rêbertiya me ya ku li ser esasê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê hatiye avakirin ji kûr ve fêm bike û vê bike rêgeza jiyana xwe. Hevrêyê me Qehreman ku di vê çarçoveyê de lêhûrbûna xwe kir, her ku têkoşîn kûrtir dibû biryardarî û îradeya xwe zêde dikir.
Hevrêyê me Qehreman ji hevrêyên ku ji sala 2021’an û vir ve li dijî êrîşên dijmin ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna bi fedaî şer kirin û şehîd ketin, gelek bandor bû. Ji bo vê jî bi azwerî, heyecan û coşeke mezin berê xwe herêma Zapê û şensê ku li qadên berxwedanê yê şehîd Bager, Rohat, Avzem û Mizgînan şer bike bi dest xist. Bi hêz û moralê ku ji hevrêyên xwe yên şehîd digirt, bêyî dudilî bi erk û berpirsyariya ku layiqî hevrêyên xwe yên şehîd bû, beşdarî hemû xebatan bû. Di hemû xebatên cih girtiye de serkeftin esas girtiye û serkeftin ji xwe re kiriye armanca sereke. Hevrê Qehreman bi afirîneriya xwe ya di taktîkên leşkerî û bi sekna xwe ya bênavber a bi îdeolojiya Rêber Apo re bûye namzetê fermandariyê.[1]