=KTML_Bold=Em kurd çawa dikarin fêrî ‘Hunera Diplomasiyê’ bibin=KTML_End=
=KTML_Underline=#Siyamed Sîpan# =KTML_End=
Di vê nivîsa xwe de ez dixwazim kurtir bahsa diplomasiyê bikim û bipirsim ka em kurd dikarin çawa fêrî ‘Hunera Diplomasiyê’ bibin.
‘Dîplomat dikarin biaxivin, bêyî ku zêde tiştek bêjin’. Li cem me kurdan jî gotinek heye, dibêje: “Tu gelek axivî û te tiştek negot!”
Ango dîplomat dikarin bêjin, bêyî ku wisa bifikirin! Dîplomat dikarin rêya rast û kin bibînin, lê hemû rê yên din jî nas dikin û dizanin. Winston Churchill gotiye: “Berî ku tu tiştekî bibêjî, du caran bifikire!” Ev gotin tê wateya ku mirov serdestî axaftinê be û her dem gotinek mirov ku bê gotin hebe.
Her wiha carnan dîplomat dikarin bêyî gelek gotin – gelek tişt bînin ziman.
Di nivîsa xwe ya borî de min gotina “Dîplomasiyê” rave kiribû. Di virde carek din dixwazim bal bikişînim ser gotinekê ku gelê cîhanê dîplomasiyê pê rave dikin. Ew jî gotina “Huner”ê ye. Hûn dizanin mirov dikare ji bo vekirina gotina “hunere” bi sedan nivîs binivîsîne. Ji ber ku di her perçeyên jiyana mirov de bi awayekî “huner” rolek dilîze. Lê herkes nikare hunerekê derxîne pêş, her kes nikare bibe hunersaz, hunermend, hunerkar.
Hunera Diplomasiyê ji 4 xalan pêk tê:
Çare dîtin/çareserkirin: Dîplomasî her dem li çareserkirina pirsgrêkan digere. Mirov hewl dide aliyên hevdu yên hevbeş bibîne.
Hevkarî: Mirovek dîplomatîk tenê li başiya xwe nafikire, hewl dide her du alî jî qezenç bikin.
Şêwazek profesyonel: Her çiqas dîplomasî bûbe alavê xapandinê jî mirov gerek di her asta axaftinê de şêwaza xwe ya profesyonel wenda neke.
Demdirêjî: Her çiqas gelek caran çareseriyên demkurt ango zû li gor mirova dilkêş be jî, divê armanc her dem çareserî û armancên demdirêj bin.
Dema em kurd dîplomasiyê dimeşînin (bi kîjan dewlet û saziyan be jî ferq nake) em divê her dem van xalan ji bîr nekin. Em dixwazin çareser bikin, lê aliyên hevbeş nabînin. Çima gelo? Aliyên me yî hevbeş bi ewropiyan, bi farisan û amerîkiyan re gelek henin. Lê aliyên me yê hevbeş bi tirk û ereban re gelek kêm in. Aliyên me yên hevbeş bi asûran re belkî hebû lê bi Selçûkiyan re tune bû. Bi farisan re hebû, bes bi osmaniyan re tune bû.
Di dema rojava de jî me dît ku hevkariya bi dewletên cîhanê re gelek girîng e, ji bo mirov demdirêj li herêmê bibe hêz û statuya xwe bi dest bixe. Qezenca me dikare bibe qezenca amerîkayê jî lê qet nabe qezenca tirk û ereban. Em çima qezencên hevpar dernaxînin pêş?
Ji bo ku em kurd bibin dîplomatên profesyonel divê em li dîplomasiyê tenê bi kar û xebat nekin yek, her wiha ev hunerek danûstendinê ye. Ev jî wek hemû pîşe divê em fêr bibin. Tu kes ji dayika xwe wek dîplomat çênebûne. Her dewlet ji bo dîplomatan mezin bikin wan perwerde dikin, zanîngehên wan henin. Çima em dibistanên dîplomasiyê venakin?
Xala li gora fikra min a herî girîng jî ew e ku dîplomasî divê demdirêj be. Dîplomasiya demkurt li Başûr dimeşînin. Deriyê xwe li tirkî vekirine û dihêle baregehên leşkerî vekin. Dibe ku ji bo wan destkeftiyên demkurt hebin, lê demdirêj ew ê tirkî li serê hikûmetê jî, li serê gelê Başûr jî û ji bo hemû herêmê bibe xeteriyek gelek mezin.
Ez di wê baweriyê deme, dema Şêx M. Berzencî demdirêj bifikiriya, ew ê li hember dewleta îngilîzan bi xemsarî neçûya şer û niha dibe ku Kurdistanek azad hebûya.
Ez di wê baweriyê de me, dema Qazî Mihemed demdirêj bifikiriya, ew ê pîlanên yek, dudu û sisê jî amade bikira. Ango ew ê têkîlî ne tenê bi Rûsya her wiha bi îngilîz û Ewropa re jî çê bikira. Dibe ku aneka qedera Kurdistanê cuda be. Kî dizane?!
Ez dikarim hîna heya sibê bijimêrim û mînakan bidim. Em mixabin demdirêj nafikirin.
Em birînên xwe derman nakin, tenê girê didin…
Çavkanî:
Wikipedia, Kultur-online, „Hunera Dîplomasiyê“ (Frank Naumann), Rowolt [1]