Piştî fuareke Made-İn Kurdish
#Ferzan Şêr#
=KTML_Bold=1-Şaredarî:=KTML_End=
Li ber her salonê yekê peywirdar hebûn. Peywirdarên şaredariyê ji bo kêmasiyan li nav weşanxaneyan de digeriyan dem bi dem.
Tiştê dihat gotin ku tu pere ji weşanxaneyan ji bo cih nehatiye standin. Salona yekemîn û salona duyemîn li dû hev bûn lê hinek xwîner hay ji salona duyemîn nîn bû.Wekî mekan kêmasiyên îzolasyona deng hebûn. Binesaziya dengê -wekî teknolojî ne xerab bû- lê dengên derveyîn rê nedidan fahmkirinê. Ji bo her çalakiyê anons dihatin kirin.
Dikaribûn nivîskarekê/î bikirina nivîskara rûmetê ya vê salê, li ser wî/ê resepsiyoneke taybet bidana.
Dikaribûn mekanên derveyî fuarê ên otelan, ên rûniştinan ji bo li hev civîna nivîskaran bikeystir bikirina.
Dikaribûn ji bo hatina xwîneran bi şarderiyên din ên Kurdistanê hevpar bixebitiyana, erebeyan ji şarederiyên batmanê, mêrdînê, sêrtê hwd, rakirina. Min li bajarên Mêrdînê, Batmanê afîşên fuarê dîtin.
=KTML_Bold=2- Weşanxane=KTML_End=
Tiştê ku min dît ji nivîskarên “dûr” bêtir berê xwe dabûn ên derdorê. Hinek ji wan jî berê xwe dabûn nivîskarên mêvanên komelaya nivîskarên kurd, pena kurd (hwd. belkî ên şaredariyî jî hebin) Gelek nivîskar hebûn ku nehatibûn, bi min ev kêmasiya weşanxaneyan bû.
Xwîner piranî ji buhayên pirtûkan gazin dikirin, kampanyayên heyî têr nedikir bo wan.
=KTML_Bold=3-Nivîskar=KTML_End=
Nivîskar, ên ku imze dikirin û ên ku xwedî li weşanxaneyan derdiketin ne tê de kêm caran tevlî çalakiyan dibûn. Çalakiyên ku ez çûmê him ji hêla xwîneran him jî ji hêla nivîskaran ve “vala” bû. Roja şemiyê ji hêla xwîneran baş bû lê ji hêla nivîskaran dîsa heman kêmasî hebû. Diyalogeke rewşenbîrî nîn bû, piraniya çalakiyan “monolog” bûn.
Dabeşkirina siyasî (ideolojîk), dabeşkirinên “reqabetî” (di nav weşanxaneyan de) û ên ku ji wan jî xeyidîbûn mirov lê bar bike ev ser xalên sereke sedema nebûna guftugo û civatên rewşenbîrî diyar dikir.
!Merasîma helbestê ya li ser navê Arjen Arî nizanim, min nedît, lê ya çîrokan, ya li ser Navê Nureddin Zaza bi her awayî tevlîhev bû.
Dema ez bi xwe wekî xwînereke (ez bi serê xwe, bi derfetên xwe li wir bûm) kurdî dikarim bibêjim ku, meseleyên şaredariyê ji ber ku cara ewil bû dikare bê çareserkirin, lê meseleyên weşangerî û nivîskariyê mixabin çareser nabin di demeke nêz de. Derza di navbera weşangerên kurd û nivîskarên kurd nayê dagirtin, derzên di navbera nivîskar û nivîskaran de nayê dagirtin. Ji bo van guherînên mezin ên civakî divên. Belkî ev tişt li Amedê nebe wê xweştir, belkî jî hin xerabtir be nizanim, lê Amed û ev çalakî li hev nekiriye.
Dema ez wekî mirovek lê dinêrim min gelek dost û heval dîtin, min kesên ku em li ser torên medya civakî hev û du dişopînin dîtin, vê yekê ez kêfxweşkirim, ez bawerim gelek kesan jî kêfxweş kiriye. Ji bo medya civakî, ji bo dînamîzma kurdînûsînê çalakiyeke baş bû, tevî van kêmasiyên jorîn.
Têbinî: Ev çavderiyên min ji bo rojên çarşem, pênçşem û şemiyên bûn, her wekî din ji bo çalakiyên ku ez çûbûmê. Lê dema me ev tişt bi derdorê re parve dikir, wek ku li her derê heman kêmasî hebin dixuya.[1]