Kawa Nemir:Helbesta temenê gewre
Beriya ku şoreşên me hebin, divê pêşî wehiyên me hebin!”
(William Blake, helbestkarê îngilîz).
St. John Perse di helbesta xwe ya bi navê Bo Dante de dibêje: “Helbest, katjimêra lûtkeyan, riya dilsozî û mişextiyê, haveynê neteweyên xurt û hilhatina stêrkan li ser serê nefspiçûkane”
Bê guman ji bîr nakim! Em nifşekî kurmanciya me ya ji “ferhenga hechecîkan” derketî ne, em nifşek in ku me dil heye derbirîna zimanekî dîlan û semaya lal a bav û kalên me yên devxêlî diyar bikin. Em nifşekî welatê bergirtî ne. Ji bîr nakim! Riya ku diçe qonaxa dawîn a ‘Dîwan’a Ehmed Huseynî dûr û nûr e, lê ne ku devling li me teng e, wehiyên ku wî heta niha kelimandine (Ji nifşê me yê kurmanciya Bakur re kifşkirin û diyarkirinên wî, em bibêjin!) di vê kurtenivîsê hilnayên.
Lêbelê ez ê xwe bavêjim bextê şêxên me yên din, ku ez ê navên wan hildim û bibêjim: “‘Dîwan’, katjimêra lûtkeyên me, riya dilsozî û mişextiyê, haveynê neteweya me ya jar û hilhatina cegerxwînan li ser serê dilpiçûkan; ‘Dîwan’, derbirrîna rastîn, hêza nepenî ya di nava me de û di nava hemû derbirînan de, bê guman yek ji wan hêzan e jî, ku dilê me ‘namoyî’yan çi carî genî nake…”
Dîwan belgenameya temenê Huseynî ye.
Di vê toza kambax a helbesta kurmancî de, belê, ‘Dîwan’a Ehmed Huseynî; belgenameya, tembînameya temenê wî ya deq û şerê wî yê giran ê bi derbirîna kurdî re ye, ku bajarên me yên radestî çolbûnê bûne, avreşîn dike, gurên ku li “keriyên” me bûne perwar dikuje, bi şûrê şora kurmancî tirsê li xwedayên ku nahêlin kurd di riya azadiyê de sawa xwe biçinin, difirîne. Her çend rabirdûya me ya nêzîk, hêwirzeya wê ya keregêjî hê jî rê nade ku em bikaribin kelepûra xwe ya vê sedsala ku belavbûna me kurdan dinimîne bi rastgoyî û bi duristî sîstematîze bikin, lê wilo xweya ye Ehmed Huseynî, di kurmancî de, yekane kes e ku sêhr û efsûna Cegerxwînê mezin careke din li kurdan girêdide. Lê tiştekî din ê bêhevta di qonaxên ‘Dîwan’a wî de heye:
‘Dîwan’a Huseynî dîwanek e ku dirame, bêqamkî fireh dibe, guhdar, bîner û xwînerê xwe digihîne peravên kurdewarî û hevçaxiyê, dev li kelepûra berteng a zimanî û derbirînî tal dike, çêjên nemir ji çavkaniyên kelepûrên klasîkên Rojhilat û kurdî, ji movikên dengbêjiya kurdî, ji qewl û beyt û başkuriyên kevnar û ji avên zelal ên helbesta cîhanê digire. Zên û zerengiya pênûsa Huseynî van taybetiyan gişan bi bêhna fireh, bi rasteqîniya stratejiya poetîk li giyanê kurdî dike. ‘Dîwan’a Ehmed Huseynî devê derbirîna kurmancî vedike, toza peyva kurmancî di hevoksaziya asofireh û berfireh de dadiweşîne. “Kirêtiyên” li ser bejn û bala peyva kurmancî bi şîrêzeya bistiyên me dişo.
Huseynî ya ku nayê milan dike.
Ehmed Huseynî vê yeka han, li Stokholmê, di nava nivîskarên “ji nişka ve” de dike. Gotina John Keats, ku di helbesta xwe ya bi navê Xew û Helbestê de dibêje, ji bo riya ku Huseynî daye ser destnîşankirineke rast e: “……… …… …… Kar hêsan bû: Hezar destkaran rûpûşa helbestê da ber çavên xwe. Qewmê bextreş î bêxweda!”.
Ehmed Huseynî, ya ku tê dilan, lê nayê milan, dike. Bi bextreşî û bendewariya xwe ve, bextspî û bextewar e. Tune maye gulên hemû qonaxên dîwanên me yên ku di hucreyên medreseyan de, di qul û qewarên qesr û qonaxên me yên xewn û xeyalan de bêxwedî mane, ne “ji nişka ve”, bi dayîna temenê xwe yê mişt xezalên reviyayî, bi xwîna xwe av dide, pêşkêşî gilî û gazinên Cizîrî dike, pêşkêşî qedirzanên gulan dike. Ew bilbil e, li ser şaxên zêrîn ên gurdaristanên biyanî, dike qal û dax.
Rasteqîniya kurdeki gewre “Odîsyos” rêwîtiya giyanî ye. Movika dastanê ev e: Gelo dê Odîsyos çawa bikaribe vegere ser erd û milkê xwe, welatê xwe Ethakeyê?
Xwazgîniyên har û barbar hatine di hewşa koşka wî ya ezîm de hêwirîne, dixwazin jina Odîsyos, Penelopeê ji xwe re bikin jin, bi ser erd û samana Odîsyos de rûnên. Ev pirs, yek ji wan pirsên herî kevin e ku mirovahiyê bi riya lehengên xwe ji xwe pirsiye: Welat, mirin, nemirî, evîn, bêbextî, veger.
Vegera li axa bav û kalan, vegera li ber pêşa Dayê, tizbiya Bavo.
Helbesta nemiriyê ya Gilgamêş jî, serê hezaran sal e van pirsan ji xwe û ji me dike.
‘Dîwan’a Ehmed Huseynî, ku rasteqîniya xwe ji derbederî û mişextiya kurdekî gewre distîne, van pirsan ji xwe û ji me dike. Ku hûn xêliya li ser van risteyên jêrîn ên Ehmed Huseynî rakin, sosyolojiya di binê qatên van risteyan de hatiye hilanîn binirxînin, hûn ê rêwîtiya giyanî ya Ehmed Huseynî û “Odîsyos”bûna wî bibînin Peyva kurdî bi pêşxist.
Bê guman divê ji bîr nekim! Em nifşek in ku li vir, li Bakur, li bajarên goristanên teng, me dil hebû em bidin dû bilindgoyên ku ji asoyên derbirîna kurdî “deng”an bibêjin.
Ew daxwaz û arezûya ku Walt Whitman jê re gotiye kurtepistên mirina esmanî.
Ew hêz û şiyana ku Feqiyê balindego bi xwendina xwe ya kevnar pê av û çavkanî dane sekinandin, pê dest daye Xanî, ku wî jî li ser serê gerdûnê kiriye hey û hey. Em nifşek in yekî ku “egoya civakî”, ya ku Christopher Caudwell destnîşan kiriye, destnîşan bike ji me re pêwîst bû. Ji me re yek pêwîst bû ku mirina nivîskariya bêkelepûr, veşartina derbirrîna jar û sergêj û belengaz di tirbên kûr de bide xwiyakirin. ‘Dîwan’a Ehmed Huseynî ya ku ji helbesta temenê wî pêk tê, bilindiya rastîn û hêza nepenî ye di nava me de, ku me li vir bi salan e, hê ‘Dîwan’a wî nehatibû Bakur, bi riya fotokopiyan li helbesta nûhatî ya kurmancî zêde dikir. Bawer im ev gotinên min ên dawîn piçekî bo fikara Huseynî ya ku ji ber bextreşiya dîroka me ya dûr û nêzîk dertê bûn bersiv. Huseynî piştî dayîna temenê xwe, pirseke wiha dike, ku divê her kesekî rahiştibe pênûsa jan û kulnameya kurdî hê di sêrî de ji xwe bipirse: “Gelo rola zimanê min ê helbestî di warê afirandina peyva kurdî de heye yan na?” Bi ya min, bi vê serencama ku Huseynî bi xwe bi lêv kiriye, ciyê baweriyê ye ku rola zimanê wî yê helbestî di warê afirandina peyva kurdî de roleke bêhevta ye.
Ev hevoka wî ya ku mirov dikare pê sond bixwe, dê serê me xortan çi carî betal neke:
“…. li asoyê, ez berbanga jiyanê û tavsorka mirinê têkel dibînim.”
Bi van şax û şov û nîşaneyên ku di vê nivîsê hilnehatin, bê şik û bê guman im ku bibêjim, ‘Dîwan’a Huseynî nimûne ye ku helbesta v çawa dikare rabe ser zîn.
2005
[1]