=KTML_Underline=Xoce =KTML_End=
=KTML_Underline=#Riza Uyar# =KTML_End=
Xoce li ser darê bivir di dest de û guliyê binê lingê xwe dibire. Zilamek jî di wê derê re derbas dibe û vê rewşê dibîne û dixwaze Xoce hişyar bike.
Zilam: Niha haya te ji te heye ku tu guliyê binê lingê xwe dibirî, tu yê bikevî xwarê ha û diçe.
Xoce guliyê darê dibire û tevî gulî dikeve xwarê. Xoce hema di cîh de radibe û bi şopa wî zilamî dikeve. Ku jê re bibêje çawa te zanibû ez ê bikevim xwarê, niha tu dizanî ez ê kîngê bimrim jî.
Bi lez diçe û xwe digihînê û jê re dibêje.
Te çawa zanibû ku ez ê bikevim xwarê? Niha tu dizanî ka ez ê kengê bimrim jî.
Zilam çiqas dibêje ez nizanim, lê ji xoce xelas nabe.
Zilam ji bonî ku xwe ji Xoce xelas bike,derewekê dike û diçe.
Zilam ji Xoce re wisa dibêje; ku tu kerê xwe bar bikî û bidî qiyamê, heke ku kerê te heft caran tir kir tu yê bimirî.
Xoce tê kerê xwe bar dike û dide qiyamê. Kerê wî carekî dibêje zirt. Xoce dibêje welahî diyar e, mirin nêzîke. Cara diduyan, ker dibêje zirt. Xwêdaneke cemidî ji eniya Xoce dadikeve ser axa havînê, taya mirinê canê Xoce dorpêç dike.
Tirs dikeve dilê wî û dikeve nava fikaran. Xoce xwe bixwe wiha difikire û dibêje; ez hinekî barê kerê sivik bikim belkî zirtiniya wî raweste; Xoce hinekî êzingan ji ser barê kerê diavêje lê tewşe ; Ker ji her û nêvê xwe nayê xwarê û zirte zirta wî ye; Wekî çeq çeqa aşê naraweste. Xoce: xwe bi xwe difikire û wiha dibêje; niha ku ez wî ji vî kendalî biavêjim û dengê zirtînê neyê min, gelo dîsan jî ez ê bimirim:
Xoce di nav van fikaran de ye; û ker cara heftan dibêje ziiiiirrrt û Xoce di cih de dikeve xwarê û qaşo dimire, qederekî wisa dimîne.
Li der û dora xwe dinihêre dibîne ku wa ye kozikekî li wê derê ye. Xoce radibe û diçe dikeve nava kozikê. Lê kerê wî ji derve ye. Dinihêre ku du heb gur hatin û ketin ser kerê wî. Xoce dibêje:
-Bila te bixwin, dilê min li te rihet bikin. Bê xwedî. Qey te cara heftan nekirina zirtîn ma wê kevir bibariya? De bila gur te bixwe.
Xoce çend roj di kozikê de dimîne ne diyar e, rojekê dinihêre ku wayê dengek tê. Xoce Serê xwe ji kozikê derdixe, dinihêre ku waye hesp û hêstirên bazirganan ji wê de tên. Bi serî derxistina xoce re hêstirên bazirganan ditirsin û hêstira pêşîn diçe li ya dawîn dikeve û hemû cam û camxanên wan dişikên. Bazirgan tên li wan deran dinihêrin û xoce dibînin û digirin. Zanin ku sedemê vê zirar û ziyanê xoce ye. Têr û ser têra wî lê dixin. Tev de canê wî reş û şîn dikin. Hemî parsuyên wî dişkênin û jêre wisa dibêjin:
-Biteqize, ji vir here. Em careke dinê te li vir bibînin, em ê te temam bikin, wî li kerekî lexer siwar dikin û birê dikin.
Xoce tê malê hevsera wî dibêje:
Xoce ev çend roj in tu li ku derê ma yî û ev çi halê te ye?
Xoce dibêje: Hurme qet nepirse, hal û mesela min ev e.
Ez mirim û çûm aliyê dinê û li wê derê van bazirganên bêbav ev sosret anîn serê min. Hevsera wî dibêje Xoce tu mirî lê tu çawa hatî malê? Xoce bersiv dide hevsera xwe:
Hurme welahî bera min dan, ji min re gotin tu li vir aloziyan derdixî biteqize here mala xwe û gotin em careke dinê te li vir bibînin em ê te temam bikin. Xwedê hîvza mirovan ji derbên bazirganan bike keçê. Tu dimirî jî ji wan xelas nabî lê!
Hevsera xoce ji xoce dipirse û dibêje aliyê dinê çewan e.
Xoce dibêje ku tu hêstiran netirsînî û caman neşikînî pirsgrêrk nîn e.[1]