=KTML_Bold=Bi wêjeyê bi Lozanê dadikeve=KTML_End=
Lausanne bi awayekî wêjeyî bi #Peymana Lozanê# û maneya wê ya ji bo Kurdan dadikeve. Rawezh Salim û Raphael Urweider kitêb ji Kurdî wergerandine Elmanî û Saman Ahmed jî ji kitêbê re wêneyê bergê xêz kiriye.
Çîroka Lozan ê ya Şêrzad Hesen (Sherzad Hassan) bi navê “Lausanne” li Elmanî hat wergerandin û wê ji 24-07-2023´yan de yanî di salvegera sedemîn a mohrkirina Peymana Lozanê de bê weşandin.
Bi vê vegotinê, yek ji nivîskarên Soraniyê yên herî zêde tên xwendin, Şêrzad Hesen bi maneya Peymana Lozanê ji bo Kurdan daketiye.
Beriya niha romana wî “Şeva daketina Îsa” (Die Nacht, in der Jesus herabstieg) bi Elmanî têra xwe serketî bû. Ev jî berhema wî ya duyem e ku bi Elmanî tê weşandin. Ji perspektîfa Kurdan ev berhem bi zimanekî wêjeyî bi Peymana Lozanê dadikeve. Lewma Peymana Lozanê di warê parçekirina Kurdistanê û tinekirina statuya wê de diyarker bû û weke peymana tinekirina hêviya mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya Kurdan tê dîtin.
=KTML_Bold=Êş û azara Kawa=KTML_End=
Di nav berhemê de çîroka wî Lozan heye ku sala 2000’î hatiye nivîsîn. Lozan xwendekareke li Zanîngeha Sorbonne ya li Parîsê, êdî hew dikare xwe li ber wê yekê ragire ku hevalê wê Kawa tim û daîm behsa êş û azarên miletê Kurd dike. di heman demê de navê wê jî timî Peymana Lozanê tîne bîra Kawa. Ev serpêhatiyeke evînê ya xwîndar e li ser yekê ji trajediyên herî mezin ên dîroka Kurdan û dike ku xwîner li ruhekî binihêrin yê ku bûyerên mezin ên siyasî ew trawmatîze kirine.
Di kitêbê de ji bilî vî beşê wêjeyî, hevpeyvîneke bi Şêrzad hesen re, gotareke wî û gotareke di heman peywendê de ya Prof. Sherko Kirmanj jî hene.
Rawezh Salim û Raphael Urweider kitêb ji Kurdî wergerandine Elmanî û Saman Ahmed jî ji kitêbê re wêneyê bergê xêz kiriye.
=KTML_Bold=Rewşenbîrekî rexnegir=KTML_End=
Nivîskarê kitêbê Şêrzad Hesen sala 1951´ê li Hewlêrê hatiye dinê û ji muhimtirîn rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê tê hesibandin. Ji ber ku wî li Bexdayê wêjeya Ingilîzî xwendibû, wî gelek berhemên ji Ingilîzî wergerandin Soranî. Ji ber rexneyên xwe yên beramberê Îslamê, li dijî wêî fetwayek hat dayîn û ew jî ji neçarî sirgûnêî Fînlandiyayê bû. Ew nexasim jî sîstema perwerdeyê ya li Başûrê Kurdistanê rexne dike, her wiha îndoktrînekirina ciwanan û bikaranîna dîn jî rexne dike.
=KTML_Bold=Şoreşa wêjeyî ya Şêrzad Hesen=KTML_End=
Sherko Kirmanj ji bo berhema Şêrzad Hesen dibêje, “Neteweyeke bê dewlet, ne parçeyekî dîrokê ye; yên din dîroka wê çêdikin û dinivîsin. Di 'Lausanne'(Lozan) de Şêrzad Hesen behsa vê dike û vê rave dike.”
Bextiyar Elî jî ji bo hunerê wêjeyî yê Şêrzad Hesen dibêje, “Şêrzad Hesen şoreş di wêjeya Kurdî de çêkir.”
Ev berhema wêjeyî beşek ji projeya “Lausanne 2023” ye. Di vê projeyê de Maison du Futur (li Zurichê), Komeleya Mesela, Muzeya Dîrokî ya Lozanê, Projeya Lozanê û Locus Globus hevkarioya hev dikin.
Kitêb bi giştî 66 rûpel e û ji weşanên Klingenberg ên li bajarê Awusturyayê Grazê derdikeve.[1]