$Analîzeke Sosyolojîk li ser Şertên Jiyanê di Nava Civaka Kurdan de: Qelîteya Jiyanê ya Kurdan (1998-2013)$
Fereydoon RAHMANI
PUXTE:
Di van salên dawiyê de di qadên zanistên civakî û mirovî de lêkolînên li ser qelîteya jiyanê bûne disîplîneke girîng. Ev disîplîn di nav tevgera nîşaneyên civakî de wek ragihaner yan jî wek helsengîna mercên jiyana mirovan derketiye pêş. Ji bo nirxandina qelîteya jiyana nifûsa Kurd li derdora dinyayê rêbaza têkel (combinative model) ya Wolfgang Schulz hatiye bikaranîn û ev gotare hewl dide ku hin encamên van lêkolînan bi awayekî kurt vebêje. Pêşveçûnên di vê qadê de lêkolînên ciyawaz derdixe holê, îro em pêrgî gelek nêrînên nû û bin-qadên qelîteya jiyanê û gelek zanistên sereke di vê disîplînê de tên. Alex C. Michalos, Ed Diener, Heinz Herbert Noll, Ruut Veenhoven, Richard Easterlin and Wolfgang Schulz tenê çend nav in ji nava bi sedan zanistên di vê disîplînê ne yên ku serzêdekirin li disîplînê û pêşveçûn li ser danasîna nîşaneyên kamranî û qelîteya jiyanê ya mirovahiyê kirin.
Peyvên sereke: qelîteya jiyanê, qelîteya sûbjektif a jiyanê, tetmîna jiyanê, nifusa Kurd li Îranê, herêma Kurdistana Îraqê, koçerên Kurd li derdora dinyayê. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=512520&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Analîzeke Sosyolojîk li ser Şertên Jiyanê di Nava Civaka Kurdan de: Qelîteya Jiyanê ya Kurdan (1998-2013)=KTML_Link_External_End=