=KTML_Bold=XWEBIŞAFTIN Û PERWERDE=KTML_End=
#Mahabad Felat#
Dê û bav dikarin zimanê xwe bi zarokan bidine hezkirin
Sedem, encam û çareserî. Ev her sê divê bi hev re bêne kirin. Rast e em gelek caran, ji van her sêyan yekê didine pêş, loma kêm dimîne.
Li bajarên Tirkiyeyê û hezar mixabin, êdî li welat jî zarok ne bi çand û zimanê xwe, lê bi ziman û çandeka ne ya xwe mezin dibin û ji giyana sedemên kurdayetiya xwe bi dûr dikevin.
Her çendî bi giranî wisa bê zanîn ku di nav kurdên li Ewropayê dijîn de rewş piçekî baştir e jî, lê li Ewropayê jî malbatên kurd bi giranî bi zarokên xwe re yan bi zimanê wî welatî, yan jî bi tirkî diaxivin. Kurdî, di nav malbatên an nû hatine, an jî malbatên li ser mijara ziman bihîstyar de tê axaftin. Yan jî di malê de hîn jî kalek, pîrek ku baş bi zimanê ewropî an bi tirkî nizane heye, Yan jî, dê û bav baş hînê zimanekî ewropî nebûne û tirkiya wan jî pir lawaz e. Lê tiştekî teqez heye ku di malê de bi çi zimanî biaxivin jî, bi giranî li rêzefîlmên tirkî û li nûçe û bernameyên tirkî temaşe dikin ku ev li Ewropayê jî bi temamî di xizmeta bişaftinê de ne.
Perwerdeya zarokekî hîn di zikê dayikê de dest pê dike. Divê hîn dema zarok di zikê diya xwe de ye pêre bi zimanê dayikê bê axaftin, stran û çîrokên kurdî û bi taybet yên klasîk pê bidine guhdarî kirin. Piştî zarok çê bû jî, divê bi zimanekî din pêre neyê axaftin. Di nav malê de muzîka kurdî timî bê guhdarkirin, kanalên tirkî neyêne vekirin. Dê û bav dikarin zimanê xwe bi zarokan bidine hezkirin.
Tengasiyên heyî em hemî jî dizanin ji bêderfetiyên bêwelatiyê dane der. Ê em çi bikin? Temam, derfet tune, kurdî jî di jiyana rojane de pir pêwîst nake ji bo bi taybet zarokekî, em jî wê demê vê rastiyê bipejirînin? Na, ev dê bibe şaşiya herî mezin û sedema kuştina ziman. Ev îroj realîta me ye, mixabin. Lê ev realîte di nav sedan salan de bi zorê, bi polîtîkayên bişaftinê, bi înkarî, qedexe, çewisandin û hemû rê û rêbazên dermirovahî pêk hatiye.
Zimanek dema bazara wî tunebe, balê nakşîne. Bi taybet jî bala zarokan. Lê dê û bav dikarin vê valahiyê dagirin. Zarokek ji dema embriyo ye heya dibe 7-8 salî çi bigire, li ser wan şîn dibe. Ew bingeh in. Tiştên din ku ji der û dora xwe, ji dibistanê û jiyana derve digirin bê guman bi bandor in, lê ne bingeh in. Loma jî, rola dê û bavan di gihandina zarokan de sereke û bingehîn e. Ango ev pirsgirêk bi keft û left û xîreta dê û bavan dikare çareser bibe.
Me wekî malpera amîda dosyayek li ser bişaftin û xwebişaftinê vekiribû çend sal berê. Gelek zimanzan û nivîskarên hêja, gelek gotarên hêja nivîsîn derbarê sedem, encam û çareseriya pirsgirêka ziman de. Min bi xwe jî çend gotar nivîsîne û ji ser medyaya civakî jî gelek caran ji bo hişyariyê, li gel pêşniyazên çareseriyê tiştna parve dikim. Her wiha me kampanyayek da destpêkirin ku bazara zimanê kurdî siyaset e, loma divê zimanê siyasetê bibe kurdî û me encamên wê ji hemû sazî, dezgeh û partiyên kurd ên bakur re şandin. Bandorek kir? Bê guman. Lê pir giran bi pêş dikeve. Li aliyekê hewldanên lawaz û li aliyê din hewldanên asîmîlasyon û rîşa otoasîmîlasyonê û rastiya me ya bindestiyê.
Loma jî em divê hev û du hişyar bikin, bê navber û bi hemû derfetan. Yan na piştî du-sê nifşên din çend dînazorên ziman ên mayî dê van tiştên em nîqaş dikin jî nikaribin nîqaş bikin. [1]