Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê


Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2
12-12-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Hasan Bîter
26-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
24-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Rewan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
QÎRÎNA MIRINÊ
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Zanhaweya Pêxember (Mewlûda Pêxember)
07-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  531,844
Wêne
  113,284
Pirtûk PDF
  20,686
Faylên peywendîdar
  109,179
Video
  1,712
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
292,131
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
91,114
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,414
عربي - Arabic 
32,828
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
20,350
فارسی - Farsi 
11,710
English - English 
7,823
Türkçe - Turkish 
3,690
Deutsch - German 
1,809
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,144
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,899
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
5,686
Şehîdan 
4,308
Enfalkirî 
3,604
Pirtûkxane 
2,773
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,748
Cih 
1,164
Belgename 
291
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
518
PDF 
32,569
MP4 
2,852
IMG 
208,757
∑   Hemû bi hev re 
244,696
Lêgerîna naverokê
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ...
Kurtelêkolîn
DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP
Kurtelêkolîn
Eyyûb Subaşıya 6 sal û 3 me...
Kurtelêkolîn
Parlamenterên Ewropayê koma...
Kurtelêkolîn
KCK: Li Sûriyeyê çareseriya...
DAÎŞ: HÊZA TAYBET YA TIRKIYÊ, KOBANÊ: FELAT AN HELAKA ROJHELATA NAVÎN
Wêneyên dîrokî dewlemendiya netewî ye! Ji kerema xwe re, bi logokên xwe, nivîs û rengên xwe, nirxa wan kêm nekin!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0

DAÎŞ: HÊZA TAYBET YA TIRKIYÊ, KOBANÊ: FELAT AN HELAKA ROJHELATA NAVÎN

DAÎŞ: HÊZA TAYBET YA TIRKIYÊ, KOBANÊ: FELAT AN HELAKA ROJHELATA NAVÎN
DAÎŞ: HÊZA TAYBET YA TIRKIYÊ, KOBANÊ: FELAT AN HELAKA ROJHELATA NAVÎN
Jîr Jan AMEDÎ

Li dîwarê Dewletên Yekbûyî, lewheyek ji sifirê du metro dirêj daleqandî ye. Li ser lewheyê nivîsek heye û di binê wê nivîsê de, nîşana Ramsesê Duyemîn heye. Ew Fîrewn û Keyê Misrê ye. Nîşana din ya Hatûşî ye. Hatûşî ew kesê ku bi navê Mûwatallî jî em dizanin Keyê Hîtîtan e. Li kêleka mora Mûwatallî, mora keybanûya wî jî heye.
Ew lewhe li dinyayê peymana yekem e ku dîrokzan pê dizanin û bûye mîrata mirovahiyê û ya dewletan. Piştî Şerê Kadeşê, Keyê Misrê û yê Hîtîtan li hev hatine û vê peymanê mor kirine. Li gora dîrokê, di wî şerî de ji herdû aliyan zêdeyî 50.000 leşkerî şer kirine û di encamê de kes bi ser neketiye. Lê belê di encama wî şerî de, ew peyman derketiye holê. Ew jî li ser rûyê erdê peymana yekem e.
Yek ji xalên peymanê ev bûye: “ Ji her du dewletan li ser kîjanî êrîş pêk bên, divê dewleta din alîkarî bide wê dewleta ku bi êrîşan re rû bi rû ma ye.”
Xaleke girîng jî ev e ku “Ji kîjan welatî hemwelatiyek bireve, divê ji aliyê wê dewletê ve dîsa bê teslîmkirin”
Tiştekî balkêş ê din ku dîrokî ye jî, parvekirina Suriyê ye. Suriyeya îroyîn, di navbera herdû dewletan de hatiye parvekirin. Li gor dîrokzanan, ramanên cuda hene. Lê li gor baweriya min, di nivîseke ewha de ji nîqaşên dîroknasan zêdetir encamên wan ên siyasî û jêderxistinên felsefîk û polîtîk girîngtir in. Encamên ku mijara vê nivîsa me ne, em ê li ser wan rawestin û yên din jî bila li benda lêkolînên lêkolînerên din bimînin.
Yek ji bûyerên wan deman, êrîşa Aşûriyan a li ser herêma Kurdistanê ye. Ew Aşûriyên ku li gor Keyê wan, Selmaneserê Duyem gotiye: “Ji tixûbê Araratê heta Tûr Abîdînê, xwîna Gotiyan rijiya.” Bi kurdiya îro, ev gotin weha tê gotin: “Dema Aşûrî erîş dibin ser Mîtaniyan, ji Çiyayê Agirî heta Mêrdînê xwîna Kurdan dirêjin.”
Gelek bûyerên weha hene. Yek ji wan jî, êrîşên Ereban in ku birine ser xaka Kurdîstanê. Di salên 1800î de, helbesteke ku li ser çermekî hatibû nivîsandin, li gundê Hezarmêrdê ku bi Slêmaniyê ve girêdayî ye hatiye dîtin. Di Helbestê de behsa sitemkarî û tunekerina Kurdan ji aliyê Ereban ve hatiye kirin dike.
Nexwe em dikarin bêjin ku êrîş û şer, tu carê ji Rojhelata Navîn û li xaka Kurdistanê kêm nebûne. Di hemû deman de, êrîş çêbûne û welat talan bûne û hêzên serkeftî dewletên xwe ava kirine. Li hember dewletan serhildan çêbûne û ew serhildan dîsa bi qetlîam û tunekirinên hovane hatine rûxandin.
Di ancama rûdanan de tê dîtinê ku gelek caran ne dîn û bawerî, ne jî netewe wek sebebê şer hatine xuyakirin. Lê dîsa gelek caran hatiye dîtinê ku ew diyarde ji bo hevgirtinê têr nekirine û alîgirên şer li gor berjewendiyên xwe yên cuda hêzên xwe dane hev.
Mînakên van di dîrokê de pir in. Şerê Sunî û Şîiyan tu car kêm nebûye. Lê li ser xaka Kurdistanê gelek caran li hev kirine û herdû alî jî Kurdan qetil kirine. Dîsa di şerê navxweyî yê Misr, Cezayir û Lubnanê de jî gelek dîmenên bi vê rewşê hene.
Îro jî rewş weha didome. Çar dewletên ku Kurdistan di navbera wan de hatiye parvekirin, tu car nayên kêleka hev jî, lê di mijara Kurdistanê de alîkarî didin hevûdu û gelek peymanan bi hev re dikin. Peymana Pakta Bexdayê yek ji wan peymanan e.
Lewra em dikarin bi hêsanî bêjin ku çanda dewletan, li ser berjewendiyên wan ava bûye. Di çanda dewletan de biha ji ûjdan û rûmetiya mirovahiyê re tune. Ger hûn li min biborînin ez ê bêjim ku li hemberî berjewendiyên dewletan, hemû pîroziyên weke ûjdan, rûmet û exlaq li poxanan e. Em ê di mijarên jêrîn de jî bibînin ka çawa dewlet ji bo ku bikaribin berjewendiyên xwe bidomînin, bi xwînxwarî li welat û miletan mijiyane.
Ji ber ku mijara me dirêj nebe, dixwazim werim ser xala rewşa îroyîn da ku em ê ji van hêzên hov û dijwar ên weke DAÎŞ, EL QAÎDE, EL NUSRA û hwd çi fêm bikin.
Ji bo ku ev nivîs bigîje armanca xwe, divê bi kurtî em mijara van bûyerên ku di salên dawî de li Rojhelata Navîn pêk tên bînin ber çavên xwe. Em ji çalakiyên ku bi navê “Bihara Erebî” ketiye dîrokê, dê mijara xwe bidomînin.
Lê belê ev Bihara Erebî ku çapemeniya dinyayê bi vî navî daye nasandin wek ku em dizanin, ne di salên Milenyûmê de dest pê dikin. Gelek ji wan, ji bingeheke kûr û ji demên bihurî tên.
Li Cezayîr, Misr, Lubnan û herwisa li gelek welatên Ereb û ya Fars, gelek bûyer bi daxwazên weke demoqratîk û dînî çêbûne. Li hinek dewletan dem bi dem hinek reform pêk hatine, li gelekan jî qetlîam û zordariyên xwînxwar çêbûne.
Li ewqas weletan, bûyerên xwînî qewimîne, lê yek ji wan jî mîna Sûrî encam nedaye. Gelo çima? Çi taybetmendiya Sûriyê heye? Û çima bi taybet li ser xwesariya Kurdan disekinin da ku Kurd bi hindikayî li ser van ramanên nû jiyana xwe nedomînin? Emê li bersîva van pirsan jî bigerin.
Îngilizan Rojhelata Navîn li gor berjewendiyên xweyên daîmî xêz û xet kirin. Berjewendiyên wan di şer û pevçûnên neteweyî, dînî û mezhebî de ne.
******************************
Bihara Erebî (Bihara Ereba)
Emê navê ku herkes pê dizane bi kar bînin. Lê belê di encamê de bihar e yan felaket e, dê wijdana giştî biryar bide.
Çewa ku em dizanin, hema li hemû welatên ku protesto û serhildan lê çêbûne, pirsgirêkên azadiyê li hemûyan hene. Me ew serîrakirin, bi navê “Daxwaza Mafê Azadiyê” bi nav kir û şiroveyên me jî bi gelemperî li ser vê ramanê bûne. Li wan welatên ku ew bûyer lê derketin holê, tomarkirina pirsgirêkan bi puxteyî ev in:
- Azadiya xweîfadekirinê. Tundî û zordestiyên siyasî
- Bêkarî/enflasyon
- Bêrêtî, bertil û karên bêqanûnî.
Di bingeha hemû pirsgirêkan de siyaseta xirab û serîrakirina gelên ku ji rewşa jiyana xwe ne razî ne hene. Desthelatî di destê kîjan neteweyî de be, gel û neteweyên din di binê sitemkariyê de ne. Her wisa bandora dînî û mezhebî jî dibe sedema zilm û zordariya ser yên din û encamên nerazîbûnê derdixe holê.
Di encama vana de, sala 2010an ev bûyera mezin ya ku di welatên Ereban de dest pê kiriye derket holê.
Lê divê neyê jibîrkirin ku van bûyeran hemû bi zordestiyeke rojane ku li hemû welatan her roj bi ristî heye derkete holê.
Ji bo bîranînê, dema em bi kurtî li kîjan welatî dinêrin ka gelo çi encam derketiye holê, divê em behsa encamên vê bûyerê bikin:
Cezaîr :
Gelek rojnamevan, nivîskar û rewşenbîr bûyerên despêka Bihara Erebî yên di sala 2010an de ku li Tunûsê dest pê kiribûn dibînin. Berî van bûyeran, li gelek welatan bi heman daxwaziyan çalaki çêbûne û di encama wan de reform hatine kirin. Dikarim bi hêsanî weke mînak bibêjim ku di sala 1980yî de bi navê “Thafsut Imazîghen” yanî “Bihara Berberîn” derketiye holê. Hugh Roberts di pirtûka xwe ya bi navê “The Battlefield Algeria 1988-2002, Studies in a Brokên Polity” (Qada şer Elgeriya 1988-2002; Pêşlêkolanên Li ser Rejîmeke şikestî) de vê bûyerê li ser şibandina “Bihara Pragê” weke “Bihara Tizî Uzu” bi nav dike û behsa “Bihara Ereba wê demê derdikeve holê. Yanî 30 sal berî destpêka van bûyerên nû “Bihara Erebî” di nîqaşan de ye.
Li Cezayîrê çand û nasnameyên ji hev cuda hene û hemû cudahî li ser siyaseteke ji hev qetandî û tûj xwe îfade dikin. Sîstema dewletê hemû çand û nasnameyên ji hev cuda, di binê navê Cezayirtiyê de tomar kiribûn û piştî daxwazî û çalakiyên gelêrî makezagon hate guhartin. Lê guhartina makezagonê jî êdî têr nekir ku gel pê raweste û tim û tim daxwaza mafên ji hev cudatiyê bi awayekî tund derkete holê.
Ji van bûyeran tiştê balkêş ev e ku, erebîtî bi tenê têra jiyana hevpar nekir û partiyên Îslamî yên wek Partiya Selametê Ya Îslamî (FIS) nijada erebperestiyê bi dîn geş kirin. Dewletê bi xwe ew kar dikir. Lê kesên wek Ehmed Bîn Bella ku ji bingeha sosyalîzmê dihatin jî hêj di salên 1962an de ji bo hemû neteweyan digotin “Em Ereb in, em Ereb in” û hemû netewe û cudahiyan înkar dikirin. Ev mînakek e ji mînakên yekemin ku piştî dagirkeriyên welatên kolonyolîst, Ereban dîsa aşkere dest bi bazirganiya dîn û nîjadperestiyê kirin. Dibe hinek kes bêjin ku Serokê Ulemayên Misilmanan Şêx Ebdilhemîd Bîn Badîs hêj di salên 1931ê de van ramanan bi kar aniye. Ew jî rast e, lê belê ji aliyê siyasetmedaran ve destpêka nîjadperestiya Erebên vî welatî ji vê gotina Ehmed Bîn Mella destpê dike. Li Cezayirê gelek netewe û olên weke Rûm, Cihû, Fransiz, Turk û Berberî hene. Tam sala ku hêj nû azadiya xwe ji Fransayê stendine, nîjadperestî û înkara netewe û nasnameyên din kirine. Berberîn doza ziman û mafê xwe kirin. Di encamê de, di wan salan de ji aliyekî ve hikûmet, ji aliye din ve Hereketa Îslamî ya çekdar (MIA), FIS û Grûba Îslamî ya bi çek (GIA) dest bi şer kirin û li vê axê xwîna însanan bû bazara siyasetmedaran. Vî welatê ku di 8 salê şerê azadiyê de li dora 250 hezar kes qurban kiribûn, di şerê navxwe de jî hêviyên ewqas kesên din jî xistin nêv koma hestiyên wan cangoriyan.
Ev mînaka Cezayirê, mînakeke Rojhelata Navîn e. Hema bêje li hemû welatan, mînakên ewha hene. Her yek welat li gor cudahiyên xwe ji hev biqetin jî, encama wan tev nêzî hev in.
Di 28ê Berfenbara 2010an de, di wan mîtîng û civînên protestoyan de gelek mirin çêbûne û bi ancama qebûlkirina daxwaziyên demokratîk bi dawî bûn.
Tunûs:
Di 17ê Berfenbara 2010an de destpêka hemû bûyeran ji vê derê dest pê kirin. Gel bi girseyî ketin qadan û daxwaza mafên mirovahî, heqê xweîfadekirinê û li dijberî hovîtî û pîspayehiyê protestoyan kirin. Di encamê de, Serokê ku 23 sal li wê derê desthelat bû (Zeynelabîdîn Bîn Elî) reviya û protesto bi dawî bûn. Partiya desthelatiyê belav bû. Bêguman encam ev tenê nîne. Girtiyên siyasî azad bûn û gelek gavên polîtîk hatin avêtin. Di bûyeran de li dora 250 kesî mirin.
Li Lubnanê, Misr, Urdun, Sûdan, Morîtanya, Umman, Yemen, Siûdî, Cibûtî, Iraq, Fas, Lîbya, Kuweyt û li gelek deverên din, bûyerên daxwaziyên cudahiyê derketin holê.
Berî despêka salên 2010an, ev dewlet di nava xirecir û pevçûnan de bûn. Lê mînakeke ji van cuda heye ku ew bi xwe divê di pêşeroja xwe de em bidin ber çavê xwe ku ew jî mînaka Lubnanê ye.
Şerê Ereb û Îsraîlê:
Piştî têkçûn û belavbûna Osmaniyan li ser axa Îsraîl û Filistinê, nîqaş û şerên mezin çêbûn. Ji serhildana Nebî Mûsa (1920) û serhildana Jaffayê, heta avakirina Dewleta Îsraîlê (1948) di navbera Filistînî û Israiliyan de tim şer û pevçûn çêbûye. Piştî avakirina Dewleta Îsraîlê, şer rengê xwe guhert û bû şerê Siyonîzmê. Piştî vê demê Dewletên wek Sûriye, Urdun û Misir jî tevlî şer bûn. Lê van dewletan, vî şerî weke şerê Îslam û Siyonîzmê bi nav kirin. Di hinek peymanan de car carina dewletên wek Sûriye, Lubnan û Misrê ji şer derketibin jî ev şer hêj didome û hemû siyaseta Rojhelata Navîn di binê bandora vî şerî de maye. Nijadperestên Ereb û dewletên ku bi navê Îslamê hereket dikin, hemû rûreşî û xerabiyan dixin sitûyê Siyonîzmê û li gor xwe ji nav bûyerên nepak derdikevin. Lê niha ku em li encama vî şerê ku li Lubnanê derket holê binêrin, em ê bi hêsanî bibinin ka kêmasî ya kê ye.
Lubnan:
Welatekî bi nîjada xwe bi piranî Ereb e. Lê ji xeynî Ereban Ermenî, Kurd, Fransiz û Îngîlîz jî lê dijîn. Ji aliyê dînî ve Îsevî (Katolîk, protestan), Cihû, Misilman, Êzdî û gelek baweriyên din jî lê dijîn. Heta salên 1970yî di navbera baweriyan de cudatî û şer peyda nedibûn. Lê piştî koça Filistiniyên Misilman ku li wirê bi awayekî demografik zêde bûn, şerê dînî û daxwaza hakîmiyeta dînê Îslamê ji aliyê wan koçberan ve hat kirin.
Di 13 ê Avrêla 1975 an de şerê navxwe dest pê kiriye û her ku çû şer mezin bû. Êdî hikûmetê nikaribû şer bide sekinandin û ji dewletan alîkarî xwest. Sûriye di vî şerî de li kêleka Îseviyan cihê xwe girt û ket şer.
Di sala 1976 an de Sûriye, Siûdî û Misir li Riyadê civiyan û peymanekê bi kar anîn. Yek ji xalê peymanê ev bû ku ewê Artêşa Azadiya Filistînê (AAF an bi navê meşhur FKO) weke koçber li ser axa Lubnanê bimîne, lê li hemberî dewleta Lubnanê şer neke. AAF (FKO) vê biryarê qebûl nekir da ku heta Îsraîl kete xeta wan û wan deverên ku lê dijîn xist binê bandora xwe. AAF wê demê reviya (1982). Piştî ku AAF ji wê herêmê derket, leşkerên Îsraîl jî ji heremê vekişiya. Lê şerê di navbera Îsevî û Misilmanan berdewam bû. Suriye û Îran jî bi awayekî vekirî, tevlî şer bûn. Di 1989 an de AAF dîsa hêzên xwe hinartin Lubnanê.
Ji destpêka şerê navxweyî de hetanî sala 1992 an, ew Lubnana ku jê re digotin “Parîsa Rojhelata Navîn” bû welatekî xerabe û 150 hezar hemwelayên xwe sipartin axê û bi sedhezaran brîndar û koçber, jar û perîşan man. Ji wê demê heta îro, dem bi dem ger Lubnan hatibe guhertin jî, lê bûye destbirayê Suriyê.
Di sala 2011 an de, li Lubnanê jî çalakî û protesto çêbûn lê guhertinên balkêş derneketin holê. Ew der hêj sparteka gelek sazî û hêzên cuda ye.
Misir:
Misir him bi bingeha xwe ya dîrokî, him jî bi erdnîgarî û hemleyên polîtîk ên sedsala 20î, di cihanê de û bi taybetî di Rojhelata Navîn û alema îslamê de, cihekî pir grîng digire. Bi bingeha xwe ye dîrokî ya ku ji 6 hezar salan tê, demografiyeke pir dewlemend û li ser axa xwe gelek ol û neteweyên cuda dihewîne. Ji ber cînariya Filistinê jî heta niha nikla xwe ji siyaseta cihan û Ereb û Îslamiyetê kêm nekiriye.
Dema ku ev welat di binê dagirkeriya Îngilîzan de bû, hêz û partiyên siyasî ava bûne û dest bi siyaseta xwe ya neteweyî û olî kirine. Hêj di wê demê de, Hizbî Umme ava bû. Serhildan û raperîna neteweyî ya li dijê Îngilîzan di binê siya vê partiyê de hat domadin. Lê belê muzakereyên di navbera Îngilîz û Misriyan de partiyeke nû ya bi navê Wefdî domand.
Paşê El-Hizbu’ş Şûyûi’yyu’l-Misrî (Partiya Komunîsta Misrê) û Partiya Islah jî xebatên xwe domandin.
Bê guman em dikarin bêjin ku Misir di nava xwe de car caran hinek reformên biçûk çêkiribin jî, ew reform têra demokrasiyeke bi cî nekiriye.
Heta dema Husnî Mibarek gelek caran di nava xwe de derbe û şer dîtine.
Ji Peymana Camp Davîd (17 Rezber 1978)ê vir de êdî Misir weke gefeke aşkere li ser Îsraîl nemaye. Ev Peyman bûye sebebê ku Enwer Sedat û Benahem Begîn xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtine.
Her çiqas li hember dewletên derve polîtikayên bi aram domandibe jî, Misir mîna gelek dewletên herêmê li ser netewperestiya xwe ya taybet sîstema xwe ava kiriye. Lewma di nava xwe de hertim polîtikayên faşist û sitemkarî dem bi dem li ser hêzên îslamî û hema hemû fikrên cuda kiriye.
Di sala 2003 yan de George Bush di axaftineke xwe de dibêje: “Ji bo serketina aştiya Rojhelata Navîn gelek alîkariyên Misrê hene. Lê divê êdî Misir di nava xwe de demokrasiyeke pêkhatî bi kar bîne.”
Bila ev navber di bîra me de be ku destpêka herî pêşîn ya çalakiyan ji 2010 an dest pê nake. Destpêka yekem çalakiyên ku ji înternetê dest pê dikin bi navê “Tevgera 6'ê Avrêlê” di 2008an de dest pê dikin. Di 6ê Nîsana 2008an de li ser malpereke înternetê bi zimanekî hevpar daxwaziya serîrakirina li hember zordariya rejîmê tê weşandin û encamên wê dertên holê.
Di 2010an de ji xwe li Tunûs, Lîbya û heremên din çalakî dest pê kiribûn. Ji xwe nakokî û nexweşiyên dînî û neteweyî di nav gel de hebûn. Şeva Noela 2010an li Îskenderiyê bombe teqiyan û gelek Qiptî hatin kuştin. Li gor agahiyên fermî ew bombe ji aliyê hêzên îslamî yên radikal ve hatibûn teqandin.
Gelê Misrê li ser medyaya civakî belavokan belav kirin û di belavokan de bal kişandin ser provakasyonan. Gel li Qada Tehrîrê civiya û heta ku Husnî Mibarek îstîfa kir hêj rawestiyan. Ji ber ku ew çalakî bê tevger û pêşnûma derketibûn, Îxwan-ul Muslîmîn weke hêzeke tevger derket pêş û di hilbijartinê de bi serket. Lê rastî ne ev e. Di hilbijartinê de bi xwe guman hene û ev dide xuyakirin ku heta hilbijartinê jî hêzên veşartî wan qadan gemirandin. Ji serlêdana 23 namzetan, a 10an nehatiye pejirandin. Di encamê de Mursî bû serokê Dewleta Misrê. Emerîqa nêzikî nîşanî hemû hêzên Îxwan dabû û dixwest Îslameke nerm bi pêşxe an biceribîne.
Lê belê li hemberî îqtîdara Îxwanan, muxelafeteke xwedî hîsab hebû. Berî her tiştî divê bê zanîn ku li Misrê Qiptî bi gelheyî ji sedî li dora 20'î ne. Lê dema mirov li gelheya Misrê dinêre, li dora 85 milyonî ye (2013), nifûsa Qiptiya li dora 18 milyonê xuya dike. Ev jî nifûsa herî mezin a Îsewiyan e ku li Rojhelata Navîn dijîn. Lewma Qiptî ji aliye polîtîkayên navnetewî ve jî cihekî balkêş digirin. (Qiptî di dîrokê de jî gelek zordestî, kotekî û tundî dîtine. Ji ber ku ne Misilman in, ji aliyê Misilmanan ve, ji ber baweriyên xwe yên cuda her tim di binê sitemakrî û zordestiyan de mane.)
Koka Îxwanan jî digîje Selefiyan, ew jî tevgereke pir bi kok û hêz e. Hema gelek şaxên hemû tevgeran bi awayekî koka xwe ji vê hêzê girtine.
Ji 1928 an ve dest bi xebat û tevgera xwe dike û li gor bernameyekê domandin. Em ê li jêrê dîsa vê mijarê bînin zimên. Lê divê neyê jibîrkirin ku li Misrê bi hezaran sazî û komeleyên sîvîl hene û gelek ji wan ên dînî ne ku mizgeftan ava kirine û di van mizgeftan de perwedehî û hemû biryarên xwe dane/didin. Lewma her medreseyek, weke ekolek şaxa ji xwe berdaye. Van medreseyan car carina di nava xwe de şer jî bikin, gelek deman bi sîstemê re jî şer kirine.
Lê di dawiya çalakiyan de Îxwan û Selefî sandalyên xwe yên parlamentoyê bi hev re parve kirin. Lê serokatiya Îxwanan pir dewam nekir û gel û artêşa Misrê jî dane kêleka xwe û dîsa dest dan ser desthelatiyê. Piştî ku bûyerên bi daxwaziya şoreşê destpê kirin, wek Cemaat-ul Îslamiye derketin qadê û xwestin ku di siyasetê de dengê xwe bilind bikin û partiyek bi navê Nûr ava kirin. Paşê partiya Fazîlet û Partiya Esaletê hatin avakirin. Bi vê rewşê ji Cemaet-ul Îslamî sê partî derketin. Serlêdana namzedê wan nehate qebûlkirin û wan alîkariya Mihemed Mûrsî kir.
Van hêzan ji berê de gelek caran êrîşên File û yên dî dikirin û bi wan ra şer dikirin. Daxwaziyên xwe yên Îslamî êdî bi riya zorê derdixistin holê.
Ez jî li ser ramana wan kesên ku divêjin “Amerîka xwestiye ku sîstemeke Îslamî ya nerm bi awayekî siyasî li ser kar be” me. Lê piştî hinek gotin û polîtîkayên paşverû ji vê projeyê poşman bû. Rewşa Sûrî û ya Tirkiyê jî vê poşmaniyê sererast kir.
Hêlekana navbera Dîn û Rejîman: Selefîtî û İxwan-el Muslimîn
Li gor Selefiyan şiroveyên Quranê bi kesayetî ye. Yanî herkes dikare li gor peyva Qur’anê ji xwe re encam derxe û kes ne hewceyê şiroveyên kesên din e. Dem bi dem li gor hedîsan û bi şiroveyên mezheban biryaran bidin jî di nava xwe de taybetmendiyên cuda dihebînin.
Hinek birên wan, heta destpêka van bûyerên dawî jî xwe ji siyasetê dûr xistibûn. Rejîma Misrê ew li hemberî Îxwanan diparast û gelek derfet dabû wan. Selefî û Îxwan di bingeha xwe de yek bûn. Lê sîstemê bi awayekî sîstematîk hêza wan ewha zeîf dikir. Di nava van derfetan de li gelek zanîngeh û dever hebûn. Bi hêz bûn û êdî dixwestin ku hêza xwe nişan bidin. Lê dîsa li gor baweriya wan îtaeta Ûlul Emr (serokê dewletê) ferzekî dînî ye. Ji Îbnî Teymiye heta virê, her tim bi xwesteka dewleteka îslamî bi tevger in. Ger ew dewleta ku dixwazin nebe jî, bi baweriya “dîn nesîhet e” him sozbesteya bi serokê dewletê re, him jî pêşniyaran dikin.
Selefî di dîrokê de bi navên weke Ehlî Sunetî Hassa, Ehlî Hedîs jî tên bîranînê. Lê di behsa hedîsê de şirove li gor mantiqê xwe dikin. Her çiqas weka mezhebê Mu´tezîle bên dîtin jî, bi gelek awayan ji bo dinyaya Îslamê şiroveyeke nû tîne. Ji ber armanca nivîsa me ne li ser felsefe û baweriya Selefiyan e, em li ser bingeha ramanên wan nasekinin.
Di bingeha xwe de raman û şiroveyên Cemaledîn Efxanî (1838, Esadabad - 9 Adar 1897, Stanbul) û şagirdê wî Muhemmed Ebduh (1849 – 1905) dihebîne. Ev fikr û raman bi kurtî di dînê Îslamê de xwesteka şiroveyeke nû ne. Li hemberî gelek kevneşopî û qaîdeyên Îslamê derdikevin û di dema xwe de dengek mezin derdixin.
Di bingeha Selefîtiyê de divê ev xal neyên jibîrkirin. Siltan Ebdîlhemîdê Osmanî di bîranînên xwe de Cemaledînê Efxanî weke sixûrê Îngîlîzan danasiye. Vê miçilgeyê (îdîa) ji bo Cemaledînê Efxanî ne tiştekî dûrî mentiqê ye. Îro jî hêzên wek DAÎŞê vê ramanê nîşan dide.
Dema mirov li xebat û çalakiyên wî yên li Stenbol, Iran, Rusya, Fransa û Lubnanê dinêre, ev bîranîna Ebdilhemîdî baweriya vê ramanê rast dike.
Navbera Muhemmed Ebduh û Randolph Churchill (bavê Winston Churchil) xweş bûye û têkiliyên wan bi hevre hebûne.
Jixwe dema ku li Beyrûdê bû, komele û saziyên hevpar ên bi daxwaziya yekitiya Cihû, Isewî û Misilmanan ava kiriye. Li ser vê rewşê ji wê derê jî ji aliyê Osmaniyan ve hatiye qewirandin.
Şopînerê Muhemmed Ebduh ê herî balkêş Muhemmed Reşîd Riza ye (1865-1935). Tevgereke li dijî Dewleta Osmanî bi navê “La Merkeziyye-i Osmaniyye” ava kiriye.
Şopînerê Muhemmed Reşîd Riza kesekî ku em hemû dinasin Hesen El Benna ye. Pênc sal piştî mirina Muhammed Reşîd Riza, kovara wî ya bi navê “El Manar” ji aliyê Elbenna ve hati weşandin.
Selefîtî her çiqas di bingeha ramanên Îbnî Teymiye de bê dîtin jî, şiroveya wê ya nûjen êdî bûye weke doktrîneke siyasî, ya hemdem. Rexneyên li hemberê Dewleta Osmanî û daxwaziyên sîstemeke li gor demê, vê rewşê baş eşkere dike.
Hesen Elbenna û dûmayên wî her çiqas bi hinek xalan ji xeta Efxanî qetiyabin jî, bi soz û peymana li ser avakirina dewleteke Îslamî ya nûjen, digihîjin hev. Dûmayîk û şopînerên kesên weke Hesen Elbenna, Seyîd Qutub û li Pakîstan Mewdûdî vê riyê domandin.
Ji 1928an heta niha ev hêz di gelek astan de derbas bûn. Li gelek welatan tevger û saziyên xwe ava dikin û heta niha jî hema li gelek welatên Misilman û heta li Emerîqa û hinek saziyên wan li Englandê jî hene.
Hesen Elbena di sala 1940î de tevgereke çekdar a veşartî û bi dizî bi navê “Îradeya Nihênî” bi rêdixe.
Gelek deman endamên wan di Misrê de bi gelek bûyerên kuştin û şewitandin û êrîşan hatin darizandin û ceza xwarin.
Li Behreyn, Sûrî, Iraq, Îran, Tirkiye, Kurdîstan, Urdun, Filistîn, Siûdî, Yemen û Ûmmanê, herwisa li welatên din bi awayekî siyasî di gelek parlementoyan de cih girtin.
Yek ji van kesan jî Tariq Haşimî ku Serokê Partiya Hîzbel Îslamî ya Iraqê ye. Partiya Îslamî ya Iraqê şaxa Îxwan-ul Muslîmîn e. Tariq Haşimî di sala 2005an de bû cîgirê Serokdewletê Iraqê. (Ew dem jî li dijî Federasyona Kurdistanê derket û ji aliyê Tirkiyê ve alîkarî dît) Em ê li jêrê dîsa behsa vî kesî bikin.
Îxwan-ul Muslimîn li welatên weke Misir, Rûsya, Siûdî, Yekîtiya Ereba û Sûrî di nava hêzên terorîst de têne hesibandin.
Surî:
Îxwan-ul Muslimîn dema ku li Misrê ava dibe, di heman demê de tovê xwe li Sûriyê jî direşîne. Ez negihiştîm pelgeyên ku xwe bi kî û çawa li siyaseta Sûrî bi cih digire, lê belê di sala 1945an de weke partiyeke siyasî ava bûye. Partiyên siyasî bê bingeh nayên avakirinê. Lewma bêguman divê desteka xebatên wan gere zû de dest pê kiribe. Di hilbijartinên 1961î de, 10 kes weke parlementer ketine parlementoyê.
Lê ji aliyê derbeya Leşkerî ya ji aliye BE`S (BAAS)ê ve ji siyasetê hatine dûrxistin û ew jî weke gelek hêzên Sûnî hatin qedexekirin. Di şerê navbera hêzên Sûnî û rejîma BE`Sê de cihekî girîng girtine û heta ku qetlîama Hemayê jî ji aliye BE`Sê ve li wan çêbû (1982). Vê komkujiyê, şerê navbera
BE`S û Sûniyan zêdetir kir.
Em ê Îxwanan li wê derê bihêlin û werin ser bûyerên nû yên Sûrî da ku dema em vegerin ser mijara Îxwanan, pêşiya me zêdetir ronî bibe.
Gelên Suriyeyî encama protesto û çalakiyên dewletên din dîtin û ji wan cesaret wergirtin. 15ê Adara 2011an li Derayê destpêka çalakiyan xuya dike. Muxalefeta Sûrî ji bo serejêrkirina Esedî, kete qadan û dest bi çalakiyan kir. Daxwaza gelên ku ketin qadan bi kurtî îstîfaya malbata Esed û dawiya desthelatiya BE`Sê bû. Fitîla agirî ji axaftina du bijîşkan ku di axaftina telefûnê de gotibûn “aqûbeta Mibarek li Beşar be” çê bû. Ji vê axaftinê îstîxbarata Sûrî van kesan girt û bûyer destpê kir. Dema ew kes têne girtin, porê wan tê kurkirin. Du zarok li ser dîwarê dibistanê “Êdî bes e, gel dixwaze vê rejîmê biguhere” dinivisînin. Zarok tên girtin û îşkence kirin. Mezinên zarokan çend caran rîca berdana wan kirin lê zarokan bernedan.
Ew bûyer li Der´ayê derdikevin holê. Der´a bajarekî taybet e. Gelên wê derê bi piranî weke malbata Seyîdan têne bi navkirin û tim zordariya rejîma BE`Sê li ser wan hebû. Piştî lavelav û daxwazan jî zarokan bernedan. Gel derkete qadan û protestoyan kir. Protesto û çalaki li bajarên din jî belav bûn. Di Nîsana 2011an de êdî li gelek deverên din gel bi girseyî derket qadan û rejimê protesto kirin. Artêşa BE´Sê bi dijwarî êrîşê gel kir. Bajêr bi mehan gulebaran kirin. Gelek kesên sivîl mirin. Serhildana gel êdî gihîşte Şam, Hûmûs, Banyas, Hema, Heleb û Qamişlûyê… Êdî gel jî dest bi tekoşîna çekdarî kir...
Ev tekoşîn di serî de bi daxwaza têkçûna BAASê destpê kir. Lê belê hemû di tevgereke bi rêk û pêk de cî negirtin.
Bi kinayî em dikarin bêjin ku hinek hêzên azad yên dixwazin welatekî demokrat û pêşketî ava bikin hene. Lê gelek hêzên din di bin bandora hêzên siyasiyên navnetewî de ne. Em dikarin bi çend serxalan van hêzan ji hev biqetînin.
• Hêzên Azad
• Hêzên Îslamî
• Hêzên Kurd
• Bi hindayî be jî hêzên Tirkmen
Tirkiye, Qatar, Siûdî, Libya û gelek dewletên din ji bo dijberiya BAASê ji bilî Hêzên Kurda alîkariya hemû hêzan kirin.
Di serî de tevger û partiyên di nav şer de ne ev bûn; Îxwanel Muslîmîn, Konseya Neteweyî ya Sûrî, Deklarasyona Şamê, Konseya Bilind ya Şoreşa Sûrî, Tevgerên Herêmî, Artêşa Azad ya Surî, Koolasyîna Demokratîk ya Sûrî…
Movika tevgera Kurda bi navê Desteya Bilind ya Kurda ye. Hinek hêz û tevgerên Kurd di nava Tevgera Şoreşa Sûrî de dixwazin mafên xwe yên mirovahî bi dest bixin. Hêz gelek caran ji hev qetiyabin û dîsa gihîştibin hev jî ev mijareke din e. Lê em dikarin hêzên Kurda yên di bin Desteya Bilinda Kurda ewha bînin rêzê.
PYD – Desteya Bilind ya Sûrî û YPG (Yekîneyên Parastina Gel)
Tevger û Hêzên Îslamî ku şer dikin jî ev in; El- Nûsra, Ehrar El Şeham, Fetah El Îslam, Şukur El Îslam… û vê dawiyê DAÎŞ.
Tiştên hêjayî gotinê ye û em tev pê dizanin yek jê ev e ku Kurd di serî de xwe ji şer parastin. Hêviya mafên xweyên neteweyî kirin û nexwestin ku di nav şer de cî bigirin. Lê ji aliyekî ve jî daxwaz û ramanên xwe bi awayekî dîplomatîk domandin.
Di encamê de Kurda li çend bajarên xwe xwesariya xwe îlan kirin û sîstema kantonan damezrandin. Ji serî de plan û dijberiya Tirkiyê hemû li ser Kurda hatibû sazîkirinê. Kurda her çiqas xwe ji şer dûr xistibin jî, him ji aliye artêşa Sûrî ve him jî ji aliyê hêzên muxalefatên ve rastî êrîşan hatin. Partiyên weke El-Nûsra, Ahrar Al Şam, Lîva Tewhîd û gelek partiyên ku bi navê Îslamê hereket dikin di mizgiftan de qetla Kurda helal kirin û fitwayên talankirina malê wan û destavêtina keç û jinê wan dan. Êrîşên gelek tund li ser Kurdan hatin kirin. Ew partî û hêzên ku berê di nav xwe de şer dikirin hemûyan berê xwe da Kurda. Lê tiştê balkêş ew e kîjan hêz bi Kurda re şer bike, alîkariya Tirkiyê bi wan re ye.
Ji aliye din ve Tirkiyê bi aşkereyî dest bi alikariya van hêzên ku êrîşên xwe sererast birin ser Kurda kir. Pêşî ji bo perwerdehiya milîtanan saziyan amade kir û li ser navê alikariya artêşên azad ciwanan dan hev û şaxek a Elqaîde ku di sala 2004 an de li Iraqê bi navê “Tewhîd û Cîhad” hebû ji nû ve perwerde kir. Ev partî çend caran navê xwe guherandibe jî navê wê yê dawî “Dewleta Îslamî ya Iraqê” bû. Piştî ku ji aliyê hinek hêzên veşartî kete Şamê û navê wê bû “Devlet'ul İslâmiyye fi'l Iraq we'ş Şam” Yanî “Dewleta Îslamî ya Iraqê û Şamê”.
Heta Tîrmeha 2012an Artêşên Rejima Sûrî bi Kurdan re şer kir. Piştî bi serketina Kurda Tirkiyê aşkere dijberî û dijmîniya xwe ya li ser Kurda aşkere kir. Di cotmeha 2012an de şerê Serêkaniyê destpê kir. Hemû mîlîtanên ku ketin şer ji Tirkiyê çûn. Li Pirsûsê sîparîşên xwarina wan jî ji aliyê Tirkiyê ve hat dayînê. Li gor 1500 şervanan qewêtî (sipariş) hatin dayîn û li gor Serokê PYDê Salih Muslîm van qewêtiyan roj bi roj kêm bûn û li gor mirina van çeteyan hatin heta 50 kesî.
Di hemû sernavên mijara van nivîsê de em dikarin gelek ramanên xwe li ser hinek bûyeran dubara jî bikin. Bi taybet ez naxwazim ewha bikim; lê belê ji bo encameke serxwest divê bûyer û jêderkên wê bi hev re bêne honandin û da ku bê dîtinê çi têkiliyên van bûyeran bi hevre hene.
Rojava û Sûriye çima ji qada navteweyî û welatên heremê re ewqas muhîm e?
Dema mirov li dîrokê jî dinêre şerên li ser vê axa hane tim dirêj û dijwar bûne. Ji Hîtîtan bigirin heta Rom û Bîzans û Osmanî, Frans û Îngîlazan…
Heta êrîşên Îseviyan yên dîrokî hemû li ser vê axê hatine hîsabkirin. Heta cihên stratejik nekete destê Xaçiyan xwe negihandin Qudusê jî.
- Ji aliyê stretejiyê Sûriye di Rojhelata Navîn de xwediyê stratejiyeke herî grîng e. Quwet û hêza kîjan welatî li ser vê derê be, bi hêsanî dikare bandora xwe bide ser hemû welatên cîran û Rojhelata Navîn.
- Him ewlehiya hemû Mezopotamya û Anatoliyê, him jî ewlehiya Îsraîl, Filistîn û Misrê ji vê dere dest pê dike. Ji bilî van welatan jî ewlehiya gelek dewletên cîran jî bi ewlehiya Sûriyê ve girêdayî ye.
- Sûriye di navbera van welatên weke Tirkiye, Siûdî, Iraq û Misrê bi hêz da ye. Ji aliye Îran û Libnan û Urdunê ve jî grîng e.
- Îran, Sûriyê weke pir bikar tîne û bi vê rêyê xwe digihîne Hîzbullaha Libnanê. Ev rê jî riya herî kine ku xwe bigîne Îsraîlê. Ji bo Îranê eniya herî grîng a li dijî Îsraîla Siyonîst e.
- Ji bo Tirkiyê jî ya herî grîng eve ku Kurd xweser nebin û di bin siya kî de dijîn bila bijîn. Rêya rojhelata Navîn di vêderê de diçe.
- Herwisa ji bo Rûsya, Îngilîstan, Frans û Emerîqa jî Sûrî bi heman grîngiyê cihê xwe diparêze.
- Grîngiya li hemberderketina Xwesariya Demokratîk ya Rojava, bi taybet bi du nirxan wate dibîne.
- Yek ji vana parastina sînorên Lozanê û tirsa welatên ku Kurd lê dijîn e.
- Ger Kurd bibin xwedî statuyeke muhîm ewê hîsabê Tirkiyê û Îranê xera bibin û Kurdên di bin dagirkeriya van welatan de dijîn jî doza statuya xwe bikin. Ji van statuyan dibe Kurdîstana serbixwe ava bibe. Ev nêrîn ya herî tê zanîn û li ser ziman e.
- Ya duduyan ev sîstema ku Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ava kirine, dîtin û zanînê hemû dewletên herêmê û yên gelek dewletên ku hîsabên wan li ser vê axê heye xera dike.
- Wek tê zanînê PKK rêxistineke siyasî û ramanî ye. Bi hêsanî mirov dikare bêje ku him li ser nirxa wateya “dewletê”, him li ser jiyana netewe, gel, dîn û mezheban bandoreke nû tîne. Destbirayê PKKê PYD di bin gelek tehde û tundiyan de li Rojavayê Kurdîstanê sîstemeke nû ava kirin. Di rewşa îroyîn de vê sîstemê bi kantona didome û tu firq û navberî di navbera tu kesî de dernaxe. Hemû netewe, dîn û mezhep xwe di meclîsa avakirî de temsîl dikin.
- Ger vê sîstemê bi serkeve ewê bibe mînaka gelên Rojhelata Navîn û ewê li hemû îqtîdara dewletên heremê bandor bike.
Mirov dikare van xalan zêde bike û vê mijarê bi serê xwe binirxîne. Lê em ê mijara xwe bidomînin.
“Devlet'ul İslâmiyye fi'l Iraq we'ş Şam” (DAIŞ)
Tevgera “Dewleta Îslamê li Iraqê” bi şerê Emerîqa yê li Iraqê civiya û bi piranî ji şervanên biyanî li hember Emerîqa dest bi şer kir (2003). Ji wê deme heta Nîsana 2012an li Iraqê weke tevgereke girêdayî Elqaîde bû.
Piştî derketina Sûriyê wek me li jor jî got navê xwe guherand. Lê belê hejmara mîlîtanên Elqaîde jî bi El-Nûsra û DAÎŞê du qat zêde bû. Gelek endamên nû ketin nav refên wan û xwe xurt kirin. Lê kiryarên ku derketin holê bû sedema veqetîna Elqaîde û DAÎŞê jî. Ev bûyer bû sedema şerê navbera hêzên çekdarên yên muxalefeta Sûriyê.
-Di 7ê Nîsana 2013an de Serokê Elqaîd ê Eyman EL Zevahîrî, ji bo Sûrî daxwaziya avakirina Dewleta Îslamê kir.
-Di 8ê Nîsana 2013an de Serokê DAIŞê Ebûbekir ELBexdadî daxuyanî da ku bi El Nûsra re yekîtî çêkirine û Dewleta Îslamî ya Şamê ava kirine. Elbaxdadî paşnavê xwe jî bi “Qureyşî” guherand û got ku “ez ji malbata Mihemed Pêxember im û divê hemû Misilman bîatê min bikin”.
- Serokê EL Nûsra Ebû Muhammed Cûlanî vê daxuyaniyê înkar kir û bîata xweya li ser Elqaîdeyê anî ziman.
-Heta 23yê Gulanê him DAÎŞ, him El Nûsra çalakiyên dijwar kirin û ji hev gelek kes kuştin. Pê re jî bi taybet şerê xwe li ser Kurda domandin.
-Li gor TV a El Cezîre Zebarî yekîtiya DAÎŞê û El Nûsrayê bi sebeba ku bê destûra wî hatiye dayînê betal kir. Zewahîrî di nameya xwe de aşkere kir ku li ser navê El Qaîde nûnertiya wan El Nûsra dike û li Iraqê jî Dewleta Îslamê ya Iraqê dike. Aşkere kir ku Hêzeke bi navê DAÎŞ ê nas nake. Lê piştî van daxuyaniyan jî DAÎŞ û El Nûsra ji hev cuda qetlîamêm xwe li ser Kurda domandin.
Piştî ku hat famkirin ewê hêzên Navneteweyî yên wek Emerîqa nekevin nav şerê Sûrî van hêzan êdî di nav xwe de şer kirin. Ev bi awayekî derketina şerê piştî şoreşê ku ewê di navbera wan de derketina bû.
Ev şerê ku di navbera wan de derket bû sedema zeîfbûna hêza Artêşa Azad ya Sûrî jî. Vê bûyerê bi qiwetgirtina Artêşa Sûrî û hêzên alîşidet encam da. Artêşa rejima Sûrî li gor qetlîamên DAÎŞ û El Nûsra biçûk hatin dîtin. Ev jî wek meşrûtiyetek da rejîma BAASê. Jixwe ev encam di civîna Cenewa duyem de derkete holê û ev civîn vala derket. Bêguman sebebê valaderketina vê civînê ne ev bi tenê bû. Sebebekî herî grîng jî ev bû ku civîn bê Kurda hate civînê. Biryareke bê beşdarbûna Kurda bê wate bû. Lê dîsa jî li gor mercên wê demê ez bawerim ku sebebê herî grîng ev dijwariya hêzên alî şidet bû ku hêzên muxalîfa “Dostên Sûrî” zeîf kiribû. Ji grûbên “Dostên Sûrî” Qatar bê biryar ma û Siûdî tim bi daxwaziya şerê çekdarî sekinî.
Tirkiyê dîsa hîsabê xwe li ser dijbertiya Gelê Kurd kir û alîkariya ku da hêzên çekdar weke daxwaziya ketina rejima BAASê nîşan kir. Gelek caran neçar ma ku van alîkariyên xwe veşêre. Lê jixwe emê li jêr jî li ser vê mijarê bisekinin û bibînin da ku ev DAÎŞ hêza Tirkiyê ye û JITEMa navneteweyî ye.
Belê weke ku van rojên dawî jî bûne mijara nîqaşan Siûdî çend car xwest ku ji hêzên weke “Artêşa Azad ya Sûrî” dîsa bi perwerdekirin û çekan xurt bike hewl da. Şefê xwe yê Îstîxbaratê Bender Bîn Sultan bi vê armancê şandibe jî encamek berbiçav dernekete holê.
DAÎŞ di şerê di navbera hêzên muxalefetê yên Sûrî de kesên weke Ebûbeşîr El Ceblew, Ebû Ûbeyde El Binîşî û ji Ehrarûş-Şamê Ebû Mîqdat û hwd… gelek serok û rêvebiran serjê kir.
Rewşa Iraqê:
Mezheb û Nermiya Şidetê
Piştî rejima BAASê ku li Iraqê hilweşiya di hilbijartina yekem de Partiya Islamiya Iraqê wek grûba herî mezin ya Suniya kete parlemantoya Iraqê (2005). Serokê Partiya Îslamî Tarik Haşimî bû. Tarik Haşimî berî ku bikeve siyasetê di Artêşa Iraqê de bû. Haşimî weke ku me li jor jî behs kiribû weke cîgirê Serokkomarê Dewleta Iraqê cî girtibû. Bi sebeba ku Hikûmeta Iraqê firqê dikire navbera Şiî û Suniyan û çek ne da Mîlîsên Sûnî, gefan li hikûmeta Iraqê kir. Berî wê jî bira û xwişka wî hatibûn kuştin. Di 2007an de bloqa Sûnî ji koalîsyanê derket.
Tekoşîna navbera Şîa û Sûniyên Iraqê dîrokî ye û hêj didome. Herçiqas bi gelheyî Şiî zêde bin jî, bi sedema ku îqtîdar di destê Sûniyan de bû, Şiî tim di bin gef û tehdeyan de jiyana xwe domandin.
Hatina Mailikî ku şiî bi serketin, ev tehde û gef li ser Sûniyan hatin domandin. Şiî ji ber ku berê di diyasetê de pir nemane, ji aliyê tecrubeya îdareya dewletê de jî gelek kêmasî kişandin. Polîtikayên bi bingehên xurt amade nekirin û ev navberî û sebebên şer û reqabetê ji rastê ne hatin hilandin. Heta zêde bûn.
Li Iraqê ji aliyê Nûrî El Malikî ve gelek serokeşîrên Sunî bi biryara îdamê hatin darizandin. Gelek protesto û çalakî ji aliyên van eşîretan ve derketin holê. Nûrî Malikî gelek bi şîdet û zorî êrîşî van çalakiyan kir û neyartiya navbera Suniyan zêdetir bû. Li bajarên weke Nînowa (Misûl), Fellûce, Remadî, Enbarê serhildan çêbûn û dîsa gelek bi tundî van serhildanan hatin sekinandin. Ew kesên ku dibêjin sebebekî ku DAÎŞ li vandera bi hêsanî hêz digire jî yek jê ev e. Bêguman berê jî van pirsgirêkan li van bajaran hebûn. Lewma min li jor car caran hinek bûyeran dûyem nivisand û girêdana wan bi hev danî. Mirov dikare bêje ku ev nêrîn û şirove ji aliye derûniya gel û dînan ve ne dûrî eqil e û dibe hinek rastiya wê jî hebe, lê bi serê xwe têr nake. Bi kêra mentiqê Ahmed Dawidoglu tê. Ahmed Dawidoglu dema wezîrê kare derve bû ji bo wehşet û hovîtiya DAIŞê ewha gotibû “vana însanên ku ji ber zilmê hers bû ne ne.”
Bi kurtayî ev nêrîn û şirove têra bersîva teslîmkirina Misûl û gelek deverên din nake. Bersîva çanda dîplamîsiya dewletiyê jî nake. Dema Misûl ket destê DAÎŞ ê bi kîjan mentiqê û çanda dewletbûnê destûr dan ku 49 nûnerên wan dîl bên girtin?
*******************************
Piştî ku Emerîqa ji Iraqê vekişiya (2011) Desteya Bilinda Darizandinê ya Iraqê Haşimî bi “têkiliyên wî yên bi hêzên terorîst” re tawanbar kir û derketina wî ya derveyê welêt qedexe kir. Paşê jî di heqê girtina wî de biryar derxistin. Ew hêza terorîst DAÎşa îroyîn bixwe ye. Dema biryara girtina wî derket li Slêmaniyê mêvanê Celal Telebanî bû. Haşimî xwe spart YNKê. Dû re xwe spart PDK ê. Hikûmeta Iraqê ji Hikûmeta Herema Kurdîstanê daxwaziya wî kiribe jî Hikûmeta Herema Kurdîstanê vê daxwazê red kir. Ji wê derê çû Qatarê û jê wê derê jî çû Siûdî. Dû re hate Tirkiyê û niha jî li Tirkiyê dijî. Bi Interpolê daxwaziya girtine wî he ye û Tirkiya wî nade dest. Bekîr Bozdag li ser vê mijarê daxuyanî da û got “ji serî de em alîkarî û dostaniya vî şexsî dikin û em wî nadin dest.” Hebûna Haşimî ku li Tirkiyê dijî, ji me re têkiliyên navbera Tirkiye û DAÎŞê ronî dike. Ya duduyan, qey Emerîqa nikare vî kesî bigire?
Li gor daxuyaniyên Tarik Haişîmî ku gelek caran li gelek cihan anî ziman “tu nêrînê çareseriya pirsgirêkan bê tevlîbûna BAASê (Iraq) bi ser nakeve.” Dîsa di hevpeyvîneke ku dabû Skynewsê de dibêje ku “gere destûra BAASê bê dayînê ku bikeve nav siyaseta Iraqê.”
Piştî vê daxuyaniyê, hêjaye ku em li serok û qumandarên DAÎŞê binêrin ka gelo ev kî ne?
********************************
Ebûbekir El Bexdadî
Her çiqas li gor Îstîxbarata Îranê ku hinek belavokan belav kir û xwest ku Bexdadî weke Îsraîlî nîşan bide û hinek danêr û wêne dabe ber çavan jî, ez bixwe bawerî bi wan naynim. Lê divê di nav kevanekî de bînim bîra we. Dîsa li gor hinek lêkolîner û nivîskarên Ehl-î Beytê ku li ser navê sixûrên CIA yê jêderkan derdixin, dîsa têkiliya wî bi Îsraîl ve datînin. Lê di hinek danêrên wan de nakokî hene. Ji jêderkên wîkîlîksê jî hinek encamên ewha derdikevin.
Bexdadî, Kurê Ebû Omer Elbexdadî ye. Bavê wî serokê “Dewlata Îslamî ya Iraqê” bû. Bexdadî, wan deman di mizgefta Bexdayê de meletî dike. Îlahiyatzan û Sûnî ye. Piştî kuştina bavê wî di nav vê tevgerê de bi pêş dikeve û dibe serokê vê tevgerê. Navê wî “Îbrahîm Bedrî” ye û bi mexlesa “Ebû Dûa” tê nasînê. Paşê paşnava Qureyşî wî bi xwe ve danî. Di 29ê Tîrmeha 2014an de xelîfetiya xwe îlan kir.
Emerîqa 10 hezar, Eymen El Zevahîrî 25 hezar Dolarê Emerîqî gorî serê wî kirine da ku kî wî bikuje an teslîm bigire bidinê. Di sala 2005an de dema mîlîtanan derbasî Sûrî dikir, Emerîqa operasyona kuştina wî kir lê bi ser ne kete.
Ebû Eymen El Iraqî : Di Artêşa BAASê (Iraq) de albay bû. Serokatiya qumandariya eskerî ya DAÎŞê kir. Bi navê Ebû Muhammed El Suveydawî tê nasînê û di sala 2004an de tê girtin û di 2007an de serbest bû. Li gor nûçeyên Artêşa Sûrî tevlî 14 mîlîtanên din hat kuştin. Lê li gor hinek çavkaniyan kesê ku hatiye kuştin ne ew e, Duleymî ye. Ev jî tê wateya ku hêj serokê leşkerî yê DAÎŞê ye.
Ebu Ahmet El Elwanî, Ebu Abdurrahman El Bilavi, Samîr Muhammed… Van kesan hemû weke Tarik Haşimî ji artêşa BAASê ya Iraqê ne. Gelek ji vanan ketine hepse û dîsa hatine berdanê. Ji van kesan Ebû Ahmed El Elwanî dema parlementer bû kete zîndanê. Lê Tarik Haşimî reviya û hêj ne hatiye girtin.
Li gor rojnameya El-Arabiyê van kesan hemû di desteyên DAÎŞê de cî digirin. Lê Tarik Haşimî serokatiya DAÎŞê ya bi dizî dike û bi Tirkiyê re planên êrîşa ser Kurda, Êzdî, Şîa û Fileyan dike. Ji bilî van kesan gelek kesên Çeçen û Tirk û ji neteweyên din jî di rêveberiya DAÎŞê de hene.
Haşimî di hevpeyvîna ku bi TV ya BBC re dike têkiliyên wî yên bi hêzên terorîst re tên pirsîn. Van pirsan bê bersîv dihêle. Ji bo têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re ne bi kinayî dibêje ku “di gelek mijaran de em hemfikrin.” Vê pirsê li ser muxalefata Sûrî tê kirinê.
Dema li Iraqê bû, digot “ez ji welatê xwe (Iraqê) narevim.” Tarik Haşimî hêj bi awayekî fermî li Tirkiyê li navçeya Başakşehirê, nêzî navenda miduriyeta Polîsa rûdinê. Jê re du xênî hatine amadekirinê û 17 karkerên ewlehiyê wî diparêzin. Yek jê Mercedesa ku li ser serokwezareta Tirkiyê qeyd kiriye û bi zirxe, 5 trîmbêl di emrê wî de ne.
Li gor peyvên muhafizê wî ku îtîraf kiriye, bi emrê Haşimî, wî mizgefta Burasayê bombe kiriye. Ger înterpol bixwaze wê bi hêsanî bê girtin.
DAIŞ: Artêşa Taybet Ya Tirkiyê
Pêşî hêjayî gotinê ye ku ez bêjim li gor gelek şaxên Îxwanel Muslîmîn, Erdogan Xelîfeyê Dinya Îslamê ye. DAÎŞ jî vê xelîfetiyê qebûl dike, lê di dawiyê de ewê rewş çawa biguhere ne xuya ye. Ger Dewletên Koalîsyonê Tirkiyê bikin nava şerê li dijberî DAIŞê dibe ku vê xelîfetiyê bê redkirin.
Dema DAÎŞê hebûna xwe îlan kir, di heman demê de li Stenbolê li navçeya Fatîhê di bin tabeleya “Irak Şam Islam Devleti Turkiye Temsilciligi” nûnerî vekir.
Li qada Saraçxanê bi AKPyî û hêzên din yên Selefî re di çalakiyên ji bo alîkariya Mûrsî de xuya dikirin.
Serkeftina DAIŞê ya li hemberî hêzên muxalefeta çekdar yên Sûrî, berê Tirkiyê û welatên alîkarên din yên weke Siûdî da xurtkirina DAÎŞê.Sixuriya Siûdî bi Îstîxbarata Îsraîl û Tirkiyê re kete têkiliyan. Van têkiliyan hêj heta ku vê nivîsê amade dibe jî didomin. Lê sibê ewê çi çawa biguhere ew jî mijarên nivîseke din in.
Ji bo destpêka têkiliyên DAÎŞê û yên Tirkiyê bûyereke herî grîng heye. Hêj DAÎŞ nû dest bi qetlîamên xwe kiribû û xebatên tevgeriyê dikir ku hejmara mîlîtanên xwe zêde bike, Tirkiye serokên hemû hêzên Sûrî dawetê Tirkiyê kir. Ev bûyer weke nûçeyekî derbas bû lê wê demê min vê nîşeyê tevî wêneyan li cem xwe tomar kir.
26ê Tîrmeha 2013an li Şahînbeya ku navçeyeke Dîlok(Antep)ê ye civînek hebû. Xwediyê malê li ser navê Tirkiyê saziyên weke Anadolu Platformu, SETA , Weqfa Bilbilzade û gelek nivîskar û alimê dînî ku şêwirmendê hikûmeta AKPêne bûn. Ji aliye din ve 70 qumandan û xwedî gotinên partî û saziyên muxalefeta Sûrî hatin. Di axaftina destpêkê de serokê Platforma Anadolûyê behsa tehde û tundiyên ku li ser vê axê li Misilmanan bû ye dike û mijarê tîne ser tolhildan û mihasebetê. Di axaftina xwe de bi kinayî rêya wan gotinên Ahmed Dawidoglu ku ji bo DAÎŞê got “hêrsa hinek kesên ku bêdeng mane û mafê wan hatiye xwarinê” vedike. Di encamê de vê civînê weke yekbûna hêzên muxalefetê hat diyar kirin. Bi vê civînê re navenda hêzên muxalafetê ji Rihayê hate Dîlokê.
Tiştê ku bala çapemeniya Kurd kişand ev bû. Piştî civînê Di navbera 31ê Tîrmeh û 1ê Tebaxê de li herêma Halebê li gundê Til Hesil û Til Erenê nêzî 100 sivîlên Kurd hatin qetilkirin û bi sedan sivîl weke rehîn hatin girtin.
Li Smîrê (Izmîr), Çiyayê Bolû, Xetay, Dîlok û her wisa li gelek deverên Tirkiyê qampên perwerdehiya mîlîtan ava bûn.
Tirkiyê bi navê “alîkariyên însanî” gelek caran bi rêya IHH û MÎTê ji van hêzan re çek û alîkarî şand. Hinek ji van alîkariyên çek bi destê artêşa Tirkiyê (li gor hikûmetê; hêzên peralel) aşkere bûn û bi rêya çapemeniyê gel jî dît. IHH gelek caran bi weqf û komeleyên Qatarî yên wek AID jî van alîkariyan dike.
Dîsa weqfên weka Bulbulzade, Anadolu Platformu, Iyilikder, Haznedar û gelek komeleyên din ji bo alîkariyên lojîstik û dîtina mîlîtanan hatin avakirin. Li gor agahiyên nûçeyan li Amedê bi tenê ji 400î zêdetir komele û sazî bi vê armancê hatin avakirinê.
TIKA li ser navê restorasyona mizgeft, mescîd û avahiyên dîrokî û têkiliyên neteweyî alîkari dide gelek weqf û komeleyên welatên Balqanî ku ji bo DAÎŞê mîlîtanan dibînin. Ev sazî bi Serokwezareta Tirkiyê ve grêdayiye. Û gelek ji wan weqf û Komeleyên ku vê saziyê alîkarî dide wan, ji aliyê hikûmetan ve bi sebeba alîkariya terorê hatine qedexekirin.
Ji destpêka bûyerên Sûrî heta niha hema hemû planên Tirkiyê li ser Rojava hatin damezrandinê.
Destpêka bûyeran 2011 ye. Tirkiyê gelek caran amadekariya şerê aktif kir ku bikeve Sûrî. Lê dewletên dinê vê destûrê nedanê.
Hikûmeta AKPê di sebata 2012an de saziyeke bi navê SADAT (Şêwirmendiya navneteweyî ya Ewlehiyê)ê ava kir. Vê saziyê du armanca daye ber xwe. Yek ji vana perwerdekirina çeteyan, yek jî temînkirina amûrên şer e. Mirov bikeve malpera wan ya li ser înternetê armanca damezrandina wan aşkere hatiye nivîsîn. Vê şîrketê bi armanca perwedekirina mîlîtanên van hêzên terorîst hatiye ava kirin. Îlana wan ya ku li însanên weke personel digerin dinêre, baş tê dîtin ku ew li kî digerin. Li ser înternetê îlana personelên weke tamîrkerkên Jîpên Hummer û Tanqên Rûs ku niha bi giranî DAÎŞ bi vanan êrîşê Kurdîstanê dike û li personelên perwedehiya şerên nîzamî û gayrînîzamî digerin. SADAT saziyeke girêdayî AKPê ye û bi armanca pêkanînên eskerî û polîtîk ava bûye.
Serokê vê saziyê Tuggeneralê miqawid Adnan Tanriverdî ye. Piştî teqawidbûnê Weqfê camiya ava dike û serokatiya wan didomîne. Di Adara 2013an de planên alîkariya çek û şêwirmendî pêşkêşê hikûmetê dike. Ev kes di heman deme de serokê şerefe yê ASDER, ASAM û YUSDERê ye jî. Li gor ramanên wî “gere hêzên muxalefata Sûrî bên perwerdekirin û di binê alayekî de bikevin şer. Van saziyan bi MÎTa Tirkiyê û Siûdî re dikevin têkiliyan. Wek min li jor jî got jixwe Serokê Îstîxarata Siûdî li dû tevgeriyekê bû ku ji muxalafeta Sûrî derxe. Yek ji damezranderên SADATê li Helebê di nav şer de hate kuştin. Navê wî Mustafa Bozgeyîk e.
Îstîxbarata Tirkiyê li gor pêşnûma û şêwirmendiyê SADATê bi Tarik Haşimî re kete têkiliyê û kesên weke Ebû Omer Sîşanî, Ebû Mûsa û Seyfûllah Çeçenî ji bo vê armancê amade kirin.
Komele û weqfên ku weke îlmî û dînî tên xuya kirin çendên ku me navê wan li jor diyar kir bi karê dîtina mîlîtanan hatin peywirdarkirin. Yek ji van mînakan weqfa bi navê “HISADER”ê ye. Tabeleya DAÎŞê li ser avahiya wan jî heye. Li gor lêkolînên me yên ku me li derdorên vê komeleyê kiriye tê dîtin ku tevgera wan, pêşî xorta hînê kişandina tiştên wek esrar û bonzaî dike. Paşê ji wan hinek kesên din, li wan nesîhatan dikin, wan dibin komeleyê û li wêderê dest bi teblîxa îslamê û propaxanda DAÎŞê dikin. Bi vî awayî mîlîtanên çekdar peyda dikin. Vê rewşê di otopsiyên çekdarên DAÎŞê de jî xuya dike. Di raporên otopsiyê mîlîtanan de bi adrenalîn, afyon, esrar û gelek tiştên ku mirov bi hêz, wêrek û serxweş dikin derketine holê. Dîsa di cihê parastina mîlîtanan de jî gelek ji van tiştan hatine dîtin.
Gelek mizgeft jî vî karî dikin. Kesên ku ji welatên xerîb bi armanca cîhadê tên li mizgefta endamên DAÎŞê dibînin û ewha dikevin têkiliyan.
Van kesan jî di bin koordîneya SADATê de li wan derên ku ji bo perwerdehiyê amade bûne mîlîtanan perwerde dikin û di xetên bi taybet de dişînin Rojava.
Ji aliye din ve MÎT û wan saziyên ku me li jor çend navên wan anî ziman wek IHH çek û alîkariyan hêj dişînin.
Van tiştan ne tiştên xeyalî ne. Him di îtîrafên mîlîtanên ku hatine dîlgirtin û him jî gelek ji van bûyeran di çapemeniyan de cî girtine tev îspat kirîne. Heqan Fîdan bixwe li xwe tê mikurê ku li dora 2 hezar TIR alîkarî (çek) şandine.
Stêrk TV îtîrafên gelek ji van kesan weşand. Li gor nûçeyeke PUK-MEDIA çar serleşkerên Tirk ku mîlîtanên ÎŞÎDê perwerde dikirin tên girtin. Van kesan dimikurin ku ji aliye Tirkiyê ve hatine şandin. Herwisa di destê YPG û PKKê de jî gelek danêrên ewha hene û gelek caran di çapemeniyê de belav dikin.
“Li gor qeydên Neteweyên Yekbûyî, di Pûşpera 2013an de bi koda 9303 cinsa çekan 3.6 ton, di Tîrmehê de, 4.4. ton di Rezberê de 29 ton sîleh ji aliye Tirkiyê ve çûye Sûriyê. Van danêran Saziya Îstatîstîka ya Tirkiyê jî rasteqîn dike.” (Med-Nûçe)
Dîsa ji aliyê nûçegihanên TVa IMCyê ve bi awayekî zindî têkiliyên leşkerên Tirk û mîlîtanên DAÎŞê hate weşandin.
Di çapemeniyê de gelek danêrên din, yên wek emrê wezareta navxweyî ku ji waliyên bajara re hatine şandinê ketin destê me. Van belavokan bi mora “bidîzî“ ne . Di van belavokan de waliyên bajarên wek Hatayê tên agahdarkirin ku “alîkariya milîtanên hêzên ku êrîşê Kurda dikin bikin”.
Alîkariyên Qetar û Siûdî yên aborî û neqdî bi du awayan bi kêra Tirkiyê tên. Yek ji vana Tirkiyê bi van pera çek firote van hêzan. Ya duduyan jî, SADAT van çeteyan bi pere perwerde kir û AKPê vî karî jî kir sedema bazirganiyê.
Di van rojan de hikûmet li benda destûra Artêşê da ku şîrketên artêşên serbixwe ava bibin. Van hêzan li Amerîka gelek salan bikar tên. Ew karên bi dizî ku kiryarên wanên qirêj li ser dewletan nebin kêmasiyên navneteweyî bi rêya van artêşan tên bikar anîn.
Ev artêş ku wek JITEMê dişuxulin. Lê belê JITEM hêzeke fermiye û dewletê kire astengiyên dîrokî. Îca ewê van karên JITEMê şîrketên taybet bi kar bînin.
Dîsa her çiqas Tirkiye înkar bike jî, ji hikûmetê re bazirganiya petrolê jî karekî baş xuya dike.
Di bûyerên “Parka geziyê” de serokwezîrê demê Erdoxan bale kişandibû ku “ji sedî pêncî hemwelatiyan bi zorê di malê de dihêle.” Wateya vê rewşê ev e ku bûyerên wek van bûyeran li qada derkevin, me wan amade kiriye û ewê weke polîsan, û bi alîkariya polîsan êrîşê gelan bikin.
Ev ramaneke min e ku ew hêz bixwe amadekirina DAÎŞê ya hundirîn bû.
Bi rastî ji aliyê derûnî ve em ne li dû ispatkirina têkiliyên Tirkiyê û DAIŞê ne. Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglu bixwe divê “kes nikare ku têkiliyên hikûmeta me û DAÎŞê ispat bike.” Ev bixwe ispata têkiliyan e. Nikare bêje tune. Lê dibêje “ku kes nikare ispat bike.” Di heman dema ku van gotinan digote bi TIR û trêna çek ji DAÎŞê re diçûn. Lê belê van tiştan divê ji aliyê dîrokê ve bê zanîn. Li ser gelek milîtanên DAÎŞê nasname û passportên Tirk hatin dîtin.
Ez bixwe çûm ser sînor û gelek têkiliyên dewleta Tirk û hêzên DAÎŞê min bi çavê xwe dît. Qereqola gundê ku ez lê bûm, gelek caran top avête nava Kobanê. Qereqola gundê Mehsertê li ber çavê bi sedan gel, gelek caran top avêt ser şervanên YPGê. Hinek şervanên brîndar yên  YPGê anînn ziman ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve brîndar bûne.
Malpera nûçe û propaxandayan, ya DAÎŞê ya înternetê li ser navê kesekî ku navnîşana wî, li ser Koleja Îrfanê ye. Serokkomarê Tirkiyê Recep T. Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davudoglu, her dû jî damezrênerê vê kolejê ne. Xwediyê vê malperê (Z.K.) ji aliyê hinek kesan (YDG-H) ve hate nîşankirin û navnîşana mala wî li ser çapemeniya civakî hate weşandin. Ji ber ku ev kes deşifre bû, niha ji tê veşartin. Ev edîtorê malpera DAÎŞê bû.
Rêç û hirç
Siyaseta Tirkiyê ya durû û çewt ji rojên pêşî de xuya bûn. Hêzên dijberên Sûrî bi her awayî û bi pêşwazî hatin Tirkiyê. Lê belê Artêşa Tirk bi sedan koçberên Kurd kuştin û wan weke “kaçaxçi” nîşan dan.
Kesên Ereb û Tirkmenên ku xwe gihandin bajarê mezin yên wek Stenbolê, ji aliyê şarederiyan û dewletê ve gelek alîkarî dîtin. Ji amûrên jiyanê yên wek qeşemdang, cilşo, firaqşo, xwarin û vexwarin û her wisa gelek alîkarî ji aliyê dewletê ve hate dayîn. Lê Kurd bêxwedî li park û kuça tevlî jin û zarokan şerpeze bûn.
Tirkiyê dijberiya xwe ya li hemberî hemû partî – tevger û rêxistinên Kurda aşkere nîşan da. Êrîşên DAIŞ ê bi taybet li axa Kurdistanê ne.
Koçber û şerpezeyên Kobanê ku dawiyê hatin jî van astengiyan dîtin. Koçber bi rojan weke dîl hatin girtin. Niha jî, ji aliye dewletê ve tu alîakrî nabînin. Di binê konê havine de û bi gelek zorî dijîn. Van konan û hemû alîkariyên din ji aliyê şarederiyên DBPê û gelê Kurd ve tên kirin.
Êrîşên li ser Şingal û Mexmûrê danêra herî mezin ya ispatkirina sernava vê beşê ye. Xebatên Tirkiyê ya 30 salî weke êrîşa DAIŞê bandor li valakirina Mexmûrê nekir.
Êrîşên li ser Kantonên Rojavayê Kurdistanê û bi taybet dorpêçkirina Kobanê di têkiliyên Tiriyê û DAIŞê de tiştekî bi dizî nehişt.
DAIŞê berî Îda Remezana 2014an sond xwaribû ku ewê nimêja îdê li Kobenê bikin. Lê berxwedana Kobenê vê destûrê neda wan.
Piştî ku çekên giran yên Artêşa Iraqê ketin destê wan cara dûyem ceribandin ku Kobanê bi dest bixin. Sonda wana duyem dîsa li ser nimêja Îdê bû ku li ser xwîna Kurda bikin. Lê Berxwedana Kobanê dîsa li hember tank û hemû çekên giran jî destûr ne da.
Piştî dorpêçkirina Kobanê û gefên qetlîama ku li wêderê bê kirinê bi deh hezaran gelê sîvîl û aştîxwaz hatin ser xeta Pirsûsê.
Kobanê çiqas bi berxwe bide, Tirkiyê ewqas acis dibe û êrîş û gef û lîstikên xwe zêde dike. Şer hate asteke bilind. Di serî de Emerîqa û gelek dewletên din dengê xwe yên li hemberî DAIŞê zêde kirin.
Hemû Kurd rabûn piya û li hemû deverên ku lê dijîn dest bi çalakiyan kirin. Di encamê de Kurda bala hemû dinyayê kişandin ser berxwedana Kobanê.
Di çalakiyên ku li Tirkiyê hatin kirin de gelek kes hatin kuştin. Bi hezaran mirovên kurd hatin desteser kirinê û gelek ji wan xistin girtîgeha. Lê tiştê herî balkêş ew e ku Tirkiyê ji kûr ve bingeha şerê navxweyî amade kiriye. Hêzên weke hinek beşên neteweperestên Tirk, hinek rêxistinên ku bere jî ji aliye JITEMê ve hatibûn bikaranîn, di bin kontrol û alîkariya polîsan ve berdan kuçe û kolanan û bi destên wan êrîşên ser çalakvanên Kurd kirin.
Dema vê nivîsê hat nivisandinê van bûyeran didomandin. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan weke mizgîniyê gotibû “Kobanê li ber ketinê ye.” Ger Kobanê bikeve destê van çavsoran wê bi sedhezaran însan bên kuştin. Hemû dinya li benda alîkariya Tirkiyêye ku alîkariya Kobanê bike, Tirkiye li benda ketina Kobanê ye…
Kobanê Bedra Rojheleta Navîn, ya daxwaziya jiyana wekhev û hevpar e. Li aliyekî di şexsê gelê Kurdistanê de jiyana bi rûmet, ji aliyê din ve di kesayetiya DAÎŞ û alîkar û hevalbendên wan de hişê dagirker û qirêj heye. Şer şerê her dû aliya ye...
Li Kobanê tu zêr û zîv an petrol û qîr tune. Lê belê ev bajarokê biçûk tovê hebûna Kurda reşandiye û ewê ev tov di nêzîk de şîn bibe. Kobanê nakeve...
Kobamê destpêka yekîtiyê û hevfamkirina neteweyekî ye.
**************************************************************************
Çavkanî
Jacquetta Hawkes: ilk büyük uygarlıklar. Mezopotamya, İndus Vadisi ve Mısır'da hayat
http://6april.org/
J.Priestland Islam; Political Impact 1908-1972. British Documentary Sources
Amy Zalman, Ph.D. http://terrorism.about.com/od/politicalislamterrorism/a/MuslimBrothers.htm
http://tr.wikipedia.org/wiki/Ortado%C4%9Fu_tarihinin_kronolojik_listesi
http://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%8Eslamiyet_li_Kurdistan%C3%AA
http://www.turkish-media.com/forum/topic/108207-5000-yillik-kurd-tarihi/
http://babel.hathitrust.org/cgi/pt?id=nyp.33433081553145;view=1up;seq=292
http://tr.wikipedia.org/wiki/Karduya
http://www.medya365.com/guncel/kobani-neresi-isid-kobani-eylemleri-arasinda-ki-son-durum-ne-kobane-direnisi-dustu-mu-h281526.html
http://www.haberturk.com/gundem/haber/958654-gungorende-isid-tabelasi
http://haber.rotahaber.com/isid-petrolu-basimizi-belaya-sokar_492072.html
http://www.mednuce.com/tr//haber/4087/isid-turkiye-iliskisinde-suc-ustu.html
http://ypgnews.blogspot.com.tr/2014/08/isid-kimdir-isidi-yoneten-kim.html
wordpress.com/2012/05/08/terorist-tarik-hasimi-turkiyede/
(1) http://www.aljazeera.net/news/pages/a5a7d33e-3c9f-4706-b070-e358b5e67236
(2) http://www.aljazeera.net/news/pages/4a28f44d-1fda-4f2e-8947-295ef5756336
http://www.aa.com.tr/tr/dunya/344349--isidin-10-yillik-gecmisi
http://www.lekolin.net/haber-3965--ROJAVA-KURDISTANI-KANTONLARINI-TANIYALIM.html
http://www.radikal.com.tr/politika/diyarbakirda_iside_destek_veren_400_dernek_kuruldu_iddiasi-1214035
http://www.hurriyet.com.tr/dunya/25661278.asp
http://www.ydh.com.tr/YD387_isidi-ilga-eden-zevahiri-mi-el-cezire-mi-.html
http://www.gercekgundem.com/siyaset/73016/iside-destek-veren-stklari-kim-kurdu
http://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eer%C3%AA_navxwey%C3%AE_y%C3%AA_S%C3%BBriy%C3%AA
http://www.bbc.co.uk/turkce/haberler/2014/09/140919_ezidiler_izlenim.shtml
http://ozgurgundem.com/index.php?haberID=8528&haberBaslik=H%FCrm%FCzgan%20yaz%26%23305%3Bl%26%23305%3B%20ilk%20K%FCrt%20%26%23351%3Biiri&action=haber_detay&module=nuce
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,061 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/ - 11-10-2023
Gotarên Girêdayî: 10
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 18-11-2014 (10 Sal)
Bajêr: Kubanê
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 11-10-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 11-10-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 11-10-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,061 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Jiyaname
Diya Ciwan
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Kurtelêkolîn
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê: Em weke PKK li Rojava nîn in
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
Resul Geyik
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Cihên arkeolojîk
Temteman
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Jiyaname
Hasan Bîter
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
Mîna Acer
Kurtelêkolîn
Hêlîn Umît: Di kaosa Rojhilata Navîn de gelê Kurd xwedî wezîfeya pêşengiyê ye
Jiyaname
Narin Gûran
Kurtelêkolîn
‘Rojava rûmeta me ye’
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Kurtelêkolîn
Ji Kampanyaya Çetir banga Jiyana rojnamevanan biparêzin
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Kurtelêkolîn
Ji bo piştgiriya Rojava, şandeyek ji Bakur serdana Başûrê Kurdistanê kir
Jiyaname
Erdal Kaya
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2

Rast
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
24-11-2024
Sara Kamela
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Kurtelêkolîn
DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP
24-11-2024
Sara Kamela
DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP
Kurtelêkolîn
Eyyûb Subaşıya 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn
01-12-2024
Sara Kamela
Eyyûb Subaşıya 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn
Kurtelêkolîn
Parlamenterên Ewropayê koma ‘Dostên Gelê Kurd’ ava kir
23-12-2024
Evîn Teyfûr
Parlamenterên Ewropayê koma ‘Dostên Gelê Kurd’ ava kir
Kurtelêkolîn
KCK: Li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe
23-12-2024
Evîn Teyfûr
KCK: Li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe
Babetên nû
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2
12-12-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Hasan Bîter
26-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
24-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Rewan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
QÎRÎNA MIRINÊ
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Zanhaweya Pêxember (Mewlûda Pêxember)
07-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  531,844
Wêne
  113,284
Pirtûk PDF
  20,686
Faylên peywendîdar
  109,179
Video
  1,712
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
292,131
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
91,114
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,414
عربي - Arabic 
32,828
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
20,350
فارسی - Farsi 
11,710
English - English 
7,823
Türkçe - Turkish 
3,690
Deutsch - German 
1,809
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,144
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,899
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
5,686
Şehîdan 
4,308
Enfalkirî 
3,604
Pirtûkxane 
2,773
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,748
Cih 
1,164
Belgename 
291
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
518
PDF 
32,569
MP4 
2,852
IMG 
208,757
∑   Hemû bi hev re 
244,696
Lêgerîna naverokê
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Jiyaname
Diya Ciwan
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Kurtelêkolîn
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê: Em weke PKK li Rojava nîn in
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
Resul Geyik
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Cihên arkeolojîk
Temteman
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Jiyaname
Hasan Bîter
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
Mîna Acer
Kurtelêkolîn
Hêlîn Umît: Di kaosa Rojhilata Navîn de gelê Kurd xwedî wezîfeya pêşengiyê ye
Jiyaname
Narin Gûran
Kurtelêkolîn
‘Rojava rûmeta me ye’
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Kurtelêkolîn
Ji Kampanyaya Çetir banga Jiyana rojnamevanan biparêzin
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Kurtelêkolîn
Ji bo piştgiriya Rojava, şandeyek ji Bakur serdana Başûrê Kurdistanê kir
Jiyaname
Erdal Kaya
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 16.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.578 çirke!