Giringî û pîrozbûna (Tembûrê) di nava kakeyiyên Helebceyê de.
Amadekirin: Parve Bike
#Tembûr# yek ji amûrên muzîkê yên pîroz ên olên yarsan û kakeyiyan e ku bi 72 cureyên awazên muzîkê di şahî û boneyên kakeyiyan de tê bikaranîn.
Tembûr an jî temîre amûreke muzîkê taybet a ola yarsan e ku piranî li Kirmaşana rojhilatê Kurdistanê tê bikaranîn, lê li başûrê Kurdistanê kakeyiyên Helebce û Kerkûkê jî bi kar tînin û peyrewên ola yarsan di merasimên olî de wekî sazek pîroz bi kar tînin. Kakeyiyan bi sedan salan e, kevneşopiyên xwe parastine û yek ji wan kevneşopiyan jî ango lêdana tembûrê ji nifş derbazî nifş kirine û parastine ku di roja me ya îro de jî berdewam e.
Tembûr ji kaseyek darîn, destik û sê têlan pêk tê, awazeke wê ya balkêş û taybet heye. Kakeyî dema li vê amûrê dixin, xwedî rewşeke derûnî û hestiyar a taybet in ku dişibe hesta lêxistina defê ya di nav misilmanan de.
Kakeyiyên li sînorê parêzgeha Helebceyê jî bi taybetî girîngiyeke mezin didin vê amûrê. Her sal ji bo vê merasîman li dar dixin. Ji bo wan wekî amûrek pîroz e.
Tembûrên kakeyî yên li parêzgeha Helebceyê di derbarê girîngî û cihê tembûrê di ola yarsan û nava kakeyiyan de ji bo Rojnewsê axivîn.
Yek ji tembûrvanên kakeyî Fernûd Îlhamî derbarê mijarê de destnîşan kir ku tembûr amûrekê muzîkê ya yarsaniyan e, tenê sazeke ligel xwendina peyvên yarsaniyan tê lêxistin. Fernûd Îlhamî her wiha diyar kir ku tembûr amurek muzîkê ya pîroz e, melayên heqanî li ser tembûrê muzîk û ahengên taybet bi kar tînin.
Fernûd Îlhamî wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ev 22 sal in ez li tembûrê dixim. Tembûra niha heyî çavkaniya hemû tembûrên din e. Em dikarin bêjin gîtar û hemû sazên din jî li ser bingeha tembûrê hatine çêkirin.
Lêkolînerê di warê olî de Senger Henarî jî derbarê heman mijarê de wiha got: “Tembûr di olên zerdeştî û mîtanî de amûra muzîkê ya herî kevin e. Di nava olê yarsanî de zêdetirî hezar salan e pîroz tê dîtin. Tevî ku di nava ola yarsan û êzîdiyan de hatiye bikaranîn jî, lê ligel kakeyiyan pîroz maye û heta niha jî pîroz tê dîtin.”
Senger Henarî jî da zanîn ku di piraniya merasim û pîrozbahiyên yarsaniyan de amûra tembûrê tê bikaranîn ku bi 72 awaz û muzîkên ciyewaz tê lêxistin.
[1]