=KTML_Bold=#Dengbêjê Kurd# #Feyzoyê Rizo# koça dawî kir=KTML_End=
Dengbêjê Kurd Feyzoyê Rizo koça dawî kir.
Nûçeya wefata Feyzoyê Rizo ji aliyê nas û hezkiriyên wî ve li ser medyaya civakî hat parvekirin.
Sedema mirina Feyzoyê Rizoyê ku tê zanîn berî mirina xwe li Yêrêvanê jiyaye, hîna kifş nebûye.
Feyzoyê Rizo yê ku klasîkên Kurdî yên herî populer ên wek Delaliyê, Destmala min, Oy oy li min, Hekîmo, Gede, Bavê Feqî, Nûrê û Salih bi hostatiyek mezin dixwend, yek ji wan navan bû ku kevneşopiya denbêjiyê berdewam dikir.
Feyzoyê Rizo kî ye?
Feyzoyê Rizo di sala 1954an de li Yêrêvanê hatiye dinyayê. Feyzoyê Rizo (Feyzo Amarov) biraziyê dengbêjên Kurdên Kafkasya yên navdar Şeroyê Biro û Mecîdê Faris e, yek ji Kurdên Êzdî yên li Ermenîstanê ye.
Malbata wî di sala 1915an de ji Îdirê koç dike û li derdora Êrîvanê û Tiblîsê bi cîh dibe. Feyzoyê Riza ku 26 sal dengê wî yê bilind û wek şelale di Radyoya Êrîvanê ya beşa Kurdî de deng veda, tevî jin û zarokên xwe li gundê Arêvaşad ê ser bi Yêrêvanê ve bi çandinî û sewalkariyê re mijûl bû.
Feyzoyê Rizo di sala 2003an de li Diyarbekirê di çalakiyekê de ligel bilûrvanê navdar Egîdê Cimo gelek stran gotin.[1]