=KTML_Bold=Nexşe kevirê Gûderiz=KTML_End=
Nexşe kevirê Gûderizê duyem#şûnwar# eke serdema Eşkaniyan e ku serkeftina Gûderizê duyem ya li ser Mehrdad nîşan dide. Mehrdad şazadeyekî ango kurmîrekî Eşkanî bûye ku li bara Împaratoriya Roma ya mezin bûye û Gûderiz di navbera salên 38-51-ê Zayînî de desthildariya herêmê kiriye.
Di vê nexşa kevirî de, ku dîmenek nezelal a qada şer nîşan dide, tê gotin ku sê şervanên zirxî yên li ser hespan xuya ne ku tê gotin şervanê nîvekê, Gûderiz e.
Di vê dîmenê de Nîck, xwedayê serketinê, tacekê datîne ser serê Gûderiz, di demekê de ku ew bi rimê êrîşî dike ser siwarekî din, ku tê gotin Mehrdadê duyem e û wî li ser hesp dixe erdê. Nivîsa kevirî ya bi zimanê Yewnanî li kêlega vê nexşekevirî heye ku li hundir de behsa şerê Gûderiz û Mehrdad dike.
[1]